RIHA - Ji sala 2019’an ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn heta niha her sal 2’yê Mijdarê weke “Roja Rojava ya Cîhanê” tê pîrozkirin. Roja kesên ku digotin “jiyaneke nû pêkan e” dê îsal jî di bin siya êrişan de were pîrozkirin.
DAIŞ a ku li Iraqê Mûsil û li Sûriyeyê jî Reqa dagir kir, di 15’ê îlona 2014’an de berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kantona Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kir. DAIŞ’ê, li deverên ku bi çekên êriş dibir ser bi hezaran kes qetil kir û yên mayî jî neçar kir ku koçber bibin. Gundên Kobanê yek bi yek dagir kir, di cotmehê de xwe gihand navenda bajar û piraniya navendê dagir kir. Tevî vê yekê jî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bajar teslîmî wan nekirin.
Şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan di 5’ê cotmehê de li Girê Miştenûrê çalakiya fedaî pêk anî û bi vê çalakiyê re berê pevçûnan guherî. Piştî çalakiyê, Kobanê veguherî keleha berxwedanê û berxwedana wê li tevahiya cîhanê deng veda. Navê Kobanê ku bajarekî biçûk ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, li 7 parzemînên cîhanê belav bû. Ji bo xwedîderketina li berxwedanê, rewşenbîrên mezin ên cîhanê û saziyên mafên mirovan 1’ê Mijdarê weke “Roja Kobanê ya Cîhanê” ragihandin. Ji 57 welatan bi sedhezaran kesan ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê, di 1’ê mijdara 2014’an de daketin qadan. Kobanê ku bi saya piştevaniyê teslîmî tarîtiyê nebû, piştî berxwedaneke dîrokî ya 135 rojan, di 26’ê çileya 2015’an de hate rizgarkirin.
Berxwedana ku li Kobanê dest pê kir, piştre li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû û jiyana nû ya hatiye avakirin ji bo hemû gelên cîhanê bû hêvî. Tirkiyeyê jî têkçûna DAIŞ’ê ranegirt û piştî têkçûna wê dest bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di vê çarçoveyê tevî komên paramîlîter ên girêdayî xwe Cerablus, Ezaz û Bab dagir kir, di 20’ê çileya 2018’an de êrişî Efrînê û di 9’ê cotmeha 2019’an de jî êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir.
Ji bo piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, di 2’yê mijdara sala 2019’an de bi dirûşma “Rojava ya me ye” 2’yê Mijdarê weke “Roja Rojava a Cîhanê” hate ragihandin. Di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her sal di 2’yê mijdarê de li çar aliyên cîhanê dirûşma “Rojava ya me ye” olan dide.
GAV BI GAV HAT AVAKIRIN
Berxwedana ku li tevahiya cîhanê deng veda û pêvajoya avakirinê, piştî serhildanên gel ên li Rojhilata Navîn belav bûn dest pê kiribû. Serhildanên gel ên behsa xeberê, di 15’ê adara 2011’an de belavî Sûriyeyê bû. Serhildana ku di dîrokê de weke “Bihara Ereban” hatiye nivîsandin, di nîsana heman salê de li her devera welêt belav bû. Serhildana ku li hemberî rejîma Esad dest pê kir, veguherî pevçûneke navxweyî. Gelê kurd û gelên din ên pê re jî “Rêya Sêyemîn” tercîh kirin û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Kurdan û gelên bi wan re ne li gel komên paramîlîter ên ku piştgiriya xwe ji DYA û welatên ewropî digirin tevgeriyan ne jî li gel Rûsya û Esad ên ku hewl didan statûkoya heyî biparêzin. Li şûna vê pêşengtiya “Şoreşa Rojava” kirin ku weke “Şoreşa Jinê” tê binavkirin. Pergala di pêvajoya şoreşê de hate avakirin, di şerê navxweyî de ji bo gelan veguherî warê nefesgirtinê.
AVAKIRINA TEV-DEM Û MGRK’Ê
Di demên ewil ên şerê navxweyî de rejîma Esad û komên muxalîf ji bo gelê kurd li gel wan cih bigirin pir hewl dan. Lê her du aliyan jî ji bo daxwazên maf û azadiyê yên gelê kurd bersiva “piştî çareseriyê” dan. Gelê kurd jî piştî vê bersivê bêalî man û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ava kir.
