NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya kurdan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê daye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike.
Çalakiya ku kurdan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropa (KE) ya li bajarê Strasboûrgê dane destpêkirin, di roja 3’yemîn de didome. Çalakiya îro wê Kurdistaniyên ku ji Swîsreyê hatin, saziyên baweriyê yên Kurdistanî, Tevgera Elewiyên Demokratîk (FEDA), Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK), Koordînasyona Êzidiyan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), partiyên Rojhilatî, hevserokên KNK û KCDK-E, hilbijartiyên HDP’ê, Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AvEG-KON) û hunermendên TEV-ÇAND’ê bidomînin.
Çalakvan wê di saet 12:00’an de daxuyanî bidin. Tê payîn ku di daxuyaniyê de nûnerên saziyên Kurd, parlementerên KA, Înîsiyatîfa Jinan a Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Koma Parêzerên Ocalan a Navneteweyî axaftin bikin.
Tê payîn ku endamên Tekiliyên Derve yên HDP’ê Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca ku beşdarî civîna KE’yê bûn û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez serdana çalakvanan bikin.
HEVDÎTINA HEYETAN DIDOME
Çalakiya Kurdistaniyan li pêşiya KE dewam dike. Her wiha hevdîtinên heyeta HDP’ê ku ji parlamenter Feleknas Ûca, Hişyar Ozsoy û nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Faîk Yagiz pêk tê, didome. Hate diyarkirin ku ji xeynî heyeta HDP’ê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Delegasyona Jinan a Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Koma Parêzerên Abdullah Ocalan a Navneteweyî jî hevdîtinan dikin.