Li Pasûrê konsera gel

img
AMED - Şaredariya Pasûrê li navçeyê konserek li dar xist û eleqeyeke zêde ya gel ji bo konserê hebû. Welatiyan li ber stranên kurdî govend gerandin. 
 
Şaredariya Pasûrê ya Amedê ku di destê DEM Partiyê de ye, li Parka Turgut Ozal a li navenda navçeyê konserek li dar xist. Hunermend Hîvron û Mizgîn Turan derketin ser dikê û ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî tev li bûn. Ji ewil hunermend Mizgîn Turan derket ser dikê û klamên wê bi eleqeyeke mezin hatin guhdarîkirin. Piraniya beşdaran ciwan bûn. Ciwanan stranên Turan li gel wê striyan û govend gerandin. Piştre jî Hîvron derket ser dikê. Bi Hîvronê re coşa welatiyan derket lûtkeyê. 
 
Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Mûrad Îpek di konserê de axivîn. Hevşaredaran bal kişandin ser zextên li ser kurdî û dan zanîn ku dê çalakiyên wan ên li dijî vê bidomin.