AMED - Şêniyên gundên Liceyê bertek nîşanî madena ku tê plankirin li ser 700 hektarên qada daristanê bê vekirin dan û gotin: “Em ê dev ji xaka xwe bernedin Dê têkoşîna me bidome.”
Qirkirina xwezaya Kurdistanê ya bi piştgiriya dewletê bi rêya şîrketan tê kirin didome. Piştî navçeya Pasûrê, îcar jî şîrketan berê xwe dan navçeya Liceyê. Tê plankirin ku li herêma ku gundên Liceyê yên Zengesor, Heşeder, Mizag, Peçar, Bayirli û Şaxurê madena sifirê were vekirin û tesîsa şikandinê bê çêkirin. Şîrketa Madenvaniya Dîmînê ya ji Konyayê ji bo projeyê serlêdan kiriye û di sala 2020’ê de jî rapora “Hewcehî bi ÇED’ê nîne” hate dayin. Piştî vê raporê jî li herêmê xebatên sondajê hatin destpêkirin. Tê plankirin ku di çarçoveya projeyê de qadeke daristanê ya bi 700 hektaran bê tunekirin.
Şêniyên gundên behsa xeberê di 28’ê îlonê de li gundê Mizagê yê Liceyê hatin gel hev û bertek nîşanî vê madenê dan. Şêniyan gotin ku ew madenê naxwazin û dê heta dawiyê li dijî wê têbikoşin.
‘EV DER ÇAVKANIYA JIYANA ME YE’
Yek ji şêniyên herêmê Abdulkerîm Okman bertek nîşanî xebatên lêgerîna madenê da û got ku ji ber madenê zirar digihije berhemên çandiniyê. Okman, wiha got: “Em dixwazin ev xebat bên sekinandin. Ev der xaka me ye û çavkaniya jiyana me ne. Heke xebatên madenê bên domandin dê li vir jiyan nemîne. Beriya madenê xaka vir ji bo çandiniyê berhemdar bû lê piştî madenê em tu xêrê jê nagirin. Xebatên madenê bêyî daxwaza xelkê herêmê hatin destpêkirin. Ji biçûk heta mezinî em tevek li dijî madenê ne. Banga me ji bo her kesî ye, werin piştgiriyê bidin me da ku em rê li ber madenê bigirin.”
‘BI MADENÊ RE BERHEMDARIYA ÇANDINIYÊ KET’
Medîn Aldan jî diyar kir ku gelek caran wan ji şîrketan re gotine ku madenê naxwazin û wiha got: “Xwediyên şîrketan ji me re gotin; ‘Dewletê destûr daye.’ Malbata min li Mizagê dijî û ev 67 sal in çandiniyê dikin. Bi xebatên madenê re tu xêr û bêra çandiniyê nema. Gundê me bi guz û mêşvaniya xwe tê naskirin lê me îsal tu xêr jê nedît. Min di emrê xwe de tu caran çandinî ewqas xerab nedîtibû. Di demên berê de rojê 3-4 kamyonên zebzeyan ji gund derdiketin lê niha em ji bo xwe bi xwe jî ji dikanê dikirin. Anku li gund tu tiştek nema. Her wiha dar hatin tunekirin. Em ê rê nedin madenvaniyê.”
‘WEZARETA DARISTANAN ÇIMA BÊDENG E?’
Bayram Sabrîoglû jî anî ziman ku debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin û wiha dom kir: “Ewqas dar tên qetilkirin. Wezareta daristanê li ku ye? Çima bêdeng e? Şîrket qertên BÎM û A 101’ê û pereyan didin gel û hewl didin bixapînin lê em ê nexapin. Van çiyayên hûn dibînin tevek dê ji bo madenan bên helandin. Li ser rûbarê gundê me 24 sondaj hatine vekirin. Her sondajek jî derdora 700-800 metreyan kûr e. Bêguman dema maden pêşket dê dînamît jî bên teqandin. Di vê rewşê de dê dawiya gund çawa be? Bi gotinên ‘dê zirarê nede we’, ‘em li vir siyanûrê bi kar nayînin’ hewl didin gel bixapînin. Lê bi kar tînin. Em bi van derewan naxapin. Em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin û rê nedin madenvanan.”
Arîf Okman jî bertek nîşanî xebatên madenê da û ev tişt anî ziman: “Çi pirsgirêka dewletê bi me re heye? Ji me çi dixwazin? Li gundê me nêzî 500 mal hene û nêzî hezar û 500 kes dijîn. Heke madenê vekin wê demê xelk çi bike? Ne av ne jî zeviyên me hene. Dewletê di sala 1993’yê de em ji gundên me derxist û niha jî bi rêya madenan me sirgun dike. Em ê dev ji xaka xwe bernedin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe têbikoşin.”
BI HEZARAN DAR HATIN BIRÎN Û AV QIRÊJÎ BÛN
Têkildarî mijarê Mîkaîl Ayşîn jî wiha got: “Xebatên madenê ava çem qirêjî kir û ev jî zirarê dide tenduristiya gel. 3 aşên me û mêşên me hene. Heke xebatên madenê bidomin dê ava aşên me qirêjî bibin û ev aşên dîrokî tune bibin. Dê mêşvanî tune bibe. Darên berûyê yên hezar salî hatin birîn. Ev şîrket ji dewletê hêz digirin lewma îro heta vir hatine. Ji ber sondajan kaniyên me jî qirêjî bûne. Zebzeyên me hişk dibin. Dewletê gundê me firotiye şîrketan. Nexwe şîrket dê çawa bikarin bên? Ji ber sondajan cihekî ku em pezê xwe lê biçêrînin nema ye. Ji ber ava qirêjî sewal jî dimirin. Em ê heta dawiyê têbikoşin.”
‘XWEZAYA ME TUNE KIRIN’
Îlamî Okman jî wiha bertek nîşan da: “Şîrket ji ewil di bin navê çêkirina rêyê de hatin û xweza tune kirin. Ji roja xebatên lêgerîna madenê dest pê kirin heta niha em nikarin mêşvanî, sewalkarî û çandiniyê bikin. Ji dîrokê ve ev gund gundê guzan e. Ji serdema osmaniyan ve guzên wê binavûdeng in. Lê ji roja xebatên madenê destpêkirin heta niha guz nemane. Sekna me ya li dijî madenan zelal e. Em bi can û xwîn û gelê xwe li ber xwe didin. Ev berxwedan ne berxwedaneke demkî ye. Heta em encamekî bi dest dixin dê dev jê bernedin.”
MA / Heval Onkol