AMED - Dema girtinê ya siyasetmedar Gultan Kişanakê tije bûye lê dîsa jî nayê berdan. Hevşaredarên ku qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin bertek nîşanî vê yekê dan û bang kirin ku hiqûq bê sepandin.
Gultan Kişanak ku gava Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, di 25'ê cotmeha 2016'an de hat binçavkirin û di 31'ê cotmehê de hat girtin. Dozên bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" li Meletî û Enqereyê lê hatin vekirin û ev doz hatin yekkirin. Dozên der barê Kişanakê de hê didomin, lê belê li gor Qanûna Ceza ya Tirk ger doz bidomin dema girtinê herî zêde 5 sal e û li gor Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê jî dema girtinê herî zêde 7 sal in. Li gor van qanûnan diviyabû Kişanak di 25'ê cotmeha 2023'yan de bihata berdan. Ji bo vê parêzerên Kişanakê serî li Dadgeha Ceza ya Giran a 22'yan a Enqereyê dan, lê belê dadgehê hê tu biryar nedaye.
'BILA KIŞANAK SERBEST BÊ BERDAN'
Hevşaredarên ku qeyûm tayinî şûna wan hatine kirin bertek nîşanî neberdana Kişanakê dan û bang kirin ku dawî li vê dorpêça darazê ya li ser Kişanakê bê.
Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, diyar kir ku Gultan Kişanak 7 sal in tê darizandin û ev darizandin li dijî serketina jinê, hevserokatiyê û têkoşîna jinên kurd e û wiha pê de çû: "Wekî hûn dizanin desthilat ji sala 2016'an ve li her qadê êrişên xwe zêde kirin. Êrişên li ser jinan di vê salê de jî zêde bûn. Di ser navê Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayşe Gokkanê re dixwazin têkoşîna jinan krîmînalîze bikin. Em jinên kurd heya em hebin em ê vê têkoşîna jinê bimeşînin. Polîtîkayên wan ên cezakirinê, polîtîkayên wan ên qirkirinê dê têk biçin. Divê demildest Gultan Kişanak û hevrêyên me serbest bên berdan."
‘BILA DAWÎ LI VÊ BÊHIQÛQÎTIYÊ BÊ'
Hevşaredara Bajarê Nû Belgîn Dîken ku qeyûm tayinî şûna wê hat kirin, anî ziman ku ji sala 2016'an ve li hemberî hevşaredaran helwesteke bêhiqûqî heye û got: "Em jinên kurd em ê di vê pêvajoyê de li qadan bin. Ez yeqîn dikim ku dê gelê me xwedî li vîna me derkeve û em ê bi hev re xebatên xwe bimeşînin. Gultan Kişanak 7 sal in bi awayekî bêhiqûqî tê darizandin. Cezayê wê qediyaye lê, mueyîdeyên hiqûqî didomin. Ev helwesta bêhiqûqî ya dewletê tenê ne li ser Kişanakê, li ser hemû hevşaredarên me didome. Em dixwazin dawî li vê yekê bê."
Hevşaredara Sûrê Filîz Bûlûttekîn ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, diyar kir ku dewlet bi darê zorê siyasetmedaran dîl digire û got ku dê têkoşîna xwe bidomînin.
Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozerê jî xwest dawî li vê dorpêça darazê ya li dora jinan û bêhiqûqîtiya di şexsê Kişanakê de tê kirin bê.
Hevşaredara Nisêbînê Semîra Nergîz jî diyar kir ku dema girtinê ya Gultan Kişanakê temam bûye û got: "Lê dîsa jî nayê berdan. Em di pergaleke wiha de ne ku ne qanûnên Tirkiyeyê ne jî yên navneteweyî esas tên girtin. Dewleteke hiqûqî divê divêtiyên hiqûqê bisepîne. Lê îro ro hiqûq wekî çoyekî tê bikaranîn. Wiha tevdigere. Divê hiqûq bê pêkanîn û Gultan Kişanak bê berdan."