Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin

  • rojane
  • 11:37 20 Cotmeh 2023
  • |
img
ÎZMÎR - Parêzera malbata Denîz Poyraz, Turkan Aslan Agag diyar kir ku vê rewşa “anormal” ku Dadgeha Îstînafê daye, ji bo yên ku bûyerê dane kirin dernekevin holê xwestine ser dosyeyê gavek beriya gavekê bê girtin. 
 
Kujerê bi navê Onur Gencer di 17’ê Hezîrana sala 2021’an de li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êrişa çekdarî kir û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir. Di 27’ê kanûna 2022’yan de ji bo Doza Denîz Poyraz biryar hate dayîn. 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê bi sedema sûcê “bi plankirî û bi qesdî qetil kiriye” cezayê muebeda girankirî, ji ber sûcên “Binpêkirina parêzbendiya avahî”, “Ziyandayîna mal” û “muxalefeta çekdarî ya li dijî qanûnan” 9 sal cezayê hepsê da bersûc Gencer. 
 
Parêzerên aliyan, li ser vê yekê serî li dadgeha bilindtirîn dan. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Îzmîrê ji hêla usûlê ve biryar betal kir û li dadgeha herêmî vegerand. Îstînafê, diyar kir ku di girtekên hinek danişînan de îmze kêm in, biryarên bihincet ji parêzerên aliyan re nehatine şandin û nivîsên têkildarî teblîxkirinê li dosyayan nehatine zêdekirin. Dadgeha herêmî kêmaniyên heyî temam kir û dosya careke din şande îstînafê. 
 
HEMÛ SERLÊDAN HATIN REDKIRIN 
 
1’emîn Daîreya Cezayan, piştî temamkirina kêmaniyan, biryara xwe ya têkildarî dosyayê da. Dagdgeha îstînafê temamiya serlêdanan red kir. Di biryara xwe de daîreyê wiha got: “Parêzer Turkan Aslan Agaç (parêzera malbata Denîz Poyraz) ji bo cezayê ji ber sûcê muxalefeta li dijî Qanûna Hejmar 6136’ê li bersûc Onur Gencer hatiye birîn serî li îstînafê daye. Ev serlêdan hatiye lêkolînkirin û ev serlêdan hatiye redkirin.” 
 
Ji parêzerên malbata Poyraz, Turkan Aslan Agaç biryara redkirinê nirxand û destnîşan kir ku lêkolîna Dadgeha Îstînafê ji mehekê kêmtir berdewam kiriye û ev yek jî wan matmayî hiştiye. 
 
Agaç got li dijî vê biryarê rêya serlêdanê ya ji bo Dadgeha Bilind ji bo wan vekirî ye û dê serî li Dadgeha Bilind bidin. 
 
‘ÇAVÊ XWE LI BÊHIQÛQIYAN GIRTIN’ 
 
Agaç da zanîn ku wan di serlêdana xwe ya bo Îstînafê de 22 sernav rêz kirine û di van xalan de neheqî û binpêkirinên ji destpêka lêpirsînê ve hatine kirin rave kirine. Agaç got dadgehan çavê xwe ji bêhiqûqiyên di lêpirsîn û dozê de hatine kirin re girtin e û xemsar nêz bûne. 
 
'REWŞEK ANORMAL E’ 
 
Agaç destnîşan kir ku biryara Îstînafê nîşan dide ku li ser dosyeyê lêkolînek bihûrgulî nekiriye û nêzîkatiya di dema lêpirsînê û darizandinê de paşê jî berdewam kiriye. Agaç anî ziman ku ev cînayet ji aliyê çeteyên ketine nava dewletê ve pêk hatiye û got: “Heke ku were bîra we dema dîmenên ewil ê Onur Gencer ku serwîsê çapemeniyê hat kirin, îşareta gurebozan dikir. Li seranserî pêvajoya darizandinê jî nêzîkatiya kujer a faşîst berdewam kir. Gelek heval û nasên wî yên polîs û leşker hene. Wî bi xwe got ku ew nijadperest e. Em di wê baweriyê de ne ku kesên ku sûc bi kujer dane kirin parçeyek desthilatdariya siyasî ne. Ji bo ev dernekeve holê jî gavek beriya gavekê hat xwestin ku ser dosyeyê bê girtin û pêvajoya darizandinê bê qedandin. Nexwe biryarek wiha ku di nava mehekê de ku demek kin e bê derketin, di warê pratika daraza heyî de rewşek anormal e.” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

