NAVENDA NÛÇEYAN - 17’emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin. Di rûniştina bi sernavê “Yekîtiya Ewropa û Kurd” de hate diyar kirin ku divê biryara bêçalaktiyê ya PKK’ê bê nirxandin.
Konferansa ku li Parlementoya Ewropayê li ser Kurd, Yekîtiya Ewropayê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, 8’ê Adarê dest pê kir. Di konferansê de rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî û balafirên bêmirov hatin nîqaşkirin. Di rûniştina ewil a konferansê de ku saet di 15:00’an de dest pê kir, mijarên bi sernavê “Yekîtiya Ewropa û Kurd” hatin pêşkeşkirin. Ev rûniştin ji aliyê yek ji organîzatorên konferansê endamê Lijneya Rêveber a EUTCC û akademîsyenê Holandî Joost Jongerden ve hat rêvebirin.
Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Nilufer Koç bendewariyên kurdan ên ji Ewropayê nirxandin.
KOÇ: DIVÊ FIRSENDA AGIRBESTÊ BÊ NIRXANDIN
Koçê anî ziman ku Tirkiye sozên xwe bi cih nayîne û got: “Ne li gorî pîvanên tevlêbûna Yekîtiya Ewropayê ye, li gorî pîvanên endamtiya NATO’yê tevnagere. Tirkiye hewl dide bakurê Sûriye û Iraqê dagir bike.“
Koçê diyar kir ku ew Tirkiyeyê weke welatekî ku ji welatên cîran re pirsgirêkan derdixe dibînin û anî ziman ku civaka navneteweyî li hemberî dagirkeriyê bêdeng e. Koçê îşaret bi hilbijartinan kir û wiha domand: “Ev hilbijartin wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike. Wê derbasî demokrasiyê bibe yan otokrasiyê?” Koç anî ziman ku dewleta tirk hem di NATO û hem jî di YE’yê de berpirsiyariyên xwe bi cih nayne û got: “ Em ê bi Erdogan re berdewam bikin yan jî bi alternatîfa wî re? Bi ya min ev firsendeke dîrokî ye ku PKK hemû çalakiyên xwe yên leşkerî daye rawestandin.”
Koçê got ku divê Komîsyona Ewropayê jî ji bo hilbijartinan adil hewl bide. Koç, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi bîr xist û got: “Em kurd ev du sal in nizanin li Îmraliyê çi diqewime. Divê di zûtirîn demê de şandeyek bijîşkî ya serbixwe biçe Îmraliyê.”
Li ser navê Komeleya Demokrasî û Mafên Mirovan a Navneteweyî (MAF-DAD) Mahmût Şakar, “lîsteyên terorê” ku PKK xistine nav, nirxand. Şakar diyar kir ku bi hezaran, deh hezran kes ji ber lîsteyê mexdûr in û anî ziman ku krîmînalîzekirina kurdan di nîva salên 1980’î bi qetilkirina Olof Palme dest pê kiriye. Şakar destnîşan kir ku ev polîtîka piştre ji aliyê Elmanyayê ve ketiye dewrê û dest bi girtin û zextên giran kiriye. Şakar bi bîr xist ku piştî êrîşa 11’ê Îlona 2001’an YE’yê jî lîsteya terorê çêkiriye.“
Şakar anî ziman ku li gel bangên aştî û çareseriyê yên PKK’ê jî xistina PKK’ê di nav lîsteyên terorê de tercîhekî siyasî ye. Şakar bal kişand ser dozên li Dîwana Edaletê ya Ewropayê yên li dijî lîsteyan û anî ziman ku Dîwana Edaletê ya Ewropayê jî di vê mijarê de paş ve kişiyaye.
LÎSTEYA TERORÊ BÛYE RÛYÊ ZILMÊ
Şakar bi lêv kir ku dewleta Tirk her sûcê ku li hemberî Kurdan dike bi “lîsteyê” rewa dike û got: “Lîsteya terorê bûye rûyê zilmê.”
QETLÎMA PARÎSÊ
Berdevka Têkiliyên Derve ya CDK-F’ê Berîvan Firat, êrîşa çekdarî ya 23’ê Kanûna 2022’an a li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê nirxand. Firat got: “Divê PKK’ê teqez ji lîsteya terorê bê derxistin.” Firat, komkujiya Parîsê bi bîr xist û diyar kir ku ew ne êrîşekî nîjadperestî ye.
Firat bi bîr xist ku sê şoreşgerên jin ên Kurd di sala 2013’an de li Parîsê hatine qetilkirin û got: “Li gel ku derket holê ji aliyê îstîxbarata tirk ve hatiye kirin, lê dîsa jî tu pêşketin di dozê de çênebû.”
Firat, têkîldarî komkujiya Kanûna 2022’an jî wiha got: “Gelek pirs hatin kirin, lê tu bersiv nehatin dayîn.” Firat diyar kir ku meqamên fermî yên Fransayê hewl didin êrîşkar weke kesekî nîjadperet nîşan bidin.
Endamê PE’yê Nîkolaj Villumsen jî mijara bi sernavê ”Ewropa û Pirsgirêka Kurd: Nakokî û vebijark” pêşkeş kir. Villumsen bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî û wiha berdewam kir: “Divê ev yek bibe mijara lêpirsînê.” Villumsen diyar kir Yekîtiya Ewropayê bangên wan ên têkildarî vê mijarê bêbersiv dihêle. Durûtî heye.”