Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin

  • rojane
  • 12:40 8 Mijdar 2023
  • |
img
ENQERE - Fîgen Aras a ji doza TJA'yê girtiye da zanîn îdianameyên der barê wan de hatine amadekirin ûcûbe ne û got di dosyayê de feraseta ji têkoşîna jinan ditirse heye. 
 
Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere ye û di 30'yê mijdara 2022'yan de dest pê kir di 2'yê kanûna 2022'yan de aktivîstên TJA'yê Gulistan Dehşet, Didar Çeşme, Bedia Akkaya, Figen Aras Kaplan, Hatice Gungor, Hulya Kinagu, Figen Ekti, Mekiye Ormanci û Amine Demir Çoban, Zeynep Boga hatibûn girtin û şandibûn Girtîgeha Sîncanê ya Jinan û Tamcihan Çelebi, Besile Narin, Meral Şimşek, Zekiye Guler, Hulya Taşar, Yeliz Ayyildiz Kiyak, Dilan Akpolat, Aysel Ceylan, Hazal Aras û Beritan Can Yaşa bi tedbîra kontrola edlî hatibûn berdan. 
 
Merve Tekîn Demirel a bi hepsa malê tê darizandin û di heman demê de Sultan Esen a tedawiya pençeşerê dibîne û ew jî bi hepsa malê tê darizandin duh bi SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. 
 
5 jinan xwestin bi kurdî parastina xwe bikin li ser vê yekê şandeya dadgehê kurdî wekî "xwe dixwaze bi zimanekî din îfade bike" pênase kir. 
 
Danişîna doza jinan bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" û "rêvebirin an jî avakirina rêxistinê" jê tên darizandin di roja duyem de, li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat tê lidarxistin. 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamentera HEDEP'ê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit, parêzerên OHD'ê, Navenda Mafên Jinan a Baroya Enqereyê, gelek jin û malbat tev li danişînê bûn. 
 
Parêzeran diyar kirin ku berî danişînê polîs ji TEM'a Enqereyê hatine eywana danişînê û xwestin bê tespîtkirin ka li ser wan çek heye yan na. Şandeyê da zanîn danişîn ji her kesî re vekiriye û daxwaza parêzeran red kir. 
 
Parlamentera HEDEP'ê ya Qersê Gulistan Kiliç Koçyigit û parêzer Gulan Çagan Kaleli jî bertek nîşanî hatina polîsan a li eywanê dan. 
 
Danişînê bi parastina Figen Aras a girtî dewam kir. 
 
'EZ PIR DIXWÎNIM Û DIXWAZIM HEMÛ JIN AZAD BIN' 
 
Fîgen Aras bi lêv kir ku wê qeza kiriye û tevî travmaya serî derbas kiriye jî bi binpêkirina mafan rû bi rû hatiye hiştin û wiha got: "Îdianameyên der barê me de hatine amadekirin ûcûbe ne û di dosyayê de feraseta ji têkoşîna jinan ditirse heye. Ez mamoste me û xebatên jinan didim meşandin. Ez pir dixwînim û dixwazim hemû jin azad bin. "
 
'JI EM KURD EM TÊN DARIZANDIN' 
 
Aras da zanîn ew li maseya komeleya jinan a Tirkiyeyê dixebite û got: "Di serdema navîn de bi milyonan jin bi îddiya 'pîreboktiyê' hatin şewitandin. Wê serdemê li dadgehan şahidan digotin van jinan şifakar in û şev jî bi şeytan tên gel hevdu û agahiyê digirin. Çêkirina sîrkeyê ya ji lîmonan a jinan wekî pîreboktî tê pênasekirin. Dewlet niha ji bo wan jinên hatine şewitandin lêborînê dixwazin. Ji ber kurd im loma jî di dosyayê de min wekî ûcûbe nîşan didin. 
 
