STENBOL - Selma Irmakê diyar kir ku qirkirin û înkarkirina li hemberî kurdan kodên bingehîn ên dewletê ne û got ku "Plana Çokşikandinê" ya desthilata AKP'ê li ber berxwedana gel rûxiyaye.
Koma Tirkiyeyê ku piştî rûxandina Împaratoriya Osmaniyan hat avakirin, sed salên xwe li ser esasê qirkirin û înkarkirina kurdan temam kir. LÊ kurd tevî hemû qirkirin û sirgûnan jî, sed sal in daxwazên xwe yên ji bo statuyê û hebûna xwe didomînin. LÊ belê AKP'ê di 21 salên desthilata xwe de ku hewl dide komarê veguherîne komareke îslamî, polîtîkayên qirkirin û înkarkirinê yên li hemberî kurdan kûrtir kir. Desthilata AKP'ê, gava pêvajoya diyalogê ya di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şandeya dewletê de dewam dikir, di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK)ya 30'yê Cotmeha 2014'an de, biryara konseptekeşer a li hemberî kurdan girt.
Di vê civînê de ku rojeva wê ya veşarî polîtîkayên "qirkirin û înkarkirina" kurdan bû, konsepteke wekî ya modela Srî Lankayê, konsepta "qirkirinê" hat amadekirin. Ev konsept paşê berpêşî Daîreya Stratejî Planê ya Serfermandariyê hat kirin û navê "Plana ÇOkşikandinê" lê hat kirin.
Bi vê re pêvajoya diyalogê ya di navbera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şandeya dewletê de ku hatibû asteke dîrokî, bi hinceta kuştina 2 polîsên li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê hat xerakirin û "Plana Çokşikandinê" di 24'ê Tîrmeha 2015'an de ket dewrê.
‘ENCAMÊN PLANA ÇOKŞIKANDINÊ'
Di çaçroveya vê planê de ewilî di 16'ê Tebaxa 2015'an de li navçeya Gimgim a Mûşê qedexeya derketina derve hat ragihand. Ev qedexe paşê li 11 bajaran hat ragihandin. Li gor daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), di navbera 16'ê Tebaxa 2015 û 16'ê Hezîrana 2016'an de, hezar û 425 mirov di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan û 2 hezar û 583 kes jî birîndar bûn. Di dema qedexeyan de herî kêm hmafê azadî û ewlehiyê milyon û 809 hezar kesî hat binpêkirin. Piştî xerakirina bajaran, "Plana Çokşikandinê" bi operayonên qirkirina siyasî dewam kir. Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê, parlementer û hevşaredar jî di nav de gelek siyasetmedarên kurd hatin girtin. Li gor daneyên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê di navbera 24'ê Hezîrana 2015 û 1'ê Sibata 2017'an de 15 hezar û 370 endamên partiyê hatine binçavkirin û 3 hezar û 647 kes ji wan hatine girtin. Di sala 2016'an de qeyûm tayinî 95 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hatin kirin. Ev polîtîka piştî hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an jî dewam kir û qeyûm tayinî 51 şaredariyên HDP'î hatin kirin.
Selma Irmak ku gava desthilatê "Plana Çokşikandinê" amade kir û xist dewrê" Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû, armanca vê planê, encamên wê û bandorên wê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê nirxandin.
KODÊN BINGEHÎN ÊN DEWLETÊ'
Irmakê destnîşan kir ku piştî avakirina komarê bersiva ji bo kurdan hatiye dayîn tim "kkuştin, zext, zordestî û sirgûn" bûye û got: "Înkarkirin, ger înkarkirin ne pêkan bû, qirkirin û gava qirkirin ne pêkan bû asîmlekirin û hwdç rêbazên jiholêrakirin didomin. Ev kodên bingehîn ên dewletê ne. Kodên wê tim baqî ne. 'Bekaya' dewletê û 'sonda neteweyî' ya ji bo neçareserkirina meseleya kurd, nayê xerakirin."
