ENQERE - Ekonomîsta Arjantînî Beverly Ann Keene ku têkiliya di navbera pêvajoya şer û krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê de nirxand, wiha got: “Tirkiye piraniya çavkaniyên xwe yên budçeyê di şerê li dijî kurdan de xerc dike.”
Aktîvîsta mafên mirovan û ekonomîsta Arjantînî Beverly Ann Keene, bandora tecrîda mûtleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û neçareseriya pirsgirêka kurd a li ser aboriya dewleta tirk nirxand.
Keene da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye û ‘nayê qebûlkirin’, bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî ya li dijî vê tecrîdê rexne kir. Keene bal kişand ku hêzên navneteweyî ji ber têkiliya dewleta tirk a bi NATO’’yê re û pozîsyona wê ya jeopolîtîk li dijî tecrîdê bêdeng dimînin û wiha got: “Heke hûn li qeydên Komîteya Mafên Mirovan a Ewropayê an jî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) binêrin, ji bo rewşê bigirin dest hin hewldan hene. Lê pişt re bêdengiyeke domdirêj heye. Ya ku divê em bikin ev e; zorê li hikûmetan bikin ku zextê li Tirkiyeyê bikin û bêjin ku ev rewş nayê qebûlkirin. An ku hevkariya sûcî bi dawî bikin.”
‘DIVÊ ZEXTA LI SER TIRKIYEYÊ BÊ ZÊDEKIRIN’
Keene, bi bîr xist ku di navbera salên 1976’an û 1983’yan de li Arjantînê bi hezaran mirovên çepgir bi îşkenceyê hatin qetilkirn û bi lêv kir ku di wê serdemê de jî heman bêdengî hebû. Keene, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê yekê ev yek tişta ku em dubare dubare dibînine. Dijwariya herî mezin a pergalên parastina mafên mirovan; Dewletên ku van sîsteman saz dikin, heman dewletên ku van binpêkirinan pêk tîninin. Pêwîste rêxistinên gel, tevgerên civakî, hikûmet û tevahiya cîhanê zexta li ser Tirkiyeyê zêde bikin.”
‘HER NORMÊ BINPÊ DIKIN’
Keene, bal kişand ser kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û ev tişt got: “Niha rastiya girtiyekî siyasî heye ku zêdetirî 74 salî ye (Ocalan) û 25 sal in di girtîgehê de ye, bi awayekî bêhiqûqî ji welatekî veguhastine welatekî din, ku rastî darizandineke nehiqûqî tê û bi temamî şert û mercên ne însanî yên ragirtinê hene. Wekî din zêdetirî 3 sal û nîv in tecrîdeke mutleq heye. Tu kes tu hikumetên ku di cîhanê de van şertan qebûl bike nîne. Teqez her ferasetê, her qanûnê her normê binpê dikin.”
Keene, qala têkiliya pêvajoya şer û krîza aboriyê ya dewleta tirk kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye piraniya çavkaniyên xwe yên budçeyê di şerê li dijî kurdan de xerc dike. Ji ber vê yekê heke têkiliyek di navbera krîz û têkoşîna gelê kurd de hebe; di vir de bi guhertina polîtîkaya dewleta tirk a li dijî gelê kurd re dikare vê yekê bi rengekî gelekî qanûnî çareser bike. Ji aliyê aboriyê ve avakirina aştiyê ji şer gelekî çêkertir û erênîtir e.”
Keene, ev tişt gotin: “Her kes di derheqê tiştên ku dê biqewimin û dê di mehên pêş da jiyan çawa dijwartir bibe da pir reşbîn e. Lê belê heta ku em amade bin ku vê têkoşînê bi rêxistin bikin û li ber xwe bidin wê her tim hêvî hebe.”