'EZ TJA'YÊ WEKE QADA TÊKOŞÎNÊ DIBÎNIM' 
 
Aras diyar kir ku tevlîbûna wê ya panela ku TJA li Wanê pêk anî weke sûc hatiye nîşandan û ji heyetê pirsî, "Di vê panelê de me çi kir, li hemberî kê şîdet hat kirin?" û  got: “Ez TJA’yê weke qada têkoşîna jinê dibînim. Ez bi sedan jinan re beşdarî çalakiya 25'ê Mijdarê bûm, ger ev çalakî ne hiqûqî bin, çima em li pêşberî polîsan vê dikin? Her wiha dibêjin 'avakirina rêxistina çekdarî'. Rêxistin û çek li kû ne?Min heta niha tenê xwendekarek îdare kiriye û ji xeynî zewaca xwe tiştekî din îdare nekiriye. Di raporên MASAKê de min pere ji keçmala x xwe re şand sûc hat hesibandin, hevjînê min yên 23 salan ji min re pere şand ew jî sûc hat hesibandin, jinek bi bipolar hebû ku nexweş bû hat komeleyê 200 TL lazim bû, min da û ew jî ket dosyayê. Dibînim yekî bi navê Şemsettîn Ulaş di dosyayê de ye, zêrker e. Min ji bo dawetê zêr kirî. Dema tu van hemûyan rakî, îdianameya feraseta ku ji têkoşîna jinê ditirse, dimîne. Ez di komeleyan de dixebitim û îtîrazên min hene. Me dibirin tuwaleta mêran a jêr, mêrik bi me re diaxivi, dema dît ku em kurd in, got 'ez hemwelatiyê Komara Tirkiyeyê me', hevalê min jî got 'ez jî siyasetmedar im'. “Bifikirin, rewşek wisa heye."
 
'WERIN LI PANELÊN ME TEMAŞE BIKIN' 
 
Fîgenê bi bîr xist ku bavê wê axaftina bi kurdî li wan qedexe kiriye, lê dema bavê wê jiyana xwe ji dest daye bavê wê bi kurdî diaxiviye û wiha got: “Bi hezaran jinên ku dikevin girtîgehê û derdikevin  nîşan didin ku ev têkoşîn rewa ye. Min vala bikin da ku ez karibim karê xwe bidomînim. Werin em we jî vexwînin panelên xwe. Ez tiştekî qedexe nakim, her tim li pişt me polîs hene. Hûn ê bibînin ku îdianameya ji bo vê dosyayê hatiye amadekirin çiqas vala ye."
 
DAXWAZA BERDANÊ 
 
Girtî Gulîstan Dehşet piştre axivî û dest bi parastina xwe kir. Dehşet anî ziman ku ji ber sûcên bêbingeh ev salek e di girtîgehê de ye û diyar kir ku ne tenê ew mexdûr bûye, birayê wê yê nexweşiya bîpolar ku bi wî re dijiya jî mexdûr bûye. Dehşet got: “Min di navbera salên 2007-2011’an de di nav partiyeke rewa di nava xebatên jinan de cih girt. Gulîstanê bi lêv kir ku birayê wê yê dupolar girêdayî wê ye û di qeydan de diyar dibe ku salek e nehatiye dermankrin û wiha got: “Piştî sala 2011’an ez beşdarî xebatên jinan nebûm." Gulîstanê bi daxwaza berdana xwe dawî li parastina xwe anî.
 
Danişîn bi parastinan dewam dike.

