NAVENDA NÛÇEYAN – Hevdîtina Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed Tirkiyê aciz kir. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyanî da û got: “Pirsnîşanên cidî çê kiriye.”
Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lînde û Seroka Meclîsa Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed hevdîtinek bi rêya dîmen pêk anîn. Lînde têkildarî hevdîtinê di hesabê xwe yê Twîtterê de wêne parve kir.
Lînde di twîta xwe de wiha got: “Hevdîtina li gel Konseya Meclîsa Sûriyê Îlham Ehmed. Me operasyona leşkerî ya Tirk ku li Bakurê Sûriyê pêk tîne û krîza însanî ya li herêmê û gelek mijarên din gengeşe kir. Alîkariya derveyî sînor gelek girîng e.”
Hevdîtinê Tirkiyê aciz kir. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê daxuyanî da û got: “Vê hevdîtinê pirsnîşanên cidî çê kiriye.”