STENBOL - Edîtorê Rojnameya AGOS'ê Pakrat Estûkyan, anî ziman ku wê Koma Mînksê ji bo şerê di navbera Azerbaycanê û Ermnesîtanê de nebe cihê çareseriyê û got rol û rista vê komê aştî ye, lê belê pratîka wê şer e.
Şerê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de ji 27'ê Îlonê ve didome. Edîtorê Serwîsa Ermenkî ya Rojnameya AGOS'ê Pakrat Estûkyan, anî ziman ku rol û rista DYA, Rûsya û Fransayê ya ji bo çareserkirinê heye, lê belê her sê jî li ber çareseriyê asteng in.
PEVÇÛN DIDOMIN
Estûkyan, anî ziman ku çendî ku agirbest hatibe ragihandin jî pevçûn didomin û got: "Îlham Alîyev soz da gel û got, 'Em ê di vî şerî de axa xwe ya hatiye dagikirin bistînin.' Tirkiye jî bi heman armancê hem bi eskeran hem bi çekan hem jî bi cîhatparêzên ku ji Sûriyeyê anî bî alîgirê vî şerî. Lê negihaştin mexseda xwe. Di roja ewil a şer de wekî ku dê şer di du rojan de biqede daxuyanî dan, lê niha em di roja 24'an de ne. Hîn jî Azerbaycanê cihekî werê berbiçav bi dets nexistiye. Heger şer bi vî awayî biqede, wê ji bo Azerbêcanê hezîmet be û wê ji bo Qerebaxê jî serketin be. Wê bibêjin me gavek jî paş de neavêt. helbet niha hin mewzî ji dest çûne, lê paş ve venekişiyane û axeke werê ber biçav jî ji dest Qerebaxê neçûye. Azerbaycan bi hêzeke mezin êrîşê dibe ser Qerebaxê, lê tiştekî ber bi çav bi dets nxistiye. Lewma agirbes nabin tiştine mayinde."
WÊ ALIYEV BIDIN BER LÊPRISîNÊ
Estûkyan, destnîşan kir ku heger agirbest bi vî awayî bibe agirbesteke mayinde jî wê gel îqtidara Aliyev bide ber lêpirsînê û got: "Jixwe yek ji faktorên ku ji bo azerbêcanê bû sebeba şer jî ew bû ki kêmbûna fiyetê petrolê di qada navneteweyî de. Ev yek bandoreke nebaş li wan kir. Ji xeynî petrolê çavkaniyeke girîng a Azerbaycanê tuneye. Hilberîn û pîşesaziya wê tuneye. Dahata wê giş petrolên Bakuyê ne. Ji ber ku di qada navneteweyî de fiyetê petrolê jî erzan bû, di warê aborî de tengijî. Aboriya Qerebaxê û Ermenîstanê jî nebaş e. Îjar heger şer bi vî awayî biqede wê ji bo Aliyev bibe têkçûyînek. Qet nebe wê civaka wî bi vî awayî binirxîne."
Her wiha Estûkyan anî ziman ku şer li ber çareseriyê dibin sedema astengiyên mezin û got, şerê di navbera her du welatan de çareseriyê zehmet kiriye.
TAWÎZDAYÎN Û ÇARESERÎ
Estûkyan, destnîşan kir ku wê pirsgirêka Qerebaxê bi tawizdayîna her du aliyan çareser bike û got: "Azerbêcan, divê mafê diyarkirina çarenûsa Qerebaxê nas bike û bi rêzgirî nêzî wê bibe. Her wiha divê Qerebax jî ji deverên Azerbaycanê yên hatine dagikirin derkeve. Jixwe Qerebax li van deveran dawa axê nake. Ji bo ji wir derkeve bawerî û ewlehiyê dixwaze. Ev, wê bi vî awayî bê çareserkirin. Lê belê dibe ku terka her 7 reyonan neke. Heger terk bike wê tu pêwedniyeke Qerebaxê bi Ermenîstanê re nemîne. Dibe ku Qerebax wekî giravekê di nava Azerbaycanê de bimîne. Lê dibe ku terka 5 reyonan bike û ji bo her du reyonên din hin çare bên dîtin. Di vî warî de dikarin gelek reçeyan çêbikin. Yanî gava serxwebûna Qerebaxê bê naskirin an jî mafê Qerebaxê yê daixlbûna nav Ermenîstanê bê ankirin wê terka wan herêman bike. Îjar heger tu rabî bi polîtîkayeke wekî Qerebax a Azrbêcanê ye tevbigerî, tu yê bi ser nekvî. Qerebax a qerebaxiyan e. Di vî warî de divê biryar a gel be û rêz bê girtin. Heger ev pêk bê, wê mesele jî çareser bibe."
‘ROL Û RIST AŞTÎ YE, LÊ PRATÎK ŞER E'
Estûkyan bal kişand ser rewşa Koma Mînksê jî û got, wê Koma Mînksê ji bo şerê di navbera Azerbêcan û Ermnesîtanê de nebe cihê çareseriyê û got, rol û rista vê komê aştî ye, lê belê pratîka wê şer e.
Estûkyan, anî ziman ku hevserokên Koma Mînksê DYA, Rûsya û Fransa 30 xwedî hêzeke ku karin pirsgirêkê çareser bikin, lê belê rol û rista xwe bi cih naynin. Estûkyan, anî ziman ku ev hêz dixwazin li ber destê wan tiştek heme ku karibin manîpule bikin û wekî koz bi kar bînin û got: "Lewma her sê welat naxwazin ev yek çareser bibe. Bawer nakim ku Koma Mînksê pirsgirêkê çarser bike. Ev bi du pêşengên ku karibin diyalogê deynin pêkan e. Yek ji vana pêşengê Azerbaycanê, yê din din ê Qerebaxê an jî yê Ermenîstanê. Ev dikarin bi diyalogê herl bikin. Ev mesele bi ferzkirinê çênabe."
TASFIYEKIRINA AQILÊ FAŞÎST
Estûkyan destnîşan kir ku bedêla şer giran e û got: "WÊ agirbest bi awaykî çêbibe, lê meseleya esas ew e ku piştî vî şerî wê kî rûmet û xurûra civaka Ermenîstan û civaka Azerbaycanê bide ser hev. Divê van mirovan nexistna vî halî. Halbûkî tişta diviya bihata kirin, ji aliyê her du terefan aştiyeke mayinde bû. Pêdiviya her du aliyan jî bi vê heye. Ev tişt ji bo welatên cîran hemûyan jî derbasdar e. Navbera Tirkiye û tu cîranan nebaş e. Ev pirsgirêk divê bê helkirin. Heya ev pêk neyê em ê giş biêşin. Lê axirê em ê rêyekê bibînin. Em mecbûr in aqilê faşîst û nîjadperest tasfiye bikin."
MA / Îdrîs Sayilgan