Sernavên din

09/11/2023
13:56 Di maça Lîga Şampiyonan de pankarta ‘Qedexeyên li ser Amedsporê rakin’ hate vekirin
13:21 Parêzerê Can Atalay: Êdî mesele ji meseleya Atalay derketiye
13:05 Ozel bi Kurtulmuş re hevdîtin kir: Kurtulmuş dê bang bike
11:30 Danişîna rojnameger Alagaş hate taloqkirin
11:08 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:06 Bakirhan: Biryara Dadgeha Bilind hewldana darbeyê ye
11:00 MYK’a HEDEP’ê bi rojeva ‘darbeya li darazê’ civiya
10:26 Welatiyên Wanê: Em dixwazin Abdullah Ocalan azad bibe û di nav me de be
09:54 Rojnamevan Topûz: ‘Banga Aştiyê’ banga xurtkirina demokrasiyê ye
09:30 Rojnameger Çelîk: Tawanbariya ‘endamtiya rêxistinê’ ya ji ber nûçeyan tiştekî sosret e
09:05 Piraniya mexdûrên erdhejê hê jî di konteyneran de ne
09:03 Nivîskar Aktaş: Heya tecrîd hebe dê çalakiyên me bidomin
09:02 Malbata ku ji ber îxbarekê xaniyê wan hat xerakirin di konteynerê de dimîne
09:01 650 hilbijêr veguhestin Elkê û 67 cerdevan li avahiyekî hatin qeydkirin
09:00 Ji bo ‘Meşa Azadiyê’ bang kir: Em ê li dijî tecrîdê li qadan bin
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2023'YAN
08:05 Li Kirikhanê bi pileya 4.9 erdhej çêbû
08/11/2023
22:59 Li Hesekê êrişî baregeha DYE’yê hat kirin
22:52 Dewleta Îranê 9 kes bi dar vekirin
22:29 Çûn şîna dayika ku tevî 5 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da
22:20 Doza TJA'yê taloqî sibê hat kirin
22:14 Lijneya Rêveber a Navendî û Koma Meclisê ya HEDEP'ê dê civînekê li dar bixin
21:27 Li Parlementoya Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîna çapemeniyê
20:54 Cezayê ku li rojnamevanên nûçeya îşkenceya helîkopterê çêkirin hatibû birîn, hat pesendkirin
20:39 Li ber avahiya NY’yê çalakiya rûniştinê
18:57 Girtiyê piştî 30 salan ji girtîgehêd erket girseyî hat pêşwazîkirin
18:53 Aysel Tûglûk hat berdan
18:30 Doza Kobanê taloqî sibê hat kirin
17:55 Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e ?
16:47 AYM’ê daxwaza betalkirina ‘qanûna sansurê’ red kir
16:47 Li Antalyayê erdhej çêbû
16:46 Aysel Tûglûk hate binçavkirin
16:09 ‘Qeyûman’ mohra xwe li hevdîtinên bûdçeya wezareta karên hundir da
15:48 Li Zanîngeha Dîcleyê derb û binçavkirin
15:47 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
15:31 Li gelek gundên Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin
15:31 Li Wan û Bedlisê civînên gel: Em di ‘Meşa Azadiyê’ de li hev bicivin
15:04 Darizandina Hevserokê DBP’ê Bayindir hat sekinandin
15:04 Doza TJA’yê: Ji meşa dema di girtîgehê de bûm hatiye kirin têm sûcdarkirin
14:31 DFG: Bila dozên derbarê rojnamevanan de bên betalkirin
13:41 Raportorê Taybet ê NY’ê: Hedefgirtina qadên sivîlan û binesaziyê sûcê li dijî mirovahiyê ye
13:21 AYM’ê ji bo astengkirina nûçeya Arti Gerçekê biryara ‘binpêkirinê’ da
12:58 Ji bo qedexekirina ‘gazên’ polîs bikartînin pêşnûme qanûn hate dayîn
12:50 Rêveberên Partiya Çep hatin binçavkirin
12:40 Doza aktîvîstên TJA'yê: Ji têkoşîna jinan ditirsin û lewma em tên darizandin
11:26 Li Stenbolê dê û keça wê hatin kuştin
11:21 Rojnamevan ji bo betalkirina 'Qanûna Sansurê' li ber AYM'ê ne
10:55 MKG'ê ji bo danişîna rojnamevanan banga xwedîderketinê kir
10:42 Dengbêj Feyzoyê Rizo jiyana xwe ji dest da
10:11 Danişîna doza 18 rojnamevanan sibê ye
