ENQERE - Ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re 350 parêzerên ji welatên cuda serlêdan kiribû. Ji parêzeran Lukas Theune yê alman diyar kir ku Tirkiye li gorî serê xwe nikare bibêje “min kesek ji mafê hêviyê bêpar hişt” û wiha got: “Ev rewş derhiqûqî ye. Tirkiye dîsa sûc dike.”
Ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzeran di 13’ê îlonê de bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, serî li Wezareta Edaletê dan. Parêzeran da zanîn ku ev 18 meh in ji Îmraliyê tu agahî nayên girtin û bi vê rewşa tecrîda girankirî re jî di mijara pêşîlêgirtina îşkenceyê de hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Parêzeran heman serlêdan ji bo Yekitiya Parêzaran a Ewropayê, Yekitiya Parêzeran a Tirkiyeyê û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî kirin. Parêzeran di 14’ê îlonê de têkildarî serlêdana xwe li Brukselê di Kluba Çapemeniyê ya Ewropayê de daxuyanî da. Li gel gelek nûnerên hiqûq û rêxistinên mafên mirovan, her wiha ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Şakar jî amade bû.
Ji parêzerên serlêdan îmze kirî hiqûqnas Lukas Theune yê alman, têkildarî serlêdanê bi ajansa me re axivî.
Parêzer Lukas Theune
‘MÎNAKA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ LI TU DEVERAN NÎNE’
Theune da zanîn ku mînaka tecrîda li Îmraliyê li tu deverekî nîne û wiha got: “Mirov dikare bibêje hinek şert û mercên mîna wê li Guantanamoyê jî hene. Her wiha tê zanîn ku DYA’yê nedihişt girtiyên Kubayî jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Lê belê rewşa niha li Îmraliyê naşibe tu mînakên din. Ocalan ji sala 2019’an heta niha û 3 girtiyên din jî ji 2015’an heta nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Bi vê rewşê re hemû qanûnên li her devera cîhanê tên binpêkirin. Li gorî peymanên navneteweyî, mafê her girtiyekî heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev yek di qanûnên emû welatan de û hem jî di peymanên navneteweyî de pir aşkera ye. Lê mînaka tiştên Tirkiye li Îmraliyê dike nîne û nikarin bi tu awayî xwe rewa derxînin.”
'TIRKIYE JI BERTEKAN TIRSIYA’
Bi domdarî Theune bi bîr xist ku di 25’ê adara 2021’an de ji nişkan ve mafê hevdîtina li ser telefonê bi Ocalan dane bikaranîn û wiha pê de çû: “Ev yek di rewşeke pir krîtîk de pêk hat. AKP’ê hewl da ji hêla siyasî ve sûd jê bigire. Rejîma AKP’ê baş pê dizanî ku hem li cîhanê û hem jî li bajarên kurdan gelek kes ji ber tenduristiya Ocalan bifikar in. Tirsiya ku ji ber van fikaran bertekên mezin derkevin. Lewma xwestin bi pêngaveke polîtîk ji vê rewşê sûd bigirin. Li gorî min divê ew zexta polîtîk a wê demê dîsa bê kirin. Divê hempîşeyên me bikarin bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Bi qedexekirina hevdîtinê re mafên mirovan ên navneteweyî û Peymana Neteweyên Yekb^yî (NY) tên binpêkirin. Mafê dewletên ewropî heye ku ji ber tecrîdê muyîdeyan li Tirkiyeyê ferz bikin. Lê ji bo vê hewcehî bi sekinandina hevkariyê heye. Ji bilî Îmraliyê, li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan ên din jî hene. Lê yek jê ya herî girîng e. Bêguman mafê ferzkirina muyîdeyan heye lê biryarên polîtîk didin. Anku weke parêzerekî ez nikarim sedema vê ji hêla hiqûqî ve vebêjim. Ji ber bersiva wê hiqûqî nîne.”