22/10/2023
10:01 Berga Kovara Jinê ya vê hefteyê tecrîd e
09:55 Danişîna xebatkarê Yenî Yaşamê Bayram di 23’yê cotmehê de ye
09:48 Hunermend Şerîf Omerî: Divê em bikin ku haya hemû cîhanê ji tecrîdê hebe
09:07 Malbat dixwaze mirina bi guman bê zelalkirin
09:07 ‘Ên bi unîforma bûn aktorên şerê taybet'
09:06 Dayika Akman: Ji ber kurdbûna wî ceza lê birîn
09:05 Rewşa girtiyê nexweş ê pençeşêr pê re heye û ji sedî 80 astengdar e giran dibe
09:03 Haya mexdûrên erdhejê ji pereyên ji bo wan hatine kom kirin tune ye
09:01 Rojnameger Avesta: Destê PDK’ê heta qirikê ketiye xiyanetê, xilasiya wê nîne
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2023'YAN
21/10/2023
23:15 Li Êlihê mîhrîcana çand û hunerê ya jinan
22:46 Di 24 saetên dawî de 248 filistînî hatin kuştin
19:25 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:02 Helbestvan Cegerxwîn hat bibîranîn
16:42 Pêkhateyên Şengalê jî beşdarî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ bûn
16:14 Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Jinan dest pê kir
15:15 ‘Girtiyên nexweş nayên dermankirin'
14:36 Li Amed û Êlihê malbatên windakiriyan daxwazên xwe yên ‘edaletê’ dubare kirin
14:34 ÎHD: Yilmaz Ozalp di encama binpêkirinên mafan de jiyana xwe ji dest da
13:54 Şaxên ÎHD’ê li aqûbeta Fehmî Tosûn ê di binçavan de hate windakirin pirsîn
13:40 Di çalakiya Dayikên Şemiyê de 26 kes hatin binçavkirin
13:18 HEDEP’ê nerazîbûn nîşanî revandina endamê xwe yê ciwan da
11:59 Li Mêrsînê gefa ‘em ê te teslîmî DAIŞ’ê bikin’ li ciwanê HEDEP’î hatiye xwarin
10:17 Tiryakî: Em ê di pêvajoya diyarkirina namzetan de li deriyê her malê bidin
10:09 Li Manîsayê 350 karker ji xwarinê jehrî bûn
09:51 Doza Recep Hantaş: Dadgeha Îstînafê jî nexwestiye polîs were cezakirin
09:49 Nexweşiya wê belavî hemû laşê wê bû: Songul Adin nayê dermankirin
09:31 Li Îmraliyê cezayekî 'dîsiplînê' yê nû
09:07 Rêxistinên ciwanan: Êrişên Îsraîl û Tirkiyeyê wekî hev in
09:07 Bi heman hincetê der barê hevşaredarê de lêpirsîna duyem
09:06 Ji ber wergêrê kurdî tune bû nehat muayenekirin
09:05 Berteka li dijî bêdengiya ji bo Rojavayê: Zilm li her derî zilm e
09:03 Hevseroka PYD'ê ya Girkê Legê: Em bêav û bênan jî bimînin em ê li ber xwe bidin
09:01 Şêniyên gundê Musolar ku ji sedî 80 hilweşiyabû dê vê zivistanê jî bêxanî derbas bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2023'YAN
08:46 Li Wanê erdhej çêbû
20/10/2023
22:40 Li Eskîşehîrê avêtin ser dawetekê: 23 kes hatin binçavkirin
22:35 Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê: Hezar û 400 kes winda ne
21:15 Nîzam Karaagar piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:16 Di 99'emîn meha Komkujiya Pirsûsê de daxwaza ji bo edaletê hat dubarekirin
18:43 Li Dîlokê qeza: 5 mirî û 17 birîndar
17:08 Temellî: Tercîha budçeya 2024’an a AKP’ê jî şer e!
16:18 Li Midyadê kesek hat kuştin
15:34 Rojnamevan Kaygusuz hat binçavkirin
15:27 Ji bo rojnamevan Salaz mewlûd hat dayîn
15:10 Îzzettîn Sevîlgen ê ku berdana wî 4 caran hatibû taloqkirin, hat berdan
14:50 Budçeya 2024’an pêşkêşî komîsyonê hat kirin
14:13 Ji HUDA-PAR û AKP’ê re serbest e, ji jinên kurd re qedexe ye!
14:07 Gundên Şera û Şêrawayê hatin topbarankirin: 2 welatî birîndar bûn
13:49 Li Cizîrê çanda kevnare ya danûkan berdewam dike
13:48 ÎHD’ê ji NY’ê re name şand: Pêdiviya mirovahiyê bi aştiyê heye
13:26 Aynûr Aşan ji ber nexweşiya xwe nekarî parastina xwe bike
