Festîvala bêyî xalîçeya sor

img
QAMIŞLO - Festîvala fîlman a ji aliyê Komuna Fîlman a Rojavayê ve hat lidarxistin, da der ku "ruhê festîvala şoreşê divê wiha be". Her çend ruhê komunal ê festîvala bê xalîçeya sor di her aliyê xebatê de diyar bû jî, ne bê kêmasî bû jî. 
 
Bajarê Qamişlo li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal şahidiya festîvaleke fîlman a geş kir. Piştî navbereke dirêj, Komuna Fîlman a Rojavayê 5'emîn Festîvala Fîlman a Rojavayê ya Navneteweyî li dar xist. Festîval ku di 13'ê Mijdarê de bi dirûşmeya "Çîrokên Hevpar, Sînemaya Azad" dest pê kir, heta 20'ê Mijdarê berdewam kir. Gelek derhêner, senarîst û lîstikvan ji her çar perçeyên Kurdistanê û her wiha ji gelek welatên cîhanê beşdarî festîvalê bûn.
 
Di festîvalê de 81 fîlm hatin nîşandan. Hin ji wan kurt û dirêj bûn, hin jî belgefîlm bûn. Her wiha semîner û atolye hatin lidarxistin û panel li ser sînemaya jinan, sînemaya Rojhilata Navînê û dîroka sînemaya cîhanê hatin lidarxistin. Sînematografan jî ezmûnên xwe yên di warên cuda de parve kirin. Nîşandan li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo û hola konferansê ya TEV-ÇAND'ê hatin lidarxistin.
 
FÎLMÊN BERXWEDAN Û BÎRÊ
 
Îsal, tevî hemû zehmetiyan jî, festîvalê ji bo hezkiriyên fîlman cihekî bêhnvedanê vekir; atmosfereke gelek hestan hewand afirand; ji berxwedanê bigire heta bîranînan, ji êşê bigire heta hêviyên ji bo pêşerojê.
 
Fîlmên di hilbijartina festîvalê de bi awayekî xurt berxwedan, bîra kolektîf û êşên ku di dema Şoreşa Rojavayê de hatine jiyîn nîşan dan. Bi taybetî belgefîlm bi xurtî vê berxwedan û bîranînê dan der. Fîlmên li ser mijarên cihêreng, ne tenê yên li ser berxwedan û bîranînê, mijarên curbicur pêşkêş kirin.
 
KEDA KEDKARÊN KOMUNÊ
 
Li herêmeke ku bi salan e rastî êrişan tê, lidarxistina çalakiyeke çandî ya bi vî rengî hewldaneke girîng dixwaze. Ji ber vê yekê, hewldanên xebatkarên Komuna Fîlman hêjayî pesindayînê ne. Xebatkarên komunê ku bi çavkaniyên sînorkirî hatiye damezrandin, di tevahiya festîvalê de hewleke mezin dan. Her çend li gorî festîvalên ku li herêmên din tên lidarxistin wekî "amator" were hesibandin jî, ruhê wê yê azad ew ji gelek festîvalên din cuda dike. 
 
Ji derhêner, senarîst û lîstikvanê herî "navdar" bigire heta yê herî "nenavdar", her endamê komunê wekî ku beşek ji kar be tevgeriyan; carinan çay ji mêvanan re dianîn, carinan jî li kursiya ajotinê rûdiniştin. Mîna gelek "kesên navdar" xudperestî tune bû. Her kar bi hev re dihat kirin, her biryar bi hev re dihat girtin. Wan ji heman têfikê dixwar û nanê xwe parve dikirin. Ya herî berbiçav, tu yek ji wan eleqeya wan bi qezenca madî tune bû. Armanca wan a yekane ew bû ku xizmeta civakê bikin û hêjayî wê bin!
 
Girîngiya Festîvala Fîlman a Rojavayê ji sînemayê wêdetir e. Festîval têkoşîna herêmekê ya ji bo ravekirina xwe bi cîhanê re, têkoşîna parastina bîranînê û berxwedana şoreşê nîşan dide. Ji ber vê yekê, hesta hevpar a di navbera hemû temaşevanên fîlm de ew e ku festîval dê di salên pêş de bigihîje astên hîn mezintir.
 
* Festîvalê nîşan da ku ne girîng e ku kesayetên navdar beşdarî bernameyan bibin; ya girîng ruh e. Ango ruhê komunal, ruhê azad, ruhê şoreşger.
 
* Şervanên ku di Şoreşa Rojavayê de jiyana xwe ji dest dan, mohra xwe li festîvalê dan. Çîrokên wan hem di fîlman de û hem jî di axaftinan de hatin vegotin.
 
* Hat destnîşankirin ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser çand û hunerê, ruhê kolektîf ê festîvalê zindî kiriye.
 
* Wêneyên rojnamevan û xebatkarên sînemayê yên ku di şoreşê de jiyana xwe ji dest dane di seranserê festîvalê de hatin pêşandan. 
 
* Nebûna "xalîçeya sor" ku sembola statu, şêwaz û mezinahiyê ye, bi awayekî bêkêmasî ruhê festîvala şoreşgerî nîşan da.
 
* "Dilbijandina" bi protokolê re li vir jî berdewam dike. Rêveberên ji saziyên curbicur ên ku beşdarî bernameyê bûn, qet dest ji rûniştina li rêzên pêşîn bernadin. 
 
* Ekranên projeksiyonê yên li salonên nîşandanê giyanê fîlman nedidan der. Hem di warê deng û hem jî di warê wêneyê de pirsgirêkên cidî hebûn. Ekrana projeksiyonê ya li salona Mihemed Şêxo ji ya li cihê din çêtir bû.
 
* Paqijkirina deverên hevpar li salonên sînemayê dikaribû çêtir bûya. 
 
* Fîlmên vekirin û girtinê yên festîvalê her du jî ew fîlm bûn ku ji aliyê xebatkarên komunan ve bi zehmetî hatine çêkirin. Fîlma vekirinê an jî ya girtinê dikarîbû ji herêmên cuda bihata hilbijartin. (Nîşe: her du fîlm di kolajê tune bûn.) 
 
* Demjimêrên nîşandana fîlman dikarîbû baştir bihata organîzekirin. Her çend ev ne niyeta kedkarên festîvalê bû jî,  lê hestek hebû ku fîlmên ku sibehê dihatin nîşandan neheqî li wan dihat kirin.
 
* Guhertinên di demên nîşandanê de, kêmasiyên teknîkî di dema nîşandanê de û hatin û çûnên tim çêdibûn nedihiştin sînemahez tam adapteyî fîlman bibin. 
 
* Ji bo festîvalek ku armanc dike alternatîf be, "pêşbazîkirina" fîlman ne tiştekî rast e. Wekî FîlmAmedê "Xelateke tematîk", dê bêtir li gorî ruhê festîvalê be.
 
Sibê: Navnîşana sînemaya azad
 
MA / Azad Altay