ERZINGAN - Endama Meclİsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusûn Kayra destnîşan kir ku nêzî meh û nîvek berê siyanur çiziriye û ev çizirandin berê ser wê hatibû niximandin lê vê carê nikaribûn derewa xwe veşêrin.
Şîrketa SSR Mînîng a navenda wê li Qanadayê û şîrketa Lîdya Madenvanî ya Koma Çalikê bi hev re zêdetirî meheke siyanurê dibin gundê Çopler ê navçeya Îlîç a Erzinganê. Li gund di 21'ê Hezîranê de jî boriyek teqiyaye û 20 metrekup solusyona bisiyanur belav bûye.
Proje di sala 2021'ê de dest pê kiriye û rapora ÇED'ê jî di sala 2008'an de hatiye wergirtin. Paşê di sala 2019 û 2021'ê de bi raporên ÇED'ê kapasîte du caran hatiye zêdekirin. Bi zêdekirina kapasîteyê re kanên madenan jî hatine mezinkirin û qada madenê bûye hezar û 746 hektar. Têkildarî mijarê sê meh berê bi sedan ekolojîst û hawirdor çûbûn Îlîçê û têkildarî xetereya li navçeyê daxuyanî dabûn.
'NAVÇE KETIYE KONTROLA ŞIRKETA MADENÊ'
Endama Meclİsa Jinan a Yekitiya Ekolojiyê Fusûn Kayra ku di çarçoveya keşfikirina pêzaniyê de hat navçeyê, anî ziman ku dê zêdekirina kapasîteyê Dîvrîgî ya Sêwazê, Meletiyê û Çiyayên Mûnzûrê jî bihewîne. Kayra wiha got: "Jixwe madenan Îlîçê dauqrtandiye. Bi navê Îlîçê tiştek nemaye. Ji aliyê madenê ve tê birêvebirin. Li wir vîneke siyasî tune ye. Ew der bi tevahî ketiye destê şîrketa madenê."
‘SIZINTI DAHA ÖNCE YALANLAMIŞTI’
Kayra diyar kir ku meh û nîvek berê jî li heman herêmê siyanur çiziriye, lê şîrketê ser vê yekê niximandiye û wiha got: "Li Çiyayê Pasayê hezaz çûbûye. Bi hezazê re di nêrdewana di bin Çiyayê Pasayê de qelş çêbûye. Ev agahî ji hundir hat wergirtin. Parlementeran têkildarî vê pêşniyazpirs berpêş kirin. Serî li dozgeriyê hat dayîn. Lê bi tu awayî ev yek qebûl nekirin. Lê vê carê nikaribûn derewa xwe veşêrin."
‘WALÎTIYÊ NEÇAR MA KU QEBÛL BIKE'
Kayra destnîşan kir ku hefteya borî boriya siyanurê teqiyaye û got, şîrket nikaribûye ser vê teqandinê bigire. Kayra da zanîn ku nêzî 20 ton siyanur ji boriyê derketiye û tevli ava li herêmê bûye. Kayra diyar kir ku Sedat Cezayîrlîoglû ku li herêmê li dijî vê talankirinê têdikoşe dîmenên vê yekê girtine û got: "Bi vî awayî walîtiyê û Wezareta Hawirdorê mecbûr man qebûl bikin."
Kayra ji bo 16.4 milyon cezayê îdarî yê ku Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherandina Avhewayê li madena zêr biriye jî got: "Lê ev rûxandineke ekoyê ye. Vegera rûxandina ekoyê tune ye. Û ne tiştekî ku meriv bi ceza ser wê bigire. Ev mesele bi vî mejiyî nayên çareserkirin. Ji bo me tişta lezgîn; demildest divê zêdekirina kapasîteyê bê sekinandin. Ya dudoyan jî betalkirina lêgerîna madenan a bi suyanurê ye."
Kayra di dawiyê de destnîşan kir ku dê tevî hemû rêxistinên hawirdorê li Hewzaya Firata Jor li dijî vê çizirandina siyanurê têbikoşin û di vê çarçoveyê de hin çalakiyan li dar bixin.
MA / Mujdat Can