AMED - Nivîskara kurd Xecê Rêdûr ku ji rojhilatê Kurdistanê ye, bal kişand ser xebatên xwe û got: “Xebat û pirtûkên min li ser azadî û wateya jin û zarokan e, armanca min jî ew e ku vê azadî û wateyê bi felsefeyê berfirehtir Bİ zarokan bidim fêmkirin.”
Nivîskar Xecê Rêdûr ku li rojhilatê Kurdistanê bajarê Ûrmiyê dijî, ji bo di zarokan de hişmendiya azadî û wateya jinê ava bike têdikoşe. Rêdûr, ewilî bi wergerandina pirtûkên zarokan dest bi karê wêjeya zarokan kiriye û dû re jî dewlemendiya çand, ziman û dîroka kurdan ji bo xwe mînak girtiye. Piştî ketiye ferqa dewlemendiya çand, ziman û dîroka kurdan dest ji wergerê berdaye û pirtûkek bi navê “Teyrê Keskesorê” ku behsa çîroka zarokek gulhez dike, nivîsandiye. Rêdûr, destnîşan kir ku niha jî du pirtûk li ber destê wê ne û dê ew jî di demên pêş de bên weşandin. Her wiha Rêdûr, nebûna felsefeya zarokan ya di wêjeya kurdî de weke kêmasiyeke mezin dibîne û hewl dide di wî warî de jî bixebite. Herî dawî Rêdûr, dest bi derhêneriyê jî kiriye û niha fîlma wê ya yekem di montajê de ye.
Rêdûr, têkildarî xebatên xwe yên çand û hunerî ji ajansa me re axivî.
SEDEMA XEBATÊN WÊ REWŞA ZIMANÊ KURDÎ YE
Rêdûr da zanîn ku wê beşa “Rêveberiya Malbatê” xwendiye û niha jî bi wêjeya zarokan re eleqedar e. Rêdûr anî ziman ku di heman demê de ji bo zarokan pirtûkek jî nivîsandiye û daye weşandin. Rêdûr diyar kir ku li rex van kar û xebatan, derhêneriyê jî dike û wiha got: “Ez dixwazim beşa Parastina Mafan jî bixwînim ku mafên zarokan, jinan biparêzim. Min di salên 2015-16’an de dest bi xebatên xwe yên wergerandina çîrokan ya ji bo zarokan kir. Xebata min a ewilî wergerandina çîroka bi navê ‘Xezala Gerdendirêj’ ya bi zimanê farisî bû û min ev werger çap jî kir. Sedema nivîsandina min a pirtûkên zarokan rewşa zimanê kurdî ya nebaş bû, bi taybetî jî li Rojhilat û beşa milê kurmancî de. Gava min ev rewş dît, zêde li ser min bandor kir û min dest bi vî karî kir. Min gelek pirtûk wergerandin, lê min tenê yek da weşandin. Dû re ez fikirîm ku heke armanca min ziman, zarok, welat be ez bo çi diçim çand û ferhenga xelkî tînim belavî zarokên welatê xwe dikim. Dîrok û çanda me ewqasî dewlemend e û ez çima van li zarokên me nadin nasandin. Çima vê şoreşê nakim? Da ku zarokên welêt ji bo siberojê amade bin.”
‘DIVÊ XWEDÎ LI HEBÛN Û ZIMANÊ XWE DERBIKEVIN’
Rêdûr diyar kir ku niha ew li ser wêjeya zarokan dixebite, lê armanc ne tenê zarok, her wiha armanc jin, welat, azadiye jî. Rêdûr got ku koka ziman û destpêka her tiştî zarok in, lewma wê bi zarokan dest pê kiriye. Rêdûr anî ziman ku heke miletek bixwaze zimanê xwe dewlemend bike, divê xwedî li hebûn û çanda xwe derbikeve, divê zarokan perwerde bikin û axaftina xwe wiha domand: “Heke tu li ser zarokekî vê bandorê nekî, piştî ew zarok mezin bû û kal bû, tu nikarî ev tişta ku heyî li wan bidî naskirin, parastin. Lewma min got ku heke ez bixwazim bandorekî çêbikim, şoreşekê ava bikim, divê ez li ser zarokan bixebitim, da ku bigihijim armanca xwe.”