10:01 Li Îranê erdhej çêbû
09:01 Girtiyê 78 salî yê hat berdan: Ma piştî vî emrê xwe ez ê ji kurdbûna xwe poşman bibim?
09:01 Ji bo biryara ÇED'ê ya der barê Geliyê Zorê de doza betalkirinê
09:01 Amadekariyên ‘Meşa Azadiyê' didomin: Em ê ji bo hiqûqê li wir bin
09:01 Hakan Ozturk: Divê em fêm bikin ku xwestekên kurdan mafdar in
09:00 Aktivîsta ereb Asadî: Darvekirin li dijî kêmaran wekî amûreke çewisandinê tên bikaranîn
09:00 Nexweşxaneya dewletê veguhestin dibistanê
09:00 Nivîskar û derhêner Xecê Rêdûr: Armanca min avakirina hişmendiya azadî û wateya jin û zarokan e
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2023'YAN
07/11/2023
21:58 Artêşa Îsraîlê: Em ketin navenda Xezeyê
20:25 Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê
19:50 Ji girtiyan li dijî binpêkirinên mafan banga hestyariyê
18:51 170 êzdiyên din jî vegeriyan warê xwe
16:54 ‘Ji bilî azadiya Ocalan tu şansekî me yê din nîne’
16:33 Doza Kobanê: Wezareta Dadê di dosyayê de aliyeke
15:59 Pirtûka rojnameger Akarsel a bi navê ‘Nîsan’ derket
15:52 Di doza 49 endamên OHD û TUAD’ê de dê mutalaa bê amadekirin
15:39 Doza Kobanê: Siyasetmedarên tên darizandin Parrhesiastesên serdemê ne
15:37 Têkildarî kuştina Gevriye Akguç 15 kes hatin binçavkirin
15:26 Hasan Îpek piştî 30 salan hate berdan
15:24 Derbarê rojnamevan Ren û 3 girtiyan de doz hate vekirin
14:56 Li Wanê civînên gel: Em ê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin
14:25 Radyo Hêviyê HEDEP sansur kir
13:42 Li Çewligê 18 kes hatin binçavkirin
13:34 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Emîne Ayna
13:22 DFG: Li dijî pêkanîna PDK'ê ya li hemberî Ehmed bêdeng nemînin
13:04 Netanyahû: Agirbest çênabe, em dikarin navbereke taktîk bidinê
13:02 Ji bo nelirêtiyên li Şaredariya Peyasê mifetîş hate peywirdarkirin
13:01 Hejmara nû ya Modernîteya Demokratîk derket
12:46 Hatîmogûllari: AKP rondikên derew dibarîne
12:01 Li Hewlerê bi dronan êrişî baregeha Hezên Hevpeymanê hate kirin
11:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:40 Komîteya Nobelê: Em ji rewşa Nergîs Mûhammedî bifikarin
10:55 Welatiyê suryan ê li Mêrdînê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
10:54 Ji 57 saziyên demokratîk û 202 kesan danezana hevpar: Yekane rêya çareseriyê aştiyeke mayînde ye
10:27 Tevgerên ciwanan dê ji bo Abdullah Ocalan bimeşin
10:14 Hûrgiliyên qezaya li Misircê diyar bûn
10:10 JINNEWS: Di cotmehê de 28 jin hatin qetilkirin
09:10 Rojnameger Koyluoglû: Siyaseta PDK'ê ya li hemberî çapemeniya azad siyaseta AKP û MHP'ê ye
09:08 ‘Azadiya Ocalan ji her tiştî girîngtir e'
09:06 Xwişk û birayên girtî rastî binpêkirinên mafan tên
09:04 Beşdarên konferansê gotin: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
09:03 Eren ê ji bo Îmraliyê serlêdana ‘lezgîn’ kir: Wezaret neçare bersivê bide
09:01 Kuştin, girtin û sirgûn bûye para malbata Acar
09:01 'Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan azadiya gelên Rojhilata Navîn e'
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2023'YAN
06/11/2023
21:41 Li Amedê konsera Koma MA'yê
21:02 Girtiyê nexweş Tanhan hat berdan
19:08 Rêxistinên ciwanan: YOK bermayiya 12'ê Îlonê ye
18:05 Doza Kobanê: Mirina ewil bi destê polîsan pêk hat