Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite

img

ŞIRNEX - Li gelek deverên Şirnexê şewatên ji meha hezîranê ve dest pê kirine hêj didomin. Nêzî 5 meh in şewat li herêmê didome û dibe sedema talankirina xwezayê û tê gotin bi deh hezaran dar şewitîne. Şêniyên herêmê jî diyar dikin ku bi van şewatan re çavkaniya debara wan jî tê tunekirin.

Li Şirnex û navçeyên wê ji meha hezîranê ve şewata dar û daristanan didome. Li van herêmên şewat derdikeve jî Walîtiya Şirnexê ji 10'ê adarê ve "Heremên ewlehiya taybet" ragihandiye û çûnehata wan deveran qedexe ye. Demek dirêj e li çiyayên Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê operasyonên leşkerî jî tên lidarxistin. Şêniyên herêmê dibêjin bi taybetî şewatên ku derdikevin ji ber gulebarana leşkeriyê ye. Bi taybetî jî li gundên wekî Gundikê Remo, Cifane, Nêvava ku dikevin qûntarên Çiyayê Cûdî, birîna daran û şewat didomin.
 
BI DEH HEZARAN DAR ŞEWITÎNE 
 
Şewata ku li Çiyayê Gabar di navbera navenda bajarê Şirnex û navçeya Cizîrê de dest pê kir li deverên Zivingê û Memira, Deriyê Gabar, Bêsûke, Deşta Dêrşew, Qernê, Bîrava û Memîrûka yên Şirnexê belav bûye. Dema ku gundiyên Bêsedekê xwest ku mudexileyî şewatê bikin lê qereqolê destûr nedaye. Şêniyên herêmê diyar dikin ku bi hezaran darên derdora gund şewitîne. Gundiyên ku dixwestin mudaxeleyî şewata ku li herêmê berdewam dike bikin, fermandarê qereqolê yê ji Tabûra Cendirmeyan wan asteng kiriye û bo wan gotiye “Heta ku Tabûra Gormec li vir be dê şewat bidome. Ji ber ku herêm ji hêla taburê ve tê gulebarankirin.” 
 
Parlementerê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê  Hasan Ozguneş ji bo ku balê bikişîne ser şewatên li herêmê, di 10'ê îlonê de li ber avahiya partiya xwe ya Şirnexê dest bi çalakiya rûniştinê ya 3 rojan kir.
 
Her wiha di 14'ê Îlonê de komek ku ji ekolojîstan pêk dihat li herêmên şewatê lêkolîn pêk anîn. 
 
Ji ber li herêmên ku şewat derketiye av tunebû, gundiyan hewl dan ku bi axê agir vemirînin. Gundiyên ku piranî hatin asteng kirin, ji bo vemirandina agir bang li qereqol û tîmên agirukuj kirin, lê her carê ji hêla rayedaran bi hêceta "Me mijûl nekin" bêbersiv man. 
 
Ji aliyê din ve xelkê herêmê ku debara xwe bi mêşvanî, kezwan û sewalkariyê dikin, çavkaniyên wan yên debarê bi van şewatan hatin tunekirin. 
 
'HEMÛ ÇAVKANIYÊN DEBARA ME ŞEWITÎN' 
 
Ji gundê Cifanê ya Şirnexê Fatma Tûnç derbarê şewata zirarê dide wan de axivî û wiha got: "Di vê pêvajoya şewatê de gelek çavkaniyên me yên debarê hatin tunekirin. Ne tenê rez û baxçeyên me, ajalên me, darên gûzên me zirareke gelek mezin dîtin. Di her şewata ku li gundê me derketî de me gazî agirkujiyê, şaredariyê û qereqolê kir ku mudaxele bikin. Lê di her carê de têlefon li rûyê me girtin û digotin "Me mijûl nekin.' Me jî ji nêçariyê hewl dida ku mudexile agir bikin. Lê nehiştin ku em mudexile bikin. Em asteng dikirin. Niha jî em nikarin têkevin gundê xwe. Ketin û derketinên gundê me qedexe kirine. Herî dawî dema ku em çûn gund, 10 caran zêdetir  qereqolê bang kirin û ji me re gotin ‘We wexta xwe derbas kir, hun li ku man, ji gund derkevin. Heke tiştek were serê we, em ne berpirsyarin.' Debara me li ser darên gûzan, kezwanan û sewalkariyê bû. Lê yek ji wan nema. Wan hemî çavkaniyên me tune kirin. Wan ji bo heywanên me giya nehiştin ku em bikaribin ji bo zivistanê amade bikin. Em niha qet nizanin wê çawa bibe."
 
