STENBOL - 78 kesayetan li Stenbolê deklarasyona “Banga Aştiyê” eşkere kirin. Di deklarasyonê de wiha hat gotin: “Hewldana me li ser lêgerîna aştiyê ye û em hewl didin bibin rêwîtiyê aştiyê." Di deklarasyonê de hat xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û hat destnîşankirin ku ji bo çareseriyê û aştiyê rola Ocalan grîng e.
Siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hunermend û rewşenbîr di nav de koma ji 78 kesan pêk tê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane li hev civiyan. 78 kesayet bi sernavê “Deklarasyona Banga Aştiyê” li hotelek Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û deklarasyonê eşkere kirin.
Li eywana civînê pankarta “Banga Aştiyê” hat daliqandin. Gelek rojnamevanên neteweyî û navneyteweyî civînê dişopînin.
Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk, gelek nûnerên rêxistinên sivîl û siyasetmedar beşdarî civînê bûn û piştevaniyê deklarasyonê kirin.
Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal ku di nav îmzevanan de cih digire, di destpêka civînê de axivî û behsa rê û rêbazên pêkanîna aştiyê kir.
Deklarasyon ji hêla aktîvîsta mafên mirovan Nîmet Tanrikulu ku di nav komê de cih digire hat xwendin.
Daxuyaniya bi sernavên “Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn ji her demê bêtir hewcedarî bi aştiyê heye” û “Li şûna siyaseta şer û tecrîdê polîtîkaya aştî û azadiyê” wiha ye:
“Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên aştiyane û demokratîk ji sala 1993’yan ve li aştiyê digeriya û hewldan çêbûn, ev di navbera salên 2013-2015’an de qewimî û pêk hat. Lê belê mixabin ev hewldana dawî jî bi ser neket. Di vê ‘pêvajoya çareseriyê’ ya ku behsa wê tê kirin de gelek geşdanên girîng qewimîn. Di vê pêvajoyê de cara yekem li Tirkiyeyê şer qediya û atmosferek cidî ya aramî û aştiya civakî pêk hat.
Li Girava Îmraliyê di daxilbûna hikûmetê re hevdîtin hatin kirin. Ev atmosfer bû yek ji faktorên jiyanî ya herî girîng. Ji bo siberoja civakê ku diyar bibe têkildarî pêvajoya diyalogê qanûnek taybet jî hat derxistin. Her wiha ji aliyê hikûmetê ve Şandeya Mirovên Aqilmend hat avakirin. Li Tirkiyeyê hemû pêvajoya aştî û çareseriyê hat axaftin û nîqaşkirin. Raporên girîng hatin amadekirin. Şandeya Mirovên Aqilmend li 7 herêmên Tirkiyeyê xebatan bi rê ve birin û raporên pirsgirêka kurd ikare were çareserkirin amade kirin. Di raporên şandeyê de hat gotin ku çareserî pêkan e û gel jî piştevaniya çareseriyê dike. Di demek dîrokî de tiştên girîng qewimîn. Yek ji taybetmendiyên vê pêvajoyê ew bû ku hikûmet û dewletê, Abdullah Ocalan ku terefê kurdan jî wî muxatab nîşan dida, pê re diyalogê kirin.
GELEK KRÎZ ÇÊBÛN
Di sala 2015’an peşk li Pêvajoya Aştî û Çareseriyê hat xistin. Tirkiye bi awayek lez û bez ber bi şer ve çû û bi vê yekê re jî krîza aborî ket dewrê û gelek pirsgirêk û krîzên nû qewimîn û dest pê kirin. Ji 24’ê Tîrmeha 2015’an vir ve şerek bênavber li ser axa Tirkiyeyê, Iraqê, Sûriyeyê diqewime. Ev şer û pêvajoya diqewime welat ber bi pêvajoyek krîzên siyasî, hiqûqî, aborî, çandî, ehlaqî û gelek pirsgirêkên din ve dibe.
REJÎM BI TEMAMÎ BÛ OTORÎTER
Di vê heyamê de rejîma Tirkiyeyê bi temamî bû rejîmek otorîter. Li aliyê din muxalefeta siyasî û civakî ya li Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd tu guhertin pêk neanî. Rêveberiya otorîter bandora xwe bi awayek tûj nîşan da û zextan li ser muxalîfan kir. Daraz hin bêtir ket bin kontrola siyasetê. Siyasetê darazê ji xwe re kir amûra gefan. Ev rejîm gihîşt astek wisa ku qanûnên xwe yên heyî binpê dike û wek ku di qanûna Girtîgeha Girava Îmraliyê de xuya dike jî hemû qanûn û hiqûqê binpê kir û xitimand. Di astek cidî de ji hiqûqa navneteweyî û neteweyî paşvemayîn pêk hatiye.
