NY: Rexmê agirbestê Îsraîlê li Lubnanê herî kêm 127 sivîl qetil kir

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê, Thamine el-Kheetan ragihand ku rexmê agirbesta di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Lubnanê de herî kêm 127 sivîl hatine qetilkirin.

 
Berdevkê Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê, Thamine el-Kheetan, li Cenevreyê daxuyand ku tevî agirbestê, êrişên Îsraîlê zêde bûne û ev yek bûye sedema mirina sivîlan, hilweşandina binesaziyê û metirsiyên giran ên êrişeke berfirehtir.
 
El-Kheetan anî ziman ku herî kêm 127 sivîl mirine, û got ku ev hejmarên hatine eşkerekirin li ser “metodolojiyeke piştrastkirinê ya bi baldariyeke mezin” hatine damezrandin, lê dibe ku hejmara rastîn zêdetir be.
 
Li gorî analîza ACLED’ê ya ku daneyên li qadê dişopîne, di navbera 27’ê Mijdara 2024’an û 14’ê Mijdara 2025’an de li Lubnanê ji ber êrişên Îsraîlê 136 sivîl jiyana xwe ji dest dane.
 
El-Kheetan her wiha banga vekirina lêpirsînên bilez û bêalî ji bo hemî êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê kir, bi taybetî êrîşa hewayî ya 18'ê Mijdarê ya li kampa penaberan a Ayn el-Helwê ya nêzî Sayda, ku tê de herî kêm 13 kes mirin.
 
Li gorî bîlançoya giştî ya ku Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê hefteya borî weşandibû, ji dema agirbesta 27'ê Mijdara 2024'an ve, di êrîşên çek û hewayî yên artêşa Îsraîlê de herî kêm 331 kes mirine û 945 kes birîndar bûne. Di vê daxuyaniyê de cudahî di navbera sivîl û şervanan de nayê kirin.
 
Lêbelê, van hejmaran, li gorî daneyên NY, rayedarên Lubnanê û FINUL, nîşan didin ku tevahiya binpêkirinên agirbestê li ser hev zêdeyî 10 hezarî ne.