Şîrketan piştî Hasandînê çav berdan Gavgasê

img
AMED - Taxa Gavgasê ya Pasûrê, li herêmeke wisa ye ku pêdiviya avê ya gelek deverên Pasûrê jê tê peydakirin. Taxa Gavgasê niha bi xetereya madenê re rû bi rû ye. Şêniyên taxê ku pêşî li xebatên sondajê digirin, gotin: "Ne zêr, pêdiviya me bi avê heye. Qethiyen em ê nehêlin." 
 
Zozanên navçeya Pasûr a Amedê di hedefa şîrketên madenê de ne. Piştî Zozana Hasandînê, vê carê ji bo kana madenê li taxa Gavgas xebatên kolandina sondajê hatin kirin. Xebatên sondajê yên di 26'ê Tebaxê de li Gavgas û mezraya Oxnêa taxê hatin kirin, bû sedema bertekên şêniyên herêmê. Ekîbên şîrketa ku ji bo kanê xebatên kolandinê dimeşînin ji ber bertekan ji herêmê çûn. 
 
Berdewamkirina xebatên kanên zêr, sifir û kromê dê bandoreke neyînî li Gavgas û mezrikên wê Oxnê, Arkin, Xoş, Ferxela, Mergê Êmo û Gostoyê bikin. Her wiha taxên herêma Hevêdanê jî di bin metirsiya windakirina çavkaniyên avê de ne.
 
Bertekên li dijî vê didomin, lê hat hînbûn ku ekîbên fîrmayê li taxa gundewarî ya Avdegesê şantiye ava kirine û cerdevan înşaetê diparêzin.
 
HAYA GUNDIYAN Û KEYA JÊ TUNE YE
 
Ji şêniyên taxê Husamettîn Kiliç diyar kir ku 26'ê Tebaxê danê sibehê ekîb bi makîneyên kar hatine girê bilind ê taxê. Kiliç got: "Em çûn û me pirsiyar kir. Karkeran gotin ku ew tenê karker in û dê xebatên sondajê bimeşînin. Lê haya gundiyan û keya ji van xebatan tune ye. Me diyar kir ku bêyî erêkirina şêniyên taxê nikarin tiştekî bi vî rengî pêk bînin. Wan jî got ger gel mudaxile bike, bivê ew ê bi 4 hezar leşkeran bên." 
 
Asli Aydemîr (63) ku got nexweşiya şekir, astim û tansiyon pê re heye, diyar kir ku dibe ku xebatên madenê nexweşiya wê girantir bikin. Aydemîrê got: "Di erdheja 6'ê Sibatê de ez li Hatay Erzînê bûm. Piştî erdhejê vegeriyam taxê. Niha ez û hevjînö xwe li vir dijîn. Lê destûr nadin vê jî. Em ê tu carî destûrê nedin kana madenê, ji bo ku ew li vir madenan derxînin divê pêşî me bikujin. Em tiştekî wiha qebûl nakin."
 
Aydemîrê anî ziman ku ew ê xebatên fîrmayê asteng bikin û got: "Eger li vir kana madenê bê çêkirin, wê çandinî nemîne. Ez ji erdheja Hatayê xilas bûm, ez ê ji vir biçim ku?"
 
‘NE ZÊR, AV LAZIM E'
 
Vahit Gunduz diyar kir ku berê jî bi heman rewşê re rû bi rû mane. Gunduz got: "Par bi helîkopterê heta sînorê Çewlîgê geriyan. Niha jî gotin wê lêgerînên li binê erdê bikin. Lê ev der ne tenê ya Pasûrê ye, çavkaniya avê ya 45 gundan e. Bi van xebatan Mezopotamyayê qirêj dikin. Bandorê li jiyana bi milyonan mirovan dikin."
 
Gunduz anî ziman ku ew bi biryar in ku qadên xwe yên jiyanê biparêzin û wiha got: "Ne zêr, pêdiviya me bi avê heye. Qethiyen em ê nehêlin." 
 
FIKARA KOÇBERIYÊ
 
Guler Efeyê (65) diyar kir ku ew bi sewalkariyê re mijûl e û got ku ew li dijî madenê ne. Efeyê got: "Dewlet çi dike bila bike em ê destûrê nedin. Em li vir sewalkariyê dikin. Ger karê madenê bê kirin wê xwezaya me bimire, ê tiştek nemîne û em ê nikaribin sewalkariyê bikin."
 
Salîha Erenê (56) bal kişand ser zirara ku xebatên kanê wê bidin xwezayê û wiha got: "Avên me dê jehrî bibin, çandinî û sewalkarî wê biqede."
 
Adalet Kiliçê jî bertek nîşanî xebatên madenê da û wiha got: "Kes nikare bifirekî jî li vî gundî bixe. Dewletê di salên 90'î de em ji gundên me derxistin, em ê nehêlin careke din me ji gund derxînin. Dewlet birçî bûye, radibe êrişî gundiyan dike."
 
MA / Heval Onkol