Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan bi konserê bi dawî bû

img
MÊRDÎN - Mihrîcana Çand û Hunerê ya Jinan a Şaredariya Şemrexê bi konsereke bicoş bi dawî bû. 
 
Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan a bi hevkariya Şaredariya Şemrexê ya Mêrdînê ku di destê DEM Partiyê de ye û Organîzasyona Sanatçayê ve di 15-16’ê cotmehê de hat lidarxistin, bi dawî bû.
  
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, hevşaredarên gelek navçeyan û gelek kes tev li fînala mihrîcanê bûn. Qada mihrîcanê bi beşdariya sedan kesan tije bû. Di fînala mihrîcanê de defîleya cil û bergên kurdî hat lidarxistin û rastî eleqeyeke zêde hat. 
 
BAL KIŞANDIN SER KOMKUJIYÊN JINAN
 
Hevşaredar Demîr piştî defîleyê axivî û got: “Her çend ev cînayet bi destê kesekî yan jî çend kesan bên kirin jî, faîlê sereke pergal e. Heta ku hemû qadên jiyanê biewle dibin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.” 
 
Parlamenter Guneş jî bal kişand ser polîtîkayên pişaftinê û ev tişt anî ziman: “Êrişên li dijî ziman û çanda kurdî zêde dibin. Qedexe hêj didomin. Lewma jî divê em ji her demê bêhtir xwedî li ziman, çand û hunera xwe derkevin.” 
 
Piştî axaftinan, hunermend Ayfer Duzdaş û Sorjiyan derketin ser dikê û mihrîcan bi konsereke bicoş bi dawî bû.