Pakistanê êrişî Efxanistanê kir: 9 zarok û jinek hatin kuştin

  • cîhan
  • 09:52 25 Mijdar 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Pakistanê li dijî wîlayeta Khostê ya Efxanistanê êrişa hewayî kir. Di êrişê de herî kêm 9 zarok û jinekê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Rêveberiya Talîbanê ragihand ku artêşa Pakistanê şevê din bi balafiran êrişî navçeya Gurbuzê ya bajarê Khost ê Efxanistanê kir. Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahîd, da zanîn ku êriş li gorî saeta herêmî di 00.00’an de hatiye kirin û avahiya hedef hatiye girtin bi temamî hilweşiyaye. Mucahîd, got ku êriş li dijî mala sivîlê bi navê Wilayat Khan hatiye kirin û di êrişê de 9 zarok û jinekê jiyana xwe ji dest dane. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Pakistanê li wîlayetên Kunar û Paktîkayê jî heman êrişên hewayî kiriye û di êrişan de 4 sivîl birîndar bûne. 
 
Meqamên Pakistanê heta niha jî têkildarî êrişê daxuyaniyeke fermî nedane.