NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa dewleta tirk a bi SÎHA’yan a li dijî gundê Boskênê yê Ranyayê de 3 sivîl birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; artêşa tirk bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) êrişî gundê Boskênê yê bajaroka Ranya ya bi ser îdareya Raperînê kir. Hat zanîn ku di encama bombebaranê de 3 welatiyên sivîl birîndar bûn. Hat diyarkirin ku devera hatiye bombebarankirin nêzî navenda gund û dikana ye. Hat destnîşankirin ku ji birîndaran 2 jê karker bûn.
Di encama bombebaranê de ziyan gihişt malên welatiyan.
Midûrê Giştî yê Tenduristiyê yê Ranyayê Ferman Ahmet da zanîn ku 2 karkerên di êrişê de birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê.