STENBOL - Serokê AKP’ê yê Giştî Tayîp Erdogan di çûyîna xwe ya Elmanyayê de destpêkê ji aliyê rojnamegeran ve hat şermezarkirin. Rojnamegeran Erdogan bi pankarta “Erdogan dadikeve Berlînê, rojnameger jî di girtîgehê dene” pêşwazî kirin.
Serokê Giştî yê AKP’ê Tayîp Erdogan piştî li New Yorkê tevlî Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû û şûnde, ji bo hin hevdîtinên heya 29’ê Îlonê çû Elmanyayê. Erdoganê li balafirgeha Berlîn Tegel hat xwarê ji aliyê rojnamegeran ve hat şermezarkirin.
Erdogan li balafirgehê rastî şermezarkirina Rêxistina Rojnamegerên Sînoran Nasnakin (RSF) hat. Rojnamegeran pankarta bi tîpên mezin “Erdogan dadikeve Berlînê, rojnameger jî di girtîgehê dene” bi pişta kamyonekê vekiribûn pêşwazî kirin û bal kişandin ser êrîşên desthilatdariya AKP’ê.
ŞERMEZAR KIRINA MEZIN SIBEYE
Di saetên şevê yên sibe de, di dema hevdîtina Erdogan a qesra Serokkomariyê de, dê li navenda Berlînê bi pêşengtiya platforma “Erdogan tu ne bi xêr hatî” çalakiya şermezarkirinê bê lidarxistin. Li bendêye bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bibin û di saet 16.00’an de, meşa şermezarkirinê pêk bê.