Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir

  • cîhan
  • 14:47 29 Çile 2023
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Efxanistanê ku di bin rêveberiya Talîban de ye, ketina ezmûnên zanîngehê li xwendekarên jin hate qedexekirin.

 
Talîban di tebaxa 2021’an de rêveberiya Efxanistanê xistibû bin destê xwe. Bi îtkîdara Talîban re qedexeyên ji bo jinan li pey hev hatin û ev qedexe hêj jî didomin. Herî dawî jî Talîban ku çûyîna jinan a zanîngehê qedexe kiribû, ezmûnên zanîngehê ku wê meha pêş werin lidarxistin jî li xwendekarên keç qedexe kir.
 
Wezareta Xwendekaran a Bilind fermana rêveberiya Talîbanê ji hemû zanîngehan re şand. Di nameyê de hat diyarkirin ku saziyên li gorî talîmatê tevnegerin dê bên cezakirin.