Di hilbijartina Ermenistanê de dîsa Paşinyan bi ser ket

  • cîhan
  • 09:55 21 Hezîran 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan di hilbijartinên giştî de bi dengekî bilind bi ser ket. Gelek çavdêr ji çalakiyên protestoyî bi fikar in.
 
Partiya "Peymana Sivîl" a Nikol Paşinyan ji sedî 53.9 ê dengan wergirt û bi vî rengî bi ser ket. Bloka Serokkomarê berê Robert Koçaryan jî ji sedî 21'ê dengan stand.
 
Hİn encamên hilbijartinên roja yekşemê bi rengekî fermî nehate ragihandin, lê Paşinyan serketina xwe ragihand. Paşinyan got: "Ji xwe em zanin ku di hilbijartinê de me serketineke xurt bi dest xistine û li Parlamentê em ê serwer bin."
 
Gelek çavdêr bi fikar in ku çalakiyên protestoyî yên tundiyê rû bidin. Civaka Ermenî, ji têkçûna li Qerebaxê û vir ve ji hev cihê bûye.
 
Rojnamevanê berê yê 46 salî Nikol Paşinyan bi şoreşeke aştiyane ya li dijî nelirêtiya bijartieyan sala 2018'an bûbû desthilatdar. Lê belê ev piştgiriya ji bo wî ya di asta rekorê de, piştî ku payîza 2020'an Azerbaycanê bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Qerebaxê dest bi şer kir, têk çû.
 
Di şerê şeş hefteyan de 6.500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ermenistan neçar ma ku herêmên ji salên 1990'î û vir ve di bin kontrola wê de bû ji Azerbaycanê re bihêle.
 
Paşinyan di hilbijartinên sala 2018'an de bi rêjeya ji sedî 70'î bi ser ketibû.