NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump û Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn li ser telefonê axivîn.
Serokê DYA’yê Donald Trump li ser telefonê bi Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re hevdîtin kir. Trump, têkildarî hevdîtinê bi New York Postê re axivî û got ku têkildarî şerê li Ûkraynayê axivîne. Trump, di balafirê de pirsa rojnamegeran a “We bi Putîn re çend caran hevdîtin kir?” jî wiha bersivand: “Heke ez nebêjim çêtir e.”
Trump, diyar kir ku berevajî serokê berê Joe Biden, her tim têkiliya wî ya bi Putîn re baş bû û wiha got: “Biden ji bo neteweya me cihê şermezariyê ye.” Trump, destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê xwedî planeke şênber e û got: “Hêvîdarim ev bilez û bez pêk bê.”
Kremlînê heta niha têkildarî hevdîtinê tu daxuyanî nedaye.