NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov teqez kir tu peyman û lihevkirinên Rûsya û Tirkiyeyê yên der barê Kurdên li Sûriyeyê nîne û destnîşan kir ku operasyonek leşkerî ya hevbeş a Îran, Rûsya û Tirkiyê li ser Sûriyê jî rû tuneye.
Têkildarî mijara rewşa Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê Lavrov wiha got: "Tu nêrînên hevpar di navbera Rûsya û Tirkiyê de ku Kurd terorîst in, tune ye. Giştî herêmên Sûriyê di agirbestê de ne, lê tenê Idlib bi pirsgirêk e û pêwîst e opozîsyonên çekdar û terorîst ji hev bên veqetandin."
Lavrov teqez kir ku tu operasyoneke leşkerî ya hevbeş a di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ya li ser axa Sûriyeyê tune ye.