ŞIRNEX- Emîn Soyal ê 78 salî ku ji sedî 91 astengdar bû û hatibû girtin, piştî îtiraza parêzeran hat berdan. Soyal got ku ya tê kirin ji zilmê pêvtir ne tu tişt e û wiha got: "Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?"
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de polîsan di 19’ê cotmehê de li navçeya Hezex a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin û 5 kes binçav kirin. Yek ji binçavkiriyan jî Emîn Soyal ê 78 salî bû. Çendî Soyal ji sedî 91 astengdar bû jî bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “alîkarî daye rêxistinê” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Qubînê ya Êlihê. Emîn Soyal ê ku nexweşê KOAH’ê ye, baş nabihîse û çavên wî baş nabînin û dilê wî jî bi pîlê dixebite û ji sedî 91 astengdar e, piştî îtiraza parêzerên dadgehê di 6'ê mijdarê de ew berda. Soyal ê ku piştî 20 rojan ji girtîgehê derket, ji ajansa me re axivî.
'JI BER KELEMÇEYÊ DESTÊ MIN REŞ Û ŞÎN BÛN'
Soyal diyar kir ku dema ku girtîgehê de rojên zehmet derbas kirin û wiha axivî: "Tu xweşiya girtîgehê nîne. Mirov nikare tiştekî bike. Dema ku bi ser mala me de girtin û ez birim heta Sêrtê destê me bi kelemçekirî em birin. Destê min reş û şîn bûbû. Lê ev ji wan re ne derd bû. Ji ber wê jî pir zor bû. Nexweşiya min a mîde, dil û nefes heye û di nava xwîna min de îltîhab heye. Rapora min jî hebû lê ez dîsa jî girtim. Girtina min ji wan re ne derd bû. Girtîgeh ne tenê yên weke min re ji her kesî re zehmet e. Mirov di destê wan de dil girtiye. Ew çi bixwazin dê wê bikin. Xwarin didan me nexweş jî bû lê me dixwar. Em nêçar bûn ku bixwin. Heke ku me nexwariba em birçî diman. Dema ku ez dibirim nexweşxaneyê jî bi kelemçekirî em dibirin. Di van 20 rojan de ez sê caran birim nexweşxaneyê. Hevalên me ji bo nexweşiya min daxwazname didan rêveberiya girtîgehê. Ji ber ku rewşa min a tendûristiyê nebaş bû daxwazname dihat qebûlkirin. Ji ber ku ez nexweşê KOAH'ê me dermanê min her tim di berîka min de bû. Heta ku ew jî ji berîka min derxistin."
'MA EM Ê ÇAWA POŞMAN BIBIN?'
Soyal bi lêv kir ku ji ber ku hevalên xwe li pey xwe hiştiye ew ne kêfxweş e û got ku tişta ku li dijî kurdan tê kirin zilm e û wiha got: "Dema ku ez hatim girtin jî ez xemgîn nebûm. Ma ji bo ku hatim girtin ma ez ê xwe qirêj bikim? Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim? Dema ku ji girtîgehê derketim xemgîn bûm. Ji ber ku min hevalên xwe li pişt xwe hiştin. Ez ne keyfxweş bûm, hevalên min tê de man û ez derketim. Weke ku derneketime hîs dikim. Ez dema ku di nav wan de ez bêtir keyfxweş bûm. Ez ji hevalên xwe dûr ketim. Ji niha ve min pir beriya wan kiriye. Ev zilm e, ma ji vê pêvtir zilm heye? Me kurdan tiştekî hesab nakin. Mirovê nexweş ê ku nikare rabe ser piyan pêdiviyên xwe pêk bîne jî digirin û diavêjin girtîgehê. Hin girtî jî cezayê wan xelas dibin lê bernadin. Dibêjin, 'bêjin em poşman in.' Dê ka bêjin ev mirov dê ji çi poşman bibin? Ji bo ku kurd in poşman bibin? Em ê çawa poşman bibin. Daxwaziya min ew e ku hemû girtî bên berdan. Kezaba min ji bo wan dişewite. Di bin zilmê de ne, şert û mercên wan nexweş in, dixwazim ku bên berdan."
MA / Zeynep Durgut