YEKITIYA KURDAN
Hewldan û lêgerînên kurdan bi demê re xurtir bûn. Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê ku ji Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Eniya Neteweyî ya Sûriyeyê (ENKS) û 16 partiyên siyasî pêk dihat, di 26’ê cotmeha 2011’an de li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê Hewlêrê civiya. Di encama civînê de biryar hat dayîn ku her du meclis bi hev re tevbigerin û di 25’ê tîrmeha 2012’an de biryar da ku Konseya Bilind a Kurd were avakirin. Piştî vê gava ku di mijara yekitiya kurdan gavekî girîng bû, di 29’ê tîrmeha 2012’an de li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedhezaran kes daketin qadan û meşên mezin li dar xistin. Piştî vê, Konseya Bilind a Kurd weke îradeya hevpar a gelê kurd hate qebûlkirin. ENKS bi demê re li gel hêzên navneteweyî yên li herêmê û hem jî bi Tirkiyeyê re tevgeriya. Bi vê yekê re li dijî destkeftiyên gelê kurd tevgeriya. Lê belê tevî vê yekê jî Konseya Bilind, bi navên “Dîplomasî”, “Xizmeta Civakî” û “Parastinê” sê komîte ava kir.
ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
Rûpelên dîrokê 18’ê tîrmehê 2012 nîşan dida. Li paytexta Sûriyeyê Şamê serokê hemû saziyên bi bandor ên rejîmê civînek li dar xistin. Di kêliya civînê de teqînek mezin rûda û gelek ji wan rayedarên payebilind ên rejîmê mirin. Êvara heman rojê Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO), derûdorên Minbic, Cerablus, Kobanê û Helebê xist bin kontrola xwe. Di pêşengiya TEV-DEM’ê de jî roja 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê hêzên rejîmê ji bajêr hatin derxistin. Piştî Kobanê, li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkêlegê, Tirbêspiyê û Tiltemîrê xelkê rêveberiyan desteser kir û xist bin kontrola xwe. Dîsa heman rojê kurdan bi dirûşma “Sûriyeya Demokratîk, Rojavaya Xweser” li Kobanê kantona xwe ragihand. 19’ê Tîrmehê wek roja destpêka şoreşê hat qebûlkirin. Bi dû Kobanê re li Efrîn û Qamişloyê jî kanton hatin ragihandin. Paralelî ragihandina kantonanan yekîneyên xweparastinê yên herêmî jî hatin avakirin. Piştre li bajarê Qamişlo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) hatin ragihandin.
MALÊN GEL Û HSD
Di hundirê heman salê yanî di sala 2012’an de li bajar, bajarok û gundan malên gel hatin avakirin. Li malên gel têkildarî xweseriyê civîn û perwerde hatin dayîn û her wiha li guhertin û veguhertina civakî pêk hat. Her wiha li dijî gefan û metirsiyan komên biçûk ên parastinê hatin avakirin. Pêşketina malên gel ji bo pergala Rêveberiya Xweser bû bingehek mezin. Malên gel paşê veguherîn komûnên rêxistinkirî yên berfireh. Bi ser van malên gel re li gund û taxan bi hezaran komûn hatin avakirin. Komunên jin û ciwanan bi awayên xweser hatin rêxistinkirin. Xizmet û yekîneyên edalet, perwerde, parastin, tenduristî, aborî û qadên din bi ser malên gel re hatin avakirin û temînkirin. Komûn jî di nava demê de ji avakirina meclisên bajêr û navçeyeran bûn bingeh. Pergala xweseriya demokratîk gav bi gav hat sazkirin û avakirin. Bi pêşengiya şervanên kurd ji hemû netew, bawerî û aliyan hêza leşkerî di bin sîwana Hezên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de civiyan û bûn yek.
ÇAND Û PERWERDE
Lingê perwerdehiyê yê vê pergala ku dihat avakirin li gelek bajaran bi “Saziya Şopandinê ya Nûrî Dêrsimî” hatin avakirin û dewre û heyamên perwerdehiya bi zimanê zikmakî hatin destpêkirin. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku di destpêka pêvajoya şoreşê de hatibû avakirin, dest bi xebatên leztir kir. Di bin banê saziyê de nêzî 100 dibistanan hatin vekirin. Li dibistanan ewilî nêzî hezar kesî hatin perwerdekirin. Li bajarên Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Efrîn, Kobanê û gelek deverên din saziyên çand û hunerê hatin vekirin û ketin xizmeta gel. Li van navendên çand û hunerê di gelek qadan û waran de xebat hatin kirin.