BERPIRSIYARÎ LI SER MILÊN TEVGERÊ CIVAKÎ Û MECLISÊ YE
Li ber van hemû rasiyan ji bo avakirina aştiyek civakî divê beriya her tiştî zemîn ango bingeha pergalek demokratîk were sazkirin. Di mijara aştiyê de wezîfe dikeve ser milê partiyên siyasî yên li Meclisê û tevgerên civakî. Muxalefeta civakî û parlamento dikare li dijî polîtîkayên şer rabe û carek din zorê li pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê bikin û vê zemînê bi awayek xurt ava bikin. PEYWÎRA HERÎ LEZGÎN A MIROVÎ YE
Dema rastiya Rojhilata Navîn a veguheriyê qada şer hate fikirîn avakirina pêvajoya aştiyê, peywîra herî lezgîn a mirovî ye. Li aliyê aştiyê û li dijî şer bûyîn mijareke prensîbê ye. Em li dijî hemû pêkanînên ku li Filistîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Iraq, Qerebax û Ûkraynayê hiqûqa însanî binpê dike, derdikevin û rexne dikin. Kêmbûna dengê li dijî van polîtîkayên ku bi mirinan û bi koçberkirina zorê encam digire, ji ber kêmasî an jî qelsiya siyaseta aştiyê ye. Divê bêdudilî rêgeza ‘li welat aştî li cîhanê aştî’ bi rengê “Li Tirkiyeyê aştî li Rojhilata Navîn aştî” were parastin.
KES BI AŞTIYÊ WINDA NAKE
Pirsgirêkên civakî, bi çanda diyalog û lihevkirinê; bi referans girtina nirxên wekhevî, edalet û azadiyê re weke dikare çareser bibin. Rêya vê jî parastina jiyana bi hev re ya gelan a li ser bingeha wekheviyê, ya li hundir û derve ye. Hewldana me li ser lêgerîna aştiyê ye û têkildarî cesareta rêwitiya aştiyê ye. Rewşa aştiyê ya ku wê di dawiya vê rêya zehmet lê ewqas jî bi rûmet de pêk were, di heman demê de wê avakirina tenduristiya me ya civakî jî biafirîne. Avakirina tenduristiya civakî, ne tenê weke kes û civak wê bi giştî pergalê jî xurt û tendurist bike. Ji ber vê yekê em careke din dibêjin ‘kes bi şer sernakeve û kes bi aştiyê jî winda nake.’”
ABDULLAH OCALAN MUXATABÊ SEREKE YE
Wekî ku di înîsîyatîfên di navbera salên 1993-2015’an de di parastin û avakirina aştiyê de tê dîtin, Abdullah Ocalan muxatabê serekeye ku dikare însîyatîfê bistîne û çareseriyan biafirîne. Ocalan ê di çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd de roleke krîtîk lîst, 32 meh in ji hemû mafên xwe yên destûra bingehîn û qanûnî bêpar tê hiştin û malbat û parêzerên wî agahiyê jê nagirin. Em destnîşan dikin ku divê ev bêhiqûqî demildest ji holê bê rakirin û ji mafên Ocalan re rêz bê girtin. Em di wê baweriyê de ne ku Ocalan wê tevkariyên gelekî girîng li civakîbûna aştiyê bike ku avakirina wê ya em bawer dikin ji bo Tirkiyeyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji vî alî ve em bang li hikumetê dikin ku dawî li pêkanînên tecrîdê yên li derveyî hiqûqê bîne. Em mûxalefeta siyasî û civakî jî vedixwînin ku siyaseta aştiyê xurt bikin. Weke ku geşedanên di rojên dawî de diqewimin nîşan didin jî ‘aştiya herî xerab ji şerê herî mafdar baştir e'."
TURK LI SER GIRÎNGIYA AŞTIYÊ AXIVÎ
Piştî eşkerekirina deklarasyonê siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî li ser rê û rêbazên aştî û çareseriyê axivî û qala pêvajoyên aştiyê yên demên berê kir.
Navên di bin deklarasyona hatiye aşkerekirin de îmzeya wan hene ev in:
Abdûlhakîm Daş, Ahmet Asena, Ahmet Farûk Unsal, Ahmet Turk, Ahmet Ûçar, Akin Bîrdal, Alî Dûran Topûz, Alî Kenanoglû, Atîlla Yuceak, Ayşegul Devecîoglû, Azad Bariş, Bahadir Altan, Birgul Asena Guven, Canan Kaplan, Canan Yuce, Cavît Ûgûr, Celal Firat, Cengîz Çîçek, Cevdet Bagca, Dîlek Gokçîn, Dogan Ozguden, Ekîn Yeter Moray, Elîf Torûn Oneren, Ender Ondeş, Erdal Dogan, Erdogan Yalgin, Eren Keskîn, Erol Katircioglû, Esengul Demîr, Fatma Gok, Ferda Koç, Feryal Oney, Fîkret Başkaya, Fîlîz Kerestecîoglû, Gamze Taşçi, Gulsum Agaoglû, Hakan Ozturk, Hakan Tahmaz, Hasan Cemal, Hayrettîn Bellî, Huseyîn Aykol, Huseyîn Ayrilmaz, Husnu Ondul, Încî Hekîmoglû, Încî Tûgsavûl, Îrfan Aktan, Julîde Kûral, Kadriye Dogan, Kanber Saygili, Kezban Konûkçû, Mert Buyukkarabacak, Mûkaddes Erdogdû Çelîk, Mûsa Kûlû, Muslum Yucel, Namik Koyûncû, Nejat Taştan, Nesîmî Aday, Nîmet Tanrikûlû, Orhan Alkaya, Oya Ersoy, Oya Oznûr, Ozgur Karabûlût, Ozgur Muftuoglû, Pakrat Estûkyan, Perîhan Koca, Pinar Aydinlar, Ridvan Tûran, Seda Berzeg, Serhat Çakmak, Sînan Gokçe, Sûna Aras, Şanar Yûrdatapan, Yaşar Guven, Zekî Gul, Ziya Halîs, Ertûgrûl Barka, Ertûgrûl Mavîoglû, Ercan Altûntaş.