AMED - Di navbera 14-15’ê cotmehê de li Amedê dê Rojên Marksîzmê bê lidarxistin.
Dibistana Marksîst dê vê hefteyê li Amedê di bin navê “Rojên Marksîzmê” de çalakiyê li dar bixe. Di çalakiyan de dê mijara esasî bibe Kurdistan. Dê çalakî di 13’ê cotmehê de bi daxuyaniya li Mordem Sanatê dest pê bike. Di navbera 14-15’ê cotmehê de dê 7 rûniştin bên lidarxistin. Dê dîroknas, nivîskar û zimanzanên weke Îhsan Colemêrgî, Erdogan Aydin, Ayşe Hur û Samî Hezîl tev li Rojên Marksîzmê bibin.
Bername wiha ye:
13’Ê COTMEHÊ ROJA ŞEMIYÊ
*Pişaftin û entegrasyona li bakurê Kurdistanê çima li gorî parçeyên din bêhtir giran tê jiyîn? (10.00-12.00)
*Di Dîrokê de Kurdistan û Civaknasiya wê (13.00-15.00)
*Di sedsala 21’an de firsendên ji bo kurdan, xetereyên heyî û yekitiya neteweyî! (15.30-17.30)
14’Ê COTMEHÊ ROJA YEKŞEMÊ
*Tevî têkoşîna serxwebûna neteweyî ya 150 salan jî kurdan çima nekarîn bibin dewlet? (10.00-12.00)
*Marksîzm û mafê tayînkirina qedera xwe ya neteweyan (13.00-15.00)
*Li Kurdistan û Rojhilata Navîn gel û formasyonên olî. (15.30-17.30)
*Pêşkêşiya ekolojiyê ya li gel dîmenan. (18.00-18.30).”