Irmakê anî ziman ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan bi pêvajoya bi navê "çareseriyê" hewl daye bi piştgiriya kurdan desthilata xwe bidomîne û got ku bi hilbijartina 7'ê Hezîranê re baweriya pêkanbûna jiyana hevpar û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û aştiya civakî derketiye holê. Irmakê anî ziman ku AKP wê gavê ne xwedî bîrdozî û fikr û pergaleke mayinde ya li ser esasên aştiyeke mayinde bûye û got ku civakê jî di hilbijartinê de tercîha xwe li gor vê kiriye. Irmakê destnîşan kir ku bi 'Plana Çokşikandinê' re polîtîkayên tayinkirina qeyûman ketine dewrê û jiholêrakirina derfetên siyastê yên siyasetmedarên kurd, qirkirina saziyên kurdan û jiholêrakirina mafê gotin û derbirînê hatiye armanckirin.
PEYMANA DOLMABAHÇEYÊ
Irmakê bibîr xist ku haya Erdogan ji bo hûrguliyên Peymana Dolmabahçeyê hebûne, lê belê dîsa jî rabûye ew tune hesibandiye û got: "Çendî Erdogan vê înkar bike jî, ne pêkan e wê jê bibe. Bi rastî jî ev dîmena ewil e ku kurd bi rê û rêbazên demokratîk cara ewil bi dewleta tirk re li ser maseyê rûniştine. Û ev di encama berxwedan gelê kurd de derketiye holê. Her wiha ev encama siyaseta Rêberê Gelê Kurd e. Li gor me, dewlet ji vê tirsiyaye. Dîtina dîtin li Qesra Dolmabahçeyê li dor maseyekê bi kurdan re muzakereyê dikin. Li gor min ev ji bo dewletê hesteke erjeng bû. Tu carî ev yek qebûl nekirin."
ARMANCA 'PLANA ÇOKŞINAIDNÊ'
Irmakê destnîşan kir ku di êrişên DAIŞ'ê yên li ser bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li her çar parçeyên Kurdistanê ruhê "serîhildanê" derketiye holê û ev yek kurdan bi hev ve girêdaye û wiha pê de çû: "Tişta herî zêde dewletê tirsand û kir ku serî li 'Plana Çokşikandinê' bide, a rast ev yekîtiya kurdan bû û ruhê berxwedaneke hevpar bû ku dîtin dê kurd statuya xwe bi dest bixin û dawî li pêvajoya qirkirinê bê. A ku em li vir dibînin ne parastina dijmin e. Dewlet beşeke welatiyên xwe wekî dijmin hesiband û ji bo qirkirina wan planeke erjeng çêkir. Ma dewletek dikare beşeke welatiyên xwe wekî dijmin bihesibîne û ji bo qirkirina wan planeke wiha çêbike? Bi rastî jî ev tiştekî erjeng e."
Irmakê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku "Plana Çokşikandin"ê berdewama Plana Şarq Islahatê ye ku piştî berxwedana Şêx Seîd li hemberî kurda hat amadekirin.
Irmakê bilêv kir ku li Kurdistanê hê jî "Plana Çokşikandinê" di dewrê de ye.
‘ÊN PLANÊ PÊK ANÎN RÛXIYAN'
Irmakê diyar kir ku dê dewlet nikaribe bi van polîtîkayan bi ser bikeve û ev tişt gotin: "Rastiyeke gel heye ku xwe birêxistin kiriye, saziyên xwe ava kiriye, ji bo avakirina siberoja xwe xwedî perspektîfekê ye, bi jin û mêrên xwe ji bo rizgariyê têdikoşe û berxwedana xwe birêxistin kiriye. Beriya her tiştî xwedî rêbertiyeke gel e ku bi paradîgmaya xwe li dijî kapîtalîzmê rê û rêbazên çareseriyê daniye holê. Xwedî rêbertiyeke ku em dikarin bibêjin feylezofê sedsalê ye. Gava ev hebin, piştî vê saetê ne pêkan e ku encamekê bigirin. Ev 'Plana Çokşikandinê' dawiya wan anî. Berxwedana gel van planên qirkirinê yan jî kesên ku van polîtîkayên hovîtiyê sepandin rûxand."
HELWESTA KURDAN A JI BO AŞTIYÊ
Irmakêç di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku kurd ji bo aştiya navbera gelan polîtîkayeke li ser esasên muzakereyê dimeşînin û got ku heman tiştî ji bo meseleya Îsraîl-Filistînê jî pêşniyaz dikin. Irmakê got: "Kurd, dikarin ji bo vê bibin mînak. Helwesta Kurdan li Rojhilata Navîn bi rastî jî hêzeke aştiyê ye. Bi rastî jî di rewşa stêrka aştiyê de ne."
MA / Rûkiye Adiguzel