NASKIRINA AZADÎ Û WATEYA JINÊ
Rêdûr der barê nivîskariya xwe de jî wiha got: “Dema ez pirtûkekê ji bo zarokan dinivîsim, heke ew pirtûk li ser jinê nebe, lehengê wê pirtûka min jin nebe ez nikarim binivîsim. Heta niha min pirtûkek çap kiriye û du pirtûk jî niha li ber destê min in. Armanca min hişmendiyek, an jî şoreşek di hişê zarokan de çêbikim ku azadî û wateya jinê bi wan bidim fêmkirin. Bi qewlê filozofê me gotiye, ‘Jina azad civaka azad e’. Ji ber vê yekê em çiqasî azadî û wateya jinê bi zarokan re bidin naskirin, em ê ewqas jî nêzî pêşketin û serkeftinê bibin. Em ê bi xebatên xwe ev tunehesibandina li ser me ewqas lawaz bikin û hebûna xwe bihêztir bikin.”
FELSEFE Û ZAROK
Rêdûr anî ziman ku wê dest bi xebateke nû kiriye û dixwaze bi mijara felsefeya zarokan re eleqedar bibe. Rêdûr, da zanîn ku nebûna felsefeya zarokan di nava wêjeya kurdî de kêmasiyeke gelek mezin e û ji bo ev kêmasî ji holê rabe wê dest bi xebata felsefeya zarokan kiriye. Rêdûr bi domdarî wiha got: “Weke min pêşiyê jî got pirtûkên min li ser azadî û wateya jin û zarokan e, armanca min jî ew e ku vê azadî û wateyê bi felsefeyê berfirehtir bi zarokan bidim fêmkirin. Divê em bi her awayî, bi her şêwazî giringiyê bidin zanistê. Karê felsefeyê azarandin û helandina nezaniyê, ango hişyariya li dijî nezaniyê ye. Ez dixwazim vê hişmendiyê di wan de ava bikim ku çima Kurdistana wan, çand û dîroka wan, hebûna wan, ax û welatê wan hatiye dagirkirin? Û divê çi bikin, çawa bikin, çawa bijîn, çawa hebin, çawa bidin jiyandin, divê çawa dîroka xwe, hebûna xwe biparêzin. Dixwazim bi rêya pirs û hişmendiya felsefeyê wan agahdar û hişyar bikim. Dema me zarokên xwe agahdar û hişyar kirin, wê çaxê em dikarin bibêjin ku me hebûna xwe parastiye, me berxwedanek mezin daye û em dikarin bibêjin ku em nêzî serkeftinê ne.”
JI BO PARASTINA MAFÊ ZAROKAN DEST BI DERHÊNERIYÊ KIRIYE
Rêdûr behsa karê xwe yê derhêneriyê jî kir û ev tişt anî ziman: “Ji bo parastina mafên zarokên kurdan min dest bi derhêneriyê jî kir. Niha min fîlmek çêkiriye û di montajê de ye. Mijara fîlma min ew zarokên ku bûne qûrbaniyên teqîna mayînan e. Bi salan e ev rewşe didome û ji milê Başûr heta digihije Rojhilat herêmên kurdan mayîn hatine bicihkirin. Ev mayîn bi zanebûn nehatine paqijkirin, piştguh kirine. Her zarokeke me kurdan xwedî çîrokeke pir bi êş û jan e û bi vê çîrokê yan jiyana xwe ji dest daye yan jî mezin bûye. Her wiha armanca çêkirina min ya fîlman ew e ku bikaribim bedewiya jina kurd, lehengiya jina kurd nîşan bidim û dixwazim bi rêya çêkirina fîlman vê yekê biparêzim û bidim parastin.”
BANGA JI BO DAYIK Û BAVAN
Rêdûr di dawiya axaftina xwe de bang li dayik û bavên kurd kir û destnîşan kir ku kurd li çar milên Kurdistanê di bin desthilatdariyekê de ne, ji ber vê yekê jî pêwîste ku dayik û bav, malbat ji bo kurdî bixebitin. Rêdûr anî ziman ku pêwîst nake ku zarok biçin dibistanan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ya pêwîst ew e ku di mala xwe de, di bin darekê de, di odeya xwe de perwerdehiya zarokên xwe pêk bînin û li qirkirina zimanê xwe temaşe nekin. Ji bo zimanê xwe divê her kes bê meydanê û çi ji bo zarokan be, çi ji bo mezinan be xebatên xwe yên ji bo ziman bimeşînin, bidomînin an jî dest pê bikin. Ji bo ku zimanê me, çanda me bê tunekirin, ji bo ku em tune bin her hewl û êriş li ser me tê meşandin. Her siyasetek, lîstikek li ser me, zarokên me tên meşandin. Ji ber vê yekê jî divê em jî hewl bidin ku di bin vê qirkirinê de nemînin. Bi taybet jî zarokên me ku ew ji bo siberoja me gelekî girîng in.”
MA / Bazîd Evren