STENBOL - Nevzat Ozturk zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ma ku weke “keleha zilmê” pênase dike. Ozturk, diyar kir bi berxwedanê xwe li ser pêyan girtine û got: “Gelê me gelek êş kişand û azadiyê heq dike.”
Nevzat Ozturk di sala 1992’yan de li Stenbolê hate binçavkirin. Piştî binçavkirina 14 rojan li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û bi îdiaya “Yekitî û yekparetiya dewletê xera dike” cezayê muebbetê lê hate birîn. Di dema girtîbûna xwe de li 5 girtîgehên cuda hate sirgûnkirin. Di 3’yê hezîranê de înfaza xwe temam kiribû lê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê (ÎGK) bi hincetên weke “ceyran bi teserûf bi kar ne aniye” û “Li pirtûkxaneya girtîgehê bi qasî tê xwestin pirtûk nexwendiye” cezayê wî taloq kir. Piştî taloqkirina înfazê, Ozturk 31 sal û 6 meh û 15 roj piştre di 11’ê cotmehê de ji Girtîgeha Tîpa F a Boluyê hate berdan. Ozturk ku di 26 saliya xwe de ketibû girtîgehê, di 57 saliya xwe de derket. Di vê pêvajoyê de gelek nexweşiyên weke dil, prostat, diran û hwd. lê peyda bûn.
Ozturk ê ku bi hinceta “Bi qasî tê xwestin pirtûk nexwendiye” înfaza wî hatibû taloqkirin, di girtîgehê de pirtûkên “Dîroka Kurd û Kurdistanê” û “Felsefeya Siyasetê” nivîsand. Nevzat Ozturk qala 31 sal û 6 mehên li girtîgehê, zextên li ser girtiyan û berxwedana wan vegot.
TÊKOŞÎNA WÎ BI ŞANOYÊ DEST PÊ KIR
Ozturk, girtîgeh weke “kelehên zilmê” pênase kir û wiha got: “Me jî li dijî van kelehan, kelehên manewî ava kirin. Beriya bikevim girtîgehê zewicî bûm. Wê demê min ajokarî dikir. Di heman demê de min xebatên siyasî dikir. Min bi saya malbata xwe têkoşîna siyasî nas kir. Her wiha şanoya ku me li gel hevalan ava kiribû jî roleke mezin lîst. Navê şanoya me ‘Koma Demhat’ bû. Wê demê em diçûn cem malbatan û bi rêya şanoyê me têkoşîna azadiyê ya gelê kurd vedigot. Beriya bikevim girtîgehê, min navê Demhat li kurê xwe kir. Koma me, komeke xweser bû. Xebateke ji bo pêşxistina çanda kurdî û vegotina kurdbûnê bû. Piştre jî ev kom mezin bû û gelek ciwan bi me re ketin nava peywendiyan. Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) hate avakirin. Hinek jê çûn tev li MKM’ê bûn û koma me jî bi awayekî fiîlî ji holê rabû.”
DI SALÊN 90’Î DE SERHILDANA KURDAN
Bi domdarî Ozturk got ku di salên 90’î de zextên gelek giran li ser gelê kurd hebûn û gelê kurd jî serhildaneke mezin dabû destpêkirin. Ozturk, ev tişt anî ziman: “Jenerasyoneke ku xwedî li têkoşîna siyasî derdiket hebû. Xwedîderketina li pirsgirêka kurd, dewlet gelek aciz kiribû. Dewletê li dijî kurdan êrişên berfireh dabû destpêkirin. Kelecan û moraleke mezin ji bo vê têkoşînê hebû. Di heman demê polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê ketibûn meriyetê.”
‘WATEDAYÎNA JI HÊLA FIKRÎ VE’
Di berdewamê de Ozturk bi lêv kir ku tu aliyeke baş ê girtîgehan nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me jî ev rewşa neyînî berevajî kir û ji hêla zîhnî ve watedar kir. Dema we dest bi watedayîna girtîgehê kir, vediguhere cihekî ku hûn xwe ji hêla zîhnî ve pêş dixin. Rewşa neyînî ya heyî, hûn vediguherînin rewşeke erênî. Hinek hevalên me hene ku dema ketin girtîgehê xwendin û nivîsandina wan tune bû lê niha pirtûk nivîsandine. Ev rewş hêviyê dide mirov. Anku wateya tu didî cihê lê dijî girîng e. Li girtîgehan her tim hewl didin îradeya girtiyan têk bibin. Heke tu ne di ferqa vê de bî, heke tu li gorî vê xwe birêxistin nekî, wê demê girtîgeh vediguhere cihekî wisa ku nema dikarî ragirî. Divê tu li girtîgehê bikarî têkiliyeke zîhnî bi derve ava bikî û xeteke civakî esas bigirî.”
