MED - Bi ser wefata “Mamosteyê” çapemeniya kurd Kadrî Kaya re 5 sal derbas bûn. Hevalê xebatê yê Kaya, Zekeriya Gozupek wiha got: “Mamoste, hafizeya Çapemeniya Azad bû. Em hêj jî valahiya bi çûna wî re çêbûyî dijîn.”
Kadrî Kaya (Mamoste) ku bi salan ked da çapemeniya kurd, di 29’ê cotmeha 2018’an de li Fakûleteya Tipê ya Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê dema tedawiya penceşêrê dibû wefat kir. Kaya, li gundê Derslav ê Stewrê ya Mêrdînê ji dayik bû. Demekî dirêj di saziyên perwerdeyê yên dewletê de weke memûrek xebitî. Piştî teqawidiyê, bû Nûnerê Amedê ya rojnameya Ozgur Bakişê ku di 18’ê nîsana 1999’an de dest bi weşanê kir. Piştî ku rojname ji ber zextan hate girtin, di rojnameya Yenî Gundemê de heman peywira xwe domand ku di 27’ê gulana 2000’î de dest bi weşanê kir. Rojname, di 31’ê adara 2001’an de bi biryara rêveberiyê hate girtin û mamoste Kadrî heta demekî di rojnameya Yedîncî Gundemê de xebitî ku weşana heftane dikir.
Di 4’ê nîsana 2002’yan de jî Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi dirûşma “Ji rastiyan tawîz nayê dayîn” dest bi weşana xwe kir û Kaya di avakirina ajansê de cih girt.
DI 29’Ê NÎSANA 2011’AN DE HATE GIRTIN
DÎHA, di 29’ê cotmeha 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin. Kaya, 14 sala nûnertiya DÎHA’yê kir. Kaya, di 19’ê nîsana 2011’an di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin û girtin. 7 mehan girtî ma û piştî berdanê dîsa xebatên xwe domand. Li gel peywira nûnertiyê, her wiha berpirsyarê yekîneya îdarî ya ajansê û xebatkarê wê bû. Di nava vê demê de hem nûnertî, hem jimêryar, hem teknîsyer hem çavkaniya nûçeyê hem jî merciya çareseriyê bû. Lewma di nava çapemeniya kurd de weke “Mamoste” hat pênasekirin.
Zekeriya Gozupek di sala 2006’an de Kaya nas kir û qala hevaltiya xwe û Mamoste kir.
20 SALAN KED DA
Gozupek, got ku Kaya zêdetirî 20 salan ked da Çapemeniya Azad û ev tişt anî ziman: “Xwedî şexsiyetekî wisa bû ku hewl dida ji bo pirsgirêkên her kesî çareseriyekî peyda bike. Mamoste, rojnameger û rêveberekî jîr bû. Ji bo çareserkirina her kesî tu caran xwe paşve nedida. Li hemû buroyên herêmê digeriya û bi tevekan re eleqedar dibû.”
Bi domdarî Gozupek diyar kir ku Kaya di civînên rojev û nûçeyan de zêdetir li ser pirsgirêkên gel disekinî û wiha domand: “Navberekê Mamoste li Êlihê hate girtin. Dema ew girtî, 2-3 hevalan nedikariyan karê wî bimeşînin. Me herî zêde wê demê fêm kir bê ka Mamoste xwedî cih û kedeka çawa ye. Roja wefata kirî heta niha em wê valahiya piştî çûna wî derket holê hêj hîs dikin.”
‘HAFIZEYA ÇAPEMENIYA AZAD BÛ’
Gozupek, destnîşan kir ku Kaya hesta girêdayîn aîdiyetê bi her kesê di nava Çapemeniya Azad de cih digire ava dikir û axaftina xwe wiha qedand: “Di heman demê de kes pir baş nas dikir. Di nava demekî pir kin de ferq dikir bê ka kî dikare rojnamegeriyê bike yan jî neke. Di vê mijarê de her tim gotinên wî rast derketin. Tu amûrekê teknîkê ya xerab dibû nediavêt. Her tim bi kar dianî, wênekeş û komputer jî wî bi xwe temîr dikir. Gelek dixwend û lêkolîn dikir. Bi taybet jî ji bo zimanê kurdî gelek hesas bû û ji kesên dixwestin hîn bibin re jî dibû alîkar. Di heman demê de Mamoste hafizeya Çapemeniya Azad û şahidê gelek zextan bû. Ji hemû hevalên dihatin girtin re name dinivîsand û her tim ji wan agahî digirt. Tu carî hevalên girtî bêagahî nedihişt. Di temenekî biçûk de wefat kir. Dê di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad de her dem bijî.”
MA / Mujdat Can