Kana mermeran koçberiyê li şêniyên Dibegûliyê ferz dike

img
AGIRÎ - Li gundê Dîbegûlî yê navçeya Giyadînê ji ber kana mermeran hatiye avakirin, nêzî 50 mal koçber bûne û ji ber toza ku ji kana mermeran derdikeve, nexweşiya astim û bêhnçikandinê zêde bûye.
 
Li gundê Dîbegûlî yê navçeya Giyadîn a Agiriyê, kana mermeran ku nêzî 5 sal in kar dike, xwezayê texrîb dike. Şîrketa Endezyarî û Şêwirmendiyê ya Yeşîl Doga ji bo ku li gundê Dîbegûlî kana mermeran çêbibe, di sala 2019'an de ji bo rapora ÇED'ê serî li Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê dabû. Piştî serlêdanê ku xwediyê projeyê Yurdanur Işik bû, wezaretê xwest ku li herêmê lêkolîn bê kirin. Piştî temambûna lêkolînê di 8'ê Cotmeha 2019'an de biryara "ÇED ne hewce ye" hat dayîn. Piştî biryarê xebatên kana mermeran hatin destpêkirin.
 
Kana mermeran ku li gundê Dîbegûlî li ber Çemê Meyî hat çêkirin, tenê yek ji wan kanên mermeran e ku li Giyadînê hatine çêkirin. 15 xanî bi hinceta ku li qada kana mermeran in hatin xerakirin û bi giştî 50 mal ji gund koç kirin. Welatiyan diyar kir ku ji ber texrîbkirina ekolojiyê tu berhemdariya zeviyên wan nemaye û gotin ku ji ber kana mermeran nexweşiyên wekî bêhnçikandin û astimê zêde bûne. 
 
‘EM KANA MERMERAN NAXWAZIN'
 
Mehmet Yildizê (75) ê ku piştî çêkirina kana mermeran bêhna wî çikiyaye got: “5 sal in li vî gundî toz û dûman heye. Dengê makîneyên înşaatê bênavber tê. Ji ber tozê em nikarin zeviyên xwe biçînin. Ji bilî vê ji ber tozê êdî berhmdariya zeviyên me nemaye. Nêzî 15 xanî ji ber ku dikevin qada kana mermeran hilweşandin û ev kes neçar man koç bikin. Çemê Meyî di ber gundê me re derbas dibe. Av her tim qirêj diherike. Em mexdûrên vê yekê ne. Dewlet ev der da şîrketekê û jiyana me nemaye. Li ser vê em çend caran çûn cem rayedarên şirketê. Gotin 'Me ev der ji dewletê kiriye'. Ji ber dengê makîneyan heya sibê xew bi çavê me nakeve." 
 
 
Yildiz anî ziman ku ew kana madenê li gundê xwe naxwazin û got: "Bila dest ji axa me berdin û herin."
 
ZIRARÊ DIDE XWEZAYÊ
 
 
Abdullah Demîr (45) ê ku got ji ber kana mermeran derx li dîwarên xaniyê wî ketine, diyar kir ku ew ê ji ber vê giliyê kana mermeran bike. Demîrê ku bi cotkarî û sewalkariyê re mijûl dibe, anî ziman ku ji ber tozê nikarin derkevin derve û wiha got: “Ez nikarim li zeviya xwe ya ku li kêleka kana mermeran e cot bixebitim. Gava ba bê em nikarin derkevin ber deriyê mala xwe jî û em neçar in hemû pencereyên xwe bigirin. Ava me qirêjî diherike û ji ber ku kana mermeran ava çem bi kar tîne av qirêjî diherike. Kana mermeran zirareke mezin dide mirovan, heywanan û xwezayê. Em li gundê xwe vê kana mermeran naxwazin."
 
ASTENGÎ
 
Ji gundiyan Suleyman Demîr jî bilêv kir ku ji ber kana mermeran berhemdariya zeviyên wan ne wekî berê ye û wiha got: “Makîneyên kana mermeran tim di rêya gundê me re derbas dibin. Rêyên gundê me ji ber wesayîtên giran nayên bikaranîn. Makîneyên înşaatê tim heywanan dikujin. Ev kana mermeran a ku li ser mêrgên me hatiye çêkirin, tevî hemû hewldanên me xebatên xwe didomîne. Ev kana mermeran me neçar dike ku em koç bikin. Em nikarin çandinî û sewalkariyê bikin. Erdên me hatine asta neyên ajotin. Her cara ku em hewl didin li hemberî vê rewşê bertek nîşan bidin, cendirme tên gund. Erdên me hatine desteserkirin. Zarok ji ber dengê makîneyan ji xewê şiyar dibin."
 
Demîr anî ziman ku ji bo girtina madenê ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.