KOMÎTE HATIN AVAKIRIN
Girêdayî Konseya Bilind, bi Komîteya Xizmeta Civakî re li her meclise “Komîteyên Xizmet û Aştiyê” hatin avakirin. Her wiha “Komîteya Edaletê” hat damezrandin. Ev komîteyên ku ji bo çareseriya gelek pirsgirêkan hatin avakirin, hê jî xebatên xwe didomînin. Girêdayî Konseya Bilind a Kurd jî Komîteya Aştî û Edaletê hat avakirin. Ji bo pergala hiqûqê bê rûniştandin, ji 4’ê Nîsana 2013’an ve girêdayî Akademiya Zanista Civakî ya Mezopotamya “Şaxa Edaleta Civakî” hat avakirin.
MECLISÊN JINAN
Ji destpêka şoreşê û heta roja me ya îro ve di qadên jinan û ciwanan de xebatên girîng hatin kirin. Meclis û malên jinan ên di bin banê “Yekitiya Star” de hatin avakirin. Li meclisên gel girîng ji bo temsîliyeta jinan hat veqetandin û li gelek bajaran navendên zanist-perwerde û akademiyên jinan hatin avakirin. Hemû rêveberî li ser pergala hevserokatiyê hat sazkirin û jin di mijarên perwerde, malbat, siyaset, aborî û asayîşê de jî bi rolên girîng rabûn.
TENDURISTÎ Û ABORÎ
Konseya Bilind a Kurd ji ber pirsgirêkên ambargoyê di qada tenduristiyê de jî komîteyan ava kir. Saziya Heyva Sor ku hat avakirin yek ji van saziyan e. Ji bo ambargo rabe, avakirina pergalê û çareseriya pirsgirêkan di sala 2013’an de Saziya Pêşvebirina Aboriyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Saziya navborî aboriya xwe li ser gel bi pêş ve bir û xebatên kooperatîfbûnê ji Kobanê û Dêrikê dest pê kir û girîngiyek mezin da xebatên kooperatîfan.
RÊVEBERIYA XWESER
Di dawiya sala 2013’an de pergala Rêveberiya Xweser hate avakirin û Peymana Civakî hate amadekirin. Di Peymana Civakî de zimanên kurdî, erebî û suryanî weke zimanên fermî hatin qebûlkirin. Li gorî peymanê rêjeya nûnertiyê ya jinan a di saziyan de herî kêm weke ji sedî 40 hate diyarkirin. Hate destnîşan kirin ku pêkhateyên cuda yên li herêmê divê di pergala Rêveberiya Xweser de cihê xwe bigirin. Pergala Rêveberiya Xweser; weke Meclisa Qanûnçêkirinê, Meclisa Rêveber û Dadgeha Bilind li ser 3 bingehan hate avakirin.
Piştî peymanê herêm li kantonan hate dabeşkirin û Meclisa Kanûnçêkirinê ya Kantona Cizirê hate avakirin. Her wiha Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Kantona Cizîrê di 21’ê çileya 2014’an de bi awayekî fermî avakirina xwe ragihand. Ekrem Hiso weke serokê ewil ê Meclisa Rêveber hate hilbijartin. Di kantonên Kobanê û Efrînê jî di 27 û 29’ê çileyê de heman gav hatin avêtin. Ji ber dabeşbûna erdnîgarî ya di navbera 3 kantonan de têkiliyek rasterast di navbera rêveberiyên xweser ên 3 kantonan de nebû, lê koordînasyon ji bo her sê rêveberiyan hebû. Her wiha di nava Rêveberiyên Xweser de li gorî pêwîstiyên her kantonekê avadanî hatin avakirin. Bi rêya van saziyan perwerde, tenduristî, aborî, parastin, çand, jin, ciwan û pergalên xizmetguzariyê hatin avakirin.
Koordînasyona Rêveberiya Xweser a her 3 kantonan, di sala 2016’an de veguherî Federalîzma Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê. Di heman salê de Meclisa Qanûnçêkirinê ya Kantona Cizîrê, di meha adarê de di sazî û daîreyên girêdayî Rêveberiya Xweser de pergala hevserokatiyê pejirand. Meclisê pejirand ku rêjeya nûnertiya jinan ji sedî 40’ê derxînin ji sedî 50’yan. Berfirehkirina qadên Rêveberiya Xweser ên piştî sala 2015’an, paqijkirina herêmên Reqa, Girê Spî û Minbicê ya ji dewleta tirk û hêzên di bin kontrola wê de, kir ku rêveberî gaveke din biavêje. Di 6’ê îlona 2018’an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate îlankirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 3 herêman (Cizîr, Firat û Efrîn) pêk tê. Meclisên Qanûnçêker û rêveberiyên her kantonan hene. Her organa qanûnçêkirinê têkildarî herêmên xwe qanûnan çêdikin. Qanûnên ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdike jî li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên pêkanîn.
MA / Emrûllah Acar