AMED - Hasîne Guler, hevjîna girtiyê nexweî Siddik Guler, diyar kir ku rewşa hevjînê wê xirabtir dibe û got ku hevjînê wê bi alîkariya dîwaran tê cihê hevdîtinê.
Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehan 605 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyên nexweş 38 jê divê demildest bên berdan. Lê tevî hemû raporan jî girtiyên nexweş nayên berdan û li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Ji girtiyên nexweş ên divê demildest bên berdan yek jê jî Siddik Guler ê 84 salî ye. Rewşa tenduristiya Guler her diçe xirabtir dibe.
Di sala 1994'an de li gundê Qerha yê Bismilê leşker û PKK'yî pevçûn. Piştî pevçûnê di lêgerîna malê de çekeke bêrusxet li mala Guler hat dîtin. Hat îdiakirin ku Guler tevlî pevçûnê bûye û hat girtin. Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) 36 sal ceza li Guler birî. Guler ku 29 sal in girtiye, her diçe rewşa wî xirabtir dibe.
Guler ji ber nexweşiya xwe bi sendelyeya biteker digere. Di sala 2020'an de ji ber giranbûna nexweşiya wî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnî serî li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê da ku înfaza wî bê taloqkirin. Ji ber vê Guler di 29'ê çileya 2021'ê de sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê hat kirin. Nexweşxaneyê rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da Guler û ji ber vê dozgeriyê jî daxwaza ji bo taloqkirina înfazê red kir. Her wiha ji bo berdana Guler hemû serlêdanên li Saziya Tiba Edlî (ATK) jî hatin redkirin. Guler ku rewşa wî pir xirab bû, di 1'ê tebaxa 2021'ê de sewqî Polîklînîka Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Îskenderûnê hat kirin. Nexweşxaneyê di reçeteyê de got, "Tu pirsgirêkeke wî ya tenduristiyê tune ye. Bila zêde avê vexwe." Ji ber vê reçeteya bijîşk serlêdana ÎHD'ê ya ji bo berdana wî hat redkirin.
Guler paşê ji Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Menemen a Tîpa R'yê hat kirin.
ÇIMA NAYÊ BERDAN?
Hesîne Guler (74), hevjîna Siddik Guler, bibîr xist ku hîpertansiyon, nexweşîna dil, romatîzma, helandina hestiyan û gelek nexweşînên din bi hevjînê wê re hene. Guler bilêv kir ku hevjînê wê zêdetirî 19 mehan ji bo bê dermankirin ji Girtîgeha Îskenderûnê sewqî Girtîgeha Menemenê hatiye kirin. Guler diyar kir ku ji ber ku nexweş e û extiyar e 4 sal in hevjînê xw enedîtiye û got: "Zarokên min nêzî 15 roj berê çûn cem bavê xwe. Bavê wan bi alîkariya dîwêr çûye cihê hevdîtinê. Hevjînê min tiştan jibîr dike. Hatiye asta ku mirovan nas nake û guhên wî pir giran bûne. Car heye jibîr dike avê vexwe, dermanan bixwe û xwarinê bixe. Madem we ji bo dermankirinê ew bir, çima hûn wî derman nakin? Û eger hûn tedawî dikin, nexwe çima baş nabe? Ka dermankirina we? Çima rpaorê nadin nexweşekî wiha? Her wiha kurê min Hebîb jî 20 sal in girtiye û nexweşîna tansiyonê lê peyda bûye. Tansiyonê li çavê wî xistiye. Ji bo dermankirinê wî jî birine Îzmîrê."
‘BAWERIYA MIN BI EDALETÊ NEMAYE'
Guler anî ziman ku bawer nake ku li Tirkiyeyê edalet hebe û got ku kurê wê û hevjînê wê di girtîgehên cuda de ne û her du jî tên dermankirin. Guler wiha domand: "Ger edalet hebûya, dê her du ne di girtîgehên cuda de bûna. Dê alîkariya bavê xwe bikira. Her wiha kurê min jî bi wî halê xwe yê nexweş di hucreyekê de tê ragirtin. Ma ev edalet e? Kesekî nexweş çima di bi tena serê xwe di hucreyekê de tê girtin?"
Guler bal kişand ser sewqkirian girtiyan a ji bo girtîgehên dûrî malbatan û wiha bertek nîşan da: "Hûn çima vî tiştî dikin? Çi heqê we heye. Mafê girtiyan ê hevdîtina bi malbatan re heye. Ez ji ber extiyarbûna xwe û nexweşiya xwe nikarim biçim cihê dûr. JI ber vê bi salan e neçûme girtîgehê. Me gelek caran daxwazname dan ku wan sewqî girtîgehên nêzî me bikin, lê red kirin. Gava malbat diçin cem girtiyan di rê de qeza dikin. Di van qezayan de jiyana xwe ji dest didin. Me jî carekê qeza kir. Ev tahd eçima li girtiyan û malbatan tê kirin. Bi vê dixwazin malbatan jî ceza bikin."
BANGAWAZÎ
Guler bang li her kesî kir ku xwedî li girtiyên nexweş derkevin û got: "Girtî ji bo vî gelî di girtîgehê de ne. Hemû rêxistinên sivîl û mafên mirovan divê li dora girtiyan bibin xelek û ji bo girtiyan tiştinan bikin. Demildest divê girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin kes bimire. Bila edalet û aştî bê welêt."
MA / Mehmet Guleş