ŞIRNEX - Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ji ber ku ferzkirina "poşmantiyê" qebûl nekir înfaza wî hat şewitandin û cezayê wî 8 mehên din hat dirêjkirin.
Li girtîgehên Tirkiyeyê zext, êriş û gefên li ser girtiyan zêde dibin. Rêbaza şewitandina înfazê ya ku di demên dawî de ketiye meriyetê weke rêbazeke din a îşkenceyê derdikeve pêşiya girtiyan. Girtiyê nexweş Naîf Îşçî ku di sala 2010'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di serdegirtina malê de hat binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye, bê destûr maddeyên xeternak bi kar anîne” bi salan ceza lê hat birîn. Girtiyê nexweş Îşçî yê ku di Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa T'yê de ye, di meha cotmehê de diviyabû bihata berdan, lê ji ber ku ferzkirina "poşmanîtiyê" qebûl nekir înfaza wî hat birîn û cezayê wî 8 mehên din hat dirêjkirin. Dayika Îşçî, Nebahat Îşçî bertek nîşanî şewitandina înfazê da û got ku ya hatiye kirin bêedeletî ye.
'HEKE HEQ Û HIQÛQ HEBE DÊ WÎ BERDIN'
Nebahat Îşçiyê diyar kir ku kurê wê nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne û wiha axivî: "Hefteyek beriya niha ez çûm girtîgehê cem kurê xwe û ji min re got,'mizginiya min li we di girtîgehê de gelek rojên me nemane.' Me dizanibû ku roja ku kurê min derkeve nêzîk bûye. Ji ber vê yekê em pir kêfxweş û dilşa bûn. Ez pir bi kelecan bûm. Min ew mizgînî da malbata xwe û derdora xwe. Ne kurê min tenê îro çi girtiyê nexweş bê berdan ez bi heman şiklî bi kelecan dibim. Ez keyfxweş bibûm. Ez careke din çûm hevdîtina wî û min ji wî re got, 'Du mehên te mane ku tu ji girtîgehê derkevî, ez bi kelecanim me dest bi amadekariyan kir. 'Ji min re got, 'wele înfaza min şewitandin û cezayê min 8 mehên din dirêj kirin.' Dema min ev agahî bihîst ez xemgîn bûm. Ev du car in ku înfaza wî tê şewitandin. Heke ku edelet, heq û hiqûq hebe divê kurê min berdin. Kurê min nexweş e. Ji mîdeya xwe nexweş e. Ev 13 sal in di lingê wî de platîn heye. Beriya nehatî girtin bijîşk gotibû,'piştî 6 mehên din em ê derxînin' lê ev 13 sal in ew platîn di lingê kurê min de ye. Platîn û hestiyê lingê wî bûne yek. Lingekî wî dirêj e, yek jî kurt maye. Nikare pêdiviyên xwe pêk bîne. Nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne. Girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Heke edelet, heq û hiqûq hebûna gere hemû girtîyên nexweş bihatana berdan. Îro bi sedan girtiyên ku ji çavê xwe, lingê xwe û milê xwe nexweş hene. Divê van mirovan berdin. Li cihên ku heq û hiqûq lê heye divê di girtîgehan de yek girtiyekî nexweş jî tune be. Zarokên me hemû di temenekî biçûk de hatine girtin. Çi gunehên zarokên me nin e."
'CEZAYÊ XWE XELAS JÎ DIKIN NAYÊN BERDAN'
Îşçiyê bi lêv kir ku ev tişta ku tê kirin binpêkirina qanûnanê ye û got: "Cezayekî bêqanûn didin zarokên me. Zarokên me cezayê xwe xelas jî dikin lê nayên berdan. Divê zarokên me berdin. Heqê wan nîn e ku hin cezayê din li ser cezayê zarokên me zêde dikin. Herî dawî dema ku ez çûm hevdîtina kurê xwe rewşa wî qet ne baş bû. Bi zor dikarî li ser pêyan bisekine. Ne tenê kurê min hevalên wî hemû di wê rewşê de ne. Lê belê moralê wan ji yê me bilindtir e. Mirovên nexweş çawa di girtîgehê de tên ragirtin? Zarokên me ne berdidin û ne jî tedawî dikin. Heke zarokên me berdin em ê bi xwe wan tedawî bikin. Daxwaza me aştî û aramî ye. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite. Bila bes cezayê zarokên me dirêj bikin. Zarokên me nikarin êdî di girtîgehan de bimînin."
MA / Zeynep Durgut