STENBOL - 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Tevî ku salek bi ser biryara “tedbîrê” ya Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê ji bo Ocalan daye derbas bû jî lê hê jî Tirkiyeyê gavek neavêtiye.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê de di bin şert û mercên tecrîda dijwarkirî de tê ragirtin. 32 meh in agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar nayê girtin. Daxwaz û mafê hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî bi îdiayên “cezayên dîsiplînê” tên astengkirin. Her wiha mafê axaftina bi telefonê jî hatiye astengkirin.
Parêzerên Ocalan rewşa agahî negirtin û tecrîda li miwekîlên wan tê sepandin hem serî li hiqûqa navxweyî didin û hem jî vê rewşê birin rojeva sazî û dezgehên hiqûqa navneteweyî. Parêzeran di dîrokên cuda de serî li Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.
Yek ji van serlêdan jî di 29’ê tîrmeha 2022’yan de ew serlêdan bû ku ji bo Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê hat dayîn. Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din cara yekem serî li NY’yê dan. Me girîngiya vê serlêdanê û bersiv û bandora vê bersivdayîna Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê di 6 pirsan de berhev kir.
Parêzer ji bo Abdullah Ocalan bi kîjan daxwazan serî li Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê dan?
Piştî hevdîtina telefonê ya di 25’ê Adara 2021’an de ji Abdullah Ocalan û girtiyên li gel wî tu xeber nayê girtin û mafê wan ê hevdîtina bi telefon û nameyan hat astengkirin. Parêzeran daxwazên xwe yên li ser esasê pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Rêziknameya Navxweyî ya Komîteyê kirin, li gorî benda 92’an a qanûna dadweriya tawanan, li ser navê muwekîlên xwe daxwaznameyek pêşkêş kirin û daxwaza dawî anîna girtina wan a incommunicado hat kirin û ji bo serdanê daxwaza tedbîran hat kirin.
Biryarên ku Komîteyê têkildarî Abdullah Ocalan dane çi ye?
Komîteyê ev daxwaz qebûl kir û di 6'ê îlona 2022'an de daxwaza serlêderan ji hikûmeta Tirkiyeyê re şand da ku bi lez û bez gihandina parêzerekî bijarte bide wan. Ji ber ku di vê mijarê de pêşketin çênebû, Komîteyê di 19’ê çileya 2023’yan de careke din biryara xwe bi bîr xist. Ji bo ev biryar bê tetbîqkirin, parêzeran hem li ber Dadweriya Înfazê hewl dan û hem jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Lê belê ev biryar piştî salekê jî bi cih nehat.
Biryara “Tedbîrê” tê çi wateyê, kîjan rewş tên sepandin?
Ew pêvajoyek e ku tê de, wekî beşek ji proseya nirxandina serîlêdanek kesane, Komîte ji Dewleta Peymandar vedixwîne ku tevdîrên taybetî bavêje an dev jê berde da ku pêşî li mexdûr an mexdûrên binpêkirina îdîakirî negire ku zirara bêderfet nebe dema ku serlêdan tê kirin.
Di rewşên ku kesek di bin xetera muameleya xerab de ye, daxwaza tedbîrên pêşîlêgirtinê mekanîzmayek ji bo rakirina vê xetereyê ye. Komîte dikare daxwaz bike ku Dewleta Peymandar tedbîran bigire da ku pêşî li kiryarên ku dibe sedema zirara nevegerandî bide serlêder. Ger Komîte difikire ku daxwaza serlêder rastdar e, ew ji dewleta têkildar daxwaz dike ku ji bo parastina mafên serlêder tedbîrên demkî yên guncaw bigire. Lê belê ev rastiya ku Komîteyê ji dewletê xwest ku tedbîrên demkî bi cih bîne, nayê wateya biryardariya li ser esasê serlêdanê. Komîte dê esasê serîlêdanê bikole û biryara xwe jî bide.
Ev biryar ji bo Tirkiyeyê esas e yan jî Tirkiye neçar e ku li gorî vê biryarê tevbigere?
Rayedariya Komîteyê ya wergirtina serlêdanên takekesî di protokola zêde ya vebijarkî ya Peymanê de wekî dirêjkirina Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Medenî û Siyasî (UMSHS) tê tertîbkirin. Bi qebûlkirin û depokirina Komara Tirkiyeyê re, UMSHS ji 23’yê Kanûn 2003’yan û Protokola Bijarte jî ji 24’ê Mijdara 2006’an de ket meriyetê û bû mecbûrî. Di vî warî de ev biryar ji bo Tirkiyeya ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de rayeya Komîteyê qebûl dike, mecbûrî ye. Ger li gorî biryarê neyê tevgerkirin dê hin prosedurên cezakirinê bi xwe re bîne.
Tevî vê biryarê jî halê ragirtina heyî ku bidome gelo di warê hiqûqî de pêkan e?
Divê ev biryar bi cih were anîn û girtiyên li Îmraliyê di biryarê de hatine diyarkirin demildest û bêsînor bi parêzerê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Ji ber ku girêdayîbûna biryarên Komîteyê vê yekê ferz dike. Ev mijar beriya her tiştî ji bo Tirkiyeyê erkeke destûrî ye. Têkiliyek bi vî rengî diyardeya îzolasyonê ji holê ranake jî, wê rewşa bêpeywendîdar bi dawî bibe.
Heke li gorî vê biryarê gav neyê avêtin û di sepana heyî de israr bêk irin gelo wê di hiqûqa navneteweyî de çi encaman bi xwe re bîne?
Heke daxwazek ji bo tedbîrên demkî neyê cîbicîkirin, Komîte dê nikaribe fonksiyona xwe bi cih bîne û prosedura gilîkirina kesane dê bê wate be. Ji bo ku binpêkirina heyî ji holê rabe, Komîte hewl dide ku serdanên li ser xaka dewleta eleqedar bike, li gel ku bi nûnerên dewleta partiyê re hevdîtinên li gorî salnameyê pêk bîne. Di raporên ku bi awayekî periyodîk ji aliyê Komîteyê ve tên amadekirin de, bersiv nedan û/an jî nehevkariya dewleta hevkariyê dike tê weşandin. Ev rapor pêşkêşî hin mekanîzmayên di nava Neteweyên Yekbûyî de tên kirin. Ev rewş di qeyda mafên mirovan a dewleta partiyê de weke referanseke diyarker cih digire. Ev rewş tehlîlek cidî ye. Qeydkirin û tomarkirina binpêkirinan û gihandina wan ji bo agahdariya aliyên peywendîdar ên navneteweyî, rê li ber îmkanên vekirî yên zextên dîplomatîk vedike.
MA / Dîren Yûrtsever