NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên azad li Ewropa ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi meşa dirêj kirin.
Bi sedan ciwanên Ewropayî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Dortmunê dest bi meşê kirin. Meş bi banga "Li dijî faşîzmê serî hilde, Rêber Apo azda bike" didome. Bi sedan ciwan bê navber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Şehîd namirin", "Faşist Erdogan" berz dikin û dimeşîn. Ciwan, bi poster, pankart û alên Kurdistanê meşa xwe berdewam dikin.