ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Nebîha Acar ku birayê wê û 3 biraziyên wê girtî ne diyar kir ku bi salane zextên li ser malbata wê kêm nebûne û got: "Yek kesî nehiştine ku biçin hevdîtina van mirovan. Tenê sûcek me heye ew jî ji ber em kurd in.”
Di encama polîtîkayên çewisandinê yên ku bi salane li Kurdistanê ji aliyê desthilatdariya heyî ve tê meşandin de, bi hezaran kes hatine binçavkirin û bi hezaran kes jî hatine girtin. Li Kurdistanê roj nîne ku gel bi van pêkanînan re rû bi rû nemîne. Polîtîkayên neçareseriyê ku rê li ber dijwarkirina pirsgirêka kurd vedike, bi xwe re zext û zordariyê tîne. Xelkê kurd ku daxwaza azadiyê û wekheviyê dike jî tim û tim di hedefê de ye. Yek ji van jî malbata Acar e.
GIRTIN, KUŞTIN Û SIRGÛN
Malbata Acar a ku ji gundê Gelîkûr yê bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê ve ye, di salên 1990'î de bi her cure pêkanînên dewletê re rû bi rû dimîne. Di sala 1992'yan de ji malbatê Celal Acar ji hêla leşkeran vê tê qetilkirin. Li gel qetilkirina Acar, gef li gundiyan tê xwarin û gund yek carê bi darê zorê tê valakirin. Malbata Acar a ku neçar dimîne berê xwe dide navçeya Hezexa Şirnexê. Lê belê li vir jî dewlet berê xwe dide ser malbatê û gefan li malbatê dixwe. Di sala 1996'an de jî ji malbatê Mehmet Ata Acar tê qetilkirin. Hê ku failê Celal nehatine dîtin vê carê jî birayê wi ji aliyê heman hêzên tarî ve tê qetilkirin. Piştî vê jî êrişên li ser malbatê kêm nabin lê belê tevî hemû gef, zext û zordariyê jî malbata Acar di ji bo têkoşîna xwe bi paş ve gav naavêje. Êrişên li ser malbatê heta roja me ya îro jî didomin.
Di sala 2017'an de ji malbatê Tenzile Acar di sala 2017'an de li Stenbolê tê girtin. Acar a ku 6 sal in di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de girtî ye, bi nexweşiya Hepatît B’ye ketiye. 6 meh beriya niha jî Mehmet Ata Acar ku lawê Celal Acar ê qetilkiribû hatiye girtin û ev 6 meh in di girtîgehê de ye. Ji malbatê Yasîn Acar û apê wan Lokman Acar jî di serdegirtina malan ên di 19'ê cotmehê de hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Her wiha ji ber êrişên li ser malbatê, gelek ferdên malbatê neçar mane ku koçî Ewropayê bikin.
Dayika Aştiyê Nebîha Acar ku meta Tenzîle, Celal, Yasîn Acar e ji ajansa me re axivî û behsa êriş û zextên li ser malbatê kir.
'YAN DIKUJIN YAN JÎ DIGIRIN'
Acar destnîşan kir ku di her serdemekê de malbata wê bûye armanca êriş û zextan û wiha got: “Ev pêkanîn li dijî hiqûqê ne. Ev tiştê ku dewlet her carê tîne serê me nayê ziman. Em êdî nikarin bînin ziman. Niha di malbata min de 4 kes di girtîgehê de ne. Gelo ji ber çi ye? Sedemê vê ji ber ku em kurd in. Birayê min Lokman endamê Meclisa Giştî ya Bajêr a HDP'ê bû. Her mehê diçû civînên fermî. Ti sûcê wî nebû di hewşa nexweşxaneyê de hate girtin. Bavê min nexweş bû û li wî dinêriya. Ji bo ku em kurd in vê zilmê û heqeretê li me dikin. Em ji kurdîtiya xwe pêvetir ti sûcê xwe nabînin. Çi sûcê me heye, me çi kiriye? Çi heq û hiqûq nîne. Neheqî heye, bêhiqûqî heye, bêedeletî heye. Dibêje çima ciwan diçin? Ma wê ciwan çawa neçin? Kesekê ku dibêje ez kurd im yan dikujin, yan jî digirin. Biraziyê min Yasîn jî girtin. Ew jî zarokeke wî yê nexweş heye. 15 rojan li Enqereyê û 10 rojan jî li mala xwe dima. Ev 4 sal in di rêya nexweşxaneyê de ye. Ti kes malê de nema ye. Wesayita wî li ber malê ye. Derfet nîne ku kesek zarokê wî bibe nexweşaneyê. Derence didin ber mala wî û bi paceyê de dikevin mala wî û bi îşkenceyê binçav dikin, dibin. Ev zilma ku dikin kesek nake."
'TENÊ SÛCEK ME HEYE EW JÎ KURDBÛNA ME YE’
Acar anî ziman ku ew ê ti carî dest ji têkoşîn û doza xwe bernedin û wiha axivî: "Biraziya min Tenzîle jî nexweş e û di girtîgehê de ye. Ev 7 sal in di girtîgehê de ye. Derfet nîne ku em biçin hevdîtina wê. Kes nîne, derfet nîne. Nexweş e ne dermanê wê didin û ne jî malbat dikare biçe wê bibîne. Ev 11 roj in di yek hûcreyê de tê ragirtin. Ka ji bo çi miroveke ku nexweş û pêdiviya wê bi alikariyê heye di hucreya yek kesî de tê hiştin? Biraziyê min ê din jî di girtîgeha Stenbolê de tê girtin. Yek nehiştine ku biçe hevdîtinên wan ku pêdiviyên wan pêk bîne. Çar mirov di malekî de bên girtin tişteke zehmet e. Her yek ji wan di girtîgeheke cuda de ye. Ji ber wê derfet nîne ku em biçin hevdîtina hemûyan. Tenê sûceke me heye ew jî ji ber ku em kurd in. Xwedê heqê me li erdê nehêle û ji van zaliman re nehêle. Heq, hiqûq û edeleta Tirkiyeyê li ku ye? Yê ku dibêje em mafê mirovan diparêzin, yê ku dibêje em heq û hiqûqê diparêzin li ku ne? Heke ku heq û hiqûq hebe bila bidin xuyakirin. Em kurd in û em dev ji kurdîtiya xwe bernadin. Heta ku em saxbin em ê li pey kurdîtiya xwe bin. Jixwe yek nema ye, lê zarok jî bên girtin em ê li pey kurdîtiya xwe bin. Em natirsin. Bi girtin û kuştinê me bitirsînin jî em ê dev ji doza xwe bernedin. Em ji doza xwe venagerin. Welat be welatê me ye, ax be axa me ye. Xwedê em kurd dane û em kurd in."
MA / Zeynep Durgut