13:13 Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:18 Li dijî Starbucks û Burger Kingê êrişa çekdarî hate kirin
12:17 Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Yozgatê hatin îşkencekirin
11:59 Pirtûka kurdî ya Îlhan Samî Çomak derçû: Çiyayê Girtî
11:37 Agaç: Ji bo piştperdeya cînayeta Poyraz dernekeve holê dixwazin ser dosyeyê bigirin
11:20 Kesên li Enqereyê hatin binçavkirin ji ber tevlibûna Newrozê hatin sûcdarkirin
11:13 Pentagon: Me moşekên ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin asteng kirin
10:59 Li dijî biryara beraetê ya di doza destdirêjiya li dijî zarokê de dê îtîraz were kirin
10:56 Kaya: Divê kurd li dijî êrişan konsesûsek nû ava bikin
10:55 Karkerên FEDAŞ’ê derketin ser avahî: Daxwazên me qebûl bikin
10:54 Konferansa Jinan: Polîtîkaya qeyûman ji tecrîdê qut nîn in
10:31 Bakirhan: Di serdema nû de em ê di nava gel de bin û bi hev re ava bikin
10:14 Têkoşîna 43 salan a edaletê: Qada Galatasarayê navnîşana edaletê ye
09:10 23 sal in kiryarên Aydin Dere nehatine dîtin!
09:09 ‘Tirkiye mafên jiyanê yên zarokan binpê kir'
09:08 Endamê SGDF'ê Koyûn ê girtî 5 meh in tê tecrîdkirin
09:08 Kafeya ku şaredariya AKP'î li perava Gola Wanê çêkir li dijî îmarê ye
09:07 Xwendekarên zanîngehê: Fikarên aborî bandorê li perwerdehiyê dikin
09:05 ‘Şerê taybet ê ku li Kurdistanê dihate meşandin belavî Tirkiyeyê bû’
09:02 Rojnameger Nebî: Êrişên li ser Rojava zirarê dane 4 milyon û 2 hezar mirov
09:00 Heta ku dilê wî sekinî alîkariya mexdûrên erdhejê kir
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2023'YAN
19/10/2023
19:37 ‘Doza Sereke ya Stenbolê ya KCK'ê' hat taloqkirin
19:11 Ji kesên li Sêrtê hatin binçavkirin 6 kes hatin girtin
15:54 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li kujerê Helîn Şen a 12 salî hate birîn
15:17 Biryara bihincet a biryara beraetkirina rojnamegeran: Bi inyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan
15:01 Di doza destdirêjiya li dijî zaroka 13 salî ya li Berwariyê de biryara beraetê hate dayîn
14:47 Rojnameger: Em naxwazin nûçeyên şer binivîsin
14:35 Dadgehê ji bo îşkenceya li ber kamerayan biryara beraetê da!
14:25 Ciwanên Zanîngeha Dîcleyê: Berpirsiyarê xwekuştina Alan AKP û MHP ne
14:24 Parastina hevserokatiyê: Ma Dadgeha Bilind jî ferman ji KCK’ê wergirtiye?
14:06 Li dijî şer ji bo aştiyê qîr kirin
13:41 Li Şirnexê barîna baranê û mija zêde
13:08 Jina 58 salî hate binçavkirin
13:07 Di doza Denîz Poyraz de îstînafê hemû serlêdan red kir
12:00 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:59 Zextên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê zêde bûn: Malbatan serî li ÎHD’ê dan
11:49 Li Amedê atolyeya ‘lîberalîzm û rêxistinbûyînê’ hate lidarxistin
10:50 Polîsê ku îstîsmara zayendî li zarokê kirî hate girtin
10:39 Li Îdirê tecawizê zarokekê kirin û fuhûş pê dan kirin
10:21 Li Hezexê 5 kes hatin binçavkirin
10:18 Hevrêyên Necmedîn Salaz: Tu demê dest ji xeta xwe ya têkoşînê berneda
10:10 Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin
10:07 NPG’ê ragihand ku hemû hêzên wan ji Mexmûrê vekişiyane
09:49 Li Gazeyê êrişî dibistanê hate kirin: Mirî û birîndar hene
09:14 Girtiyê nexweş ku 'poşmantiyê' qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:05 Şaredariya AKP'î dê li kerboranê 82 mal û milkên şaredariyê bifiroşe
09:05 Mihçi yê HEDEP'î: Tirkiye lêçûnên şer li civakê bar dike