NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd hatiye birîn.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku ji bo 2 mamostayên zimanê kurdî yên ji bajarê Sineyê cezayê girtîgehê hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo endama Meclîsa Çandî-Civakî ya Nûjîn Sîrwa Pûr Mihemedî û çalakvanê sivîl ê bajarê Sine û endamê Meclîsa Çandî-Civakî ya Nûjîn Îdrîs Mînberî, her yekê 10 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sîrwa Pûr Mihemedî û Idrîs Mînberî, mamostayên Zimanê kurdî ne ku bi awayekî xwebexş perwerdeya Kurdî didin.
Sala borî jî ji aliyê dadgehên Îranê ve 10 sal cezayê girtîgehê li Endama Meclîsa Çandî- Civakî ya Nûjîn Zara Muhammedî hatibû birîn û piştre kiribûn 5 sal.
Zara Muhammed piştî ku salekê di girtîgehê de ma, ji ber bertekan bêyî agahiya malbat û parêzerên wê hatibû berdan.