Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'

img

ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê serlêdana Baroya Şirnexê ya li dijî birîna daran a hêj li herêma Çemanê didome, lêkolîn kir. Serdozgeriyê, ji bo birîna îdiaya “Li gorî hiqûqê ye” kir û biryar da ku hewcehî bi lêpirsînê nîne. 

Birîn û talankirina daran a li Herêma Bestayê ya Şirnexê û çiyayên Cûdî û Gabarê ku 4 sal berê hatibû destpêkirin didome. Heman talan niha li herêma Qeşûra ya navçeya Qilebanê û Geliyê Bêtkarê yê gundê Elemûnê yê Elkê belav bûye. 
 
Komîsyona Hawirdorê ya Baroya Şirnexê ji ber birîna daran, di 12’ê tîrmehê de li Serdozgeriya Komarê ya Elkê giliyê Midûriyeta Daristanan a Şirnexê kir. 
 
DAXWAZA LÊPIRSÎNÊ 
 
Baroyê di serlêdana xwe de xwest ku derheqê bepirsyarên vê talanê de lêpirsîn were destpêkirin û wiha got: “Me tespît kir ku di nava mehên sibat-îlonê de anku di 7 mehan de ji sedî 8’ê daristanên bajarê Şirnexê hatine birîn. Em dixwazin derheqê berpirsyaran de tiştên pêwîst bên kirin.” 
 
QAŞO DAR LI GORÎ HIQUQÊ TÊN BIRÎN! 
 
Li ser daxwaza Serdozgeriyê, Midûriyeta Daristanan a Bajar têkildarî mijarê daxwaznameyek nivîsand. Midûriyetê îdia kir ku li cihê behsa xeberê dar nayên birîn û xebatên birîna daran jî li gorî mewzûatê tên kirin. Her wiha midûriyetê îdia kir ku di navbera salên 2021 û 2024’ê de daristanên Şirnexê kêm nebûne û “kar û barê birîna daran li gorî hiqûqê tê kirin.” 
 
DOZGERIYÊ MIDÛRIYET MAFDAR DÎT 
 
Dozgeriyê jî daxwaznameya midûriyetê esas girt û îdiaya “Dar li gorî hiqûqê hatine birîn” kir. Dozgeriyê, biryara “Hewce nake derheqê îdiayên Baroya Şirnexê û saziyên cemaweriyê yên navê wan tê gotin de lêpirsîn were destpêkirin.” 
 
Baro dê li dijî biryara hatiye dayin îtîrazê bike. 
 
MA / Zeynep Durgut