Li herêma Şirnexê ji meha hezîranê û heta meha cotmehê 45 şewat derketin. Ji van şewatan herêmên Gundikêremo,Gundikêmelê û Cifane bi dehan caran hatin şewitandin. 
 
Hin şewatên ku ji hêla leşkerên ku ketine operasyonê ve hatine derxistin ev in: 
 
Hezîran
 
* Di 1'ê hezîranê de li gundê Zêwê yê girêdahî navçeya Basayê ya Şirnexê  piştî ku ji qereqola gule reşand, li Çiyayê Gabarê şewat derket.
 
* Di 15'ê hezîranê de li Çiyayê Bagokê li nêzîkê gundê (Kîwex), di navbera  navçeya Hezexa Şirnex û Midyada Mêrdînê, şewatek daristanê derket.
 
* Di 16'ê hezîranê de dema ku şewata ku li derdora gundên Dader û Hesena yên girêdayî navçeya Silopiya dest pê kir belavî gundê Bêspinê bû. 
 
* Di 24'ê hezîranê de, li  Derîye Cebrail, ku dikeve  navçeya Silopi ya Çiyayê Cûdî ya Şirnexê ye, operasyonek leşkerî hate destpê kirin. Li devera ku operasyona leşkerî destpêkirî  şewat derket. 
 
* Di 26'ê hezîranê, li gundê Sorbitmê ji ber sedemek nediyar li quntara Çiyayê Cûdî ya navçeya Silopî ya  şewat derket.
 
Tîrmeh
 
*Di 20'ê tîrmehê de li  gundên Nevava û Cifanê,piştî  operasyona leşkerî ya bi beşdariya bi hezaran leşkeran di 20'ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, şewat derket.
 
* Di 20'ê tîrmehê de li Çiyayê Cûdî yê li dehma devera bajaroka Gundigê Melê yê girêdayî navenda Şirnexê bi sedemeke nediyar şewat derket.
 
* Di 25'ê tîrmehê de piştî topbaranê li gundê Xinisê yê li Çiyayê Cûdî şewatek daristanê derket. 
 
* Di 20'ê tîrmehê de li herêma Çiyayê Cûdî Benavya şewatek daristanê derket.
 
* Di 25'ê tîrmehê de li Çiyayê Cûdî piştî topbarankirinê li navçeya Silopya şewat derket. 
 
Tebax
 
* Di 10'ê tebaxê de li Girê Milka Tikerê yê Çiyayê Cûdî şewat derket. 
 
* Di 14'ê tebaxê de li herêma Şax û Heblerê ya Çiyayê Cûdî şewat derket. 
 
* Di 28 tebaxê de li gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî duh bi şev şewat derket.
 
* Di 28'ê tebaxê de şewata ku  li Çiyayê Cûdî dest pê kir û nehat mudexilekirin û li Çiyayê Meşe ya li Bajaroka Sêgirkê ya girêdayî Qilabanê dîsa dest pê kir.
 
Îlon
 
* Di 1'ê îlonê de li herêma Geliyê Hirçan û Gilindor ên bi ser Çiyayê Cûdî ve şewat derket.
 
* Di 7'ê îlonê de li mezraya Benevyayê ya girêdayî Bajarokê Gundikê Melê şewat rû da.
 
* Di 10'ê îlonê de li Çiyayê Cûdî li 3 noqteyên cûda şewata daristanan dest pê kir. Şewata ku li gundikê Spîndarûk û Gilondor berdewam kir, belavî bajarokê Bespin ê navçeya Silopya bû. 
 
Cotmeh
 
* Di 16'ê cotmehê de li qûntarên Çiyayê Gabarê ya dikeve pêşberî gundê Zêwê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê, agir bi daristanê ket.
 
* Di 15'ê îlonê de li Çiyayê Cûdî herêma Geliyê Hirçan, Geliyê Zingilî û li gundê Cifane şewat derket.
 
Di encama şewatên daristanên li herêma Şirnexê de li deverên Besta, Girê Deyîncê, Şerevan, Girêhelêziyê, Pista Reşa, Girê Gimê, Tilmê Girduşê, Girê Mêrgumar, Sêro, Rîsor, Lama Kitkê, Girê Kenîferşkê, Girê Zîyaret, Mexêtê Gozkê, Zirê Hûr, Kela Sor, Girê Givara bi hezaran dar şewitîn û bûn xwelî. 
 
MA / Zeynep Dûrgût