JIYANA KESÊN TÊKOŞER
Ozturk, hestên xwe yên destpêkê yên kêliya ku ketiye girtîgehê jî wiha vegot: “Di serê min de girtîgeh weke cihekî tarî, cihekî ku tu kes hev nabîne bû. Dema ketîm girtîgehê pir şaş bûm. Cihekî ku weke min di serê xwe de ava kiribû nebû. Weke ku hatibim cihekî asayî, min hîs kir. Ew qelebalixî, ew coş, ew xwedîderketin, pêşwazîkirina rêhevalan kir ku xwe di girtîgehê de hîs nekim. Demek piştre min fêm kir ku di girtîgehê de me. Li girtîgehê xwedîderketinek heye. A rast jiyana li derve gelemperî li ser esasê berjewendiyan e lê ew der, cihê jiyana hevpar a kesên bi hev re têdikoşin e.”
ZEXTA ‘TÊKBIRINA’ PSÎKOLOJÎK
Ozturk, got ku li girtîgehê rastî îşkenceya psîkolojîk hatiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehê mudaxileyî hemû qadên jiyana mirov dikin. Her wiha dema mirov karekî xwe yê rutîn dike, girtîgeh vê vediguherîne îşkenceyê. Li girtîgehê cîhazê X-Ray heye. Ji bo ji cîhaz deng derkeve eyarên pir zirav lê bar kirine. Heta ji bo bişkoka li ser pantorê mirov jî deng jê tê. Armanca wan ew e ku mirûzê me nexweş bikin û lêgerîna tazî ferz bikin. Anku derbasbûna ji vî cîhazî veguherandine îşkenceyê. Li gorî gardiyanan ev yek diguhere. Carnan vê qet nakin. Herî dawî dema min dixwest biçim nexweşxaneyê, xwestin zimanê xwe derxînim û bihejînim. Min wisa nekir û ez nebirim tedawiyê. Di dema hejmartinê de derbasî bêhnvedanê dibî. Lê di carekî de bi ser odeyan de digirin, her deverê belavela dikin û tiştên dixwazin dibin. Hewl didin te ji hêla psîkolojîk ve têk bibin.”
‘GEL AZADIYÊ HEQ DIKE’
Bi domdarî Ozturk, ew di ferqa şerê psîkolojîk ê dihat meşandin de bûn û wiha derbirî: “Li gel ku pirsgirêkên min ên tenduristiyê pir giran bûn, ji ber eleqedar nedibûn min digot; ‘dev jê berde.’ Li şûna vê, min berxwedan hildibijart. Em ne di halekî wisa de bûn ku ji hêla fîzîkî ve bikarin xwe li ser pêyan bigirin lê me ji hêla zîhnî ve xwe li ser pêyan digirt. Heke ne ji mirûz û manewiyeta min bûya, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê niha ji zû de ez bimiriyam. Bijîşkî got; ‘tu mecbûrî di bin kontrola bijîşk de bî.’ Li dijî vê, ez zêdetir li ser zêhn û manewiyatê disekiniyam. Dema derketim derve, min para vê manewiyatê girt. Gelê me pir fedekar e û gelek êş kişand. Êdî azadiyê heq dike. Weke zarokên vî gelê birûmet, em jî dê vê têkoşînê mezin bikin. Ji bilî vê hemû hincet vala ne.”
JI EWIL ÇÛ SERDANA MALBATAN
Ozturk, ji ber azadbûna xwe keyfxweş bûye lê li hêlekî ve jî xemgîn e û sedema bi van gotinan anî ziman: “Ketim hîsiyateke wisa ku dibêjî qey hevalên xwe li wan kelehên zilmê bi tenê dihêlim. Hemû hevalên me di bin îşkenceya psîkolojîk de ne. Nikarin tu tiştekî xwe pêşwazî bikin. Bi qanûn û hiqûqa xwe nakin. Min her du hest bi hev re jiyan. Em azad bûn lê tenê heke bikarim ji bendewariyên hevalên xwe re bibim bersiv û mîna wan bijîm dê dilê min rehet bibe. Li gel vê, min xwest biçim serdana malbatên wan. Ji bo weke remzekî be min jê re çenteyê li ser nivîsa ‘jin, jiyan, azadî’ hebû jê re birin û çûm serdana wan.”
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI GIRTIYAN DERKEVIN’
Herî dawî jî Ozturk ev bang kir: “Divê her kes xwedî li girtiyan derkeve. Dema ji girtîgehê derketîm, ji min re gotin; ‘tu rûmeta me yî.’ Ev yek di şexsê min de pêş neketiye. Ev yek, xwedîderketina kesên derve ya li têkoşînê ye.”
MA / Ferdî Bayram