‘DIVÊ DI ZÛTIRIN DEMÊ DE MUEYÎDE BÊN FERZKIRIN’
Di berdewamê de Theune anî ziman ku di demekî weke şerê Rûsya-Ûkraynayê de welatên ewropî baş di ferqa girîngiya pozîsyona Tirkiyeyê de ne û ev nirxandin kir: “Cisaret nakin ku dengê xwe ji Tirkiyeyê re bikin. Dixwazin lê nikarin bikin. Ji ber ku tevek jî di ferqa sûcên şer ên Tirkiyeyê û binpêkirinên mafan de ye. Lê belê ji hêla hiqûqî ve dikarin mueyîdeyan bikin û divê di zûtirin demê de bikin. Ji bo tecrîdê gelek kampanya hatin lidarxistin. Di demekî nêz de li Tirkiyeyê nêzî 800 parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Niha jî 350 parêzerên ewropî serlêdan kirin. Ji deverên cuda yên cîhanê jî nêzî 750 parêzeran serlêdan kir. Lê divê tenê parêzer li ser vê rewşa tirsnak a Îmraliyê nesekinin. Divê hemû gelên cîhanê li dijî vê rewşa ku mînakên wê nînin, dengê xwe derxînin. Divê em zextê bikin û dengê xwe bêhtir derxînin. Heke em bikarin vê bikin, dê Erdogan bedelekî giran ê siyasî bide ku nekare ji bin derkeve. Dê neçar bimîne ku parêzer biçin hevdîtina Ocalan û 3 girtiyên din.”
‘DIVÊ MUYÎDEYÊN ABORÎ BÊN FERZKIRIN’
Parêzer Theune destnîşan kir ku bi tecrîda Îmraliyê re mafê parêzeran ê hevdîtina bi miwekîlên xwe re jî hatiye binpêkirin û wiha axivî: “Di qanûnên welatên ewropî de mafê hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên xwe re heye. Her wiha di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de jî heye. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê gelek caran serî li DMME’yê da. DMME’yê jî beriya niha gotibû Ocalan bi adilane nayê darizandin. Pirsgirêka mezin ew e ku rejjîma li Tirkiyeyê ji kontrolê derketiye û tu biryarên dadgehan û hiqûqê nas nake. Mînak DMME’yê ji bo Kavala biryara berdanê da lê Tirkiyeyê got ‘ez bernadim.’ Ji hêla hiqûqî ve Tirkiye neçare li gorî biryarê tevbigere. Di vê rewşê de biryara herî baş ew e ku mueyîdeyên aborî li Tirkiyeyê bên ferzkirin. Jixwe ji bilî vê guh nade tu tiştekî din. Divê DMME jî pir bi vekirî nîşanî Tirkiyeyê bide ku nikare mafê parêzeran binpê bike.”
'TIRKIYE NIKARE KESEKÎ JI MAFÊ HÊVIYÊ BÊPAR BIHÊLE’
Herî dawî jî Theune ev tişt anî ziman: “Tirkiye nikare li gorî serê xwe bibêje ‘min felan kes ji mafê hêviyê bêpar hişt.’ Mafekê wê yê wiha nîne. Ev bi hiqûqî nîne. Tu welat nikarin li gorî serê xwe biryarên ser hiqûqan re bidin. Ev rewş, rewşekî derqanûnî ye. Tirkiye dîsa sûc dike. Gelo dikare pêşî li ber vê were girtin? Ev pirsirêkeke polîtîke. Girtîgeha Îmraliyê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye û kesek nikare bibêje ‘hûn li gorî qanûnan tevnagerin’ û girtiyekî ji wir derxîne. Lê bi hiqûqê mirov dikare pêşî lê bigire. Lê wekî min got, Tirkiye bûye dewleteke heydût û guh nade tu qanûn û biryarên dadgehan. Çi dibe bila bibe mafê her mirovekî heye ku bi malbat û parêzerê xwe re hevdîtinê bike. Ev mafekî bingehîn ê mirovî ye. Divê Abdullah Ocalan bikare van mafên xwe bi kar bîne. Mijar ewqas hêsan e.”
MA / Gozde Çagri Ozkose