NAVENDA NÛÇEYAN - Di civînên gel ên li Wan û Bedlisê bi tevlibûna sedan kesan pêk hatin de ji bo “Meşa Azadiyê” ya têkildarî azadiya fîzîkî ya ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê lidarxistin, banga “Em li Gemlîkê li hev bicivin” hate kirin.
Civînên gel ên di pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên li Dêrguşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) de li Wan û Bedlisê starta wan hatin dayîn didomin. Ji bilî sedan kesan gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li civîna ku li eywaneke dawetê ya li Wan hate lidarxistin bûn. Di civînê de rojeva “Meşa Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê dê di 18’ê mijdarê de li Gemlîkê bê lidarxistin derket pêş.
Piştî ku ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin, bername dest pê kir. Di civînê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin û sînevîzyona têkildarî tecrîd û pêvajoya komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû amadekirin hate nîşandan.
JI BO MEŞA GEMLÎKÊ BANG HATE KIRIN
Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya, îşaret kir ku Rêberê PKK’ê Ocalan 32 meh in ne bi parêzer ne jî bi malbata xwe re nikare hevdîtinê bike û wiha got: “Têkildarî tecrîdê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin jî her ku diçe zêde dibin. Li aliyê din polîtîkayên şer ên li dijî Rojava, sûcên şer û çekên kîmyewî didomin. Em van polîtîkayan qebûl nakin.”
Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar jî binpêkirinên li girtîgehan vegot û wiha got: “Zarokên me ji ber polîtîkayên zilmê jiyana xwe ji dest dan. Divê em li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe derxînin. Di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bernameyeke me heye. Divê malbatên me ji meşê re bêhestiyar nemînin, divê xwedî tevlibûneke mezin bin. Bi meşê re em ê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê rakin.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Şirîn Abî jî destnîşan kir ku divê hemû beşên civakê li dijî tecrîdê derkevin û wiha got: “Heta ku birêz Abdullah Ocalan azad nebe yek ji me azad nabe. Ez bang li rayedarên dewletê dikim; divê aştiyek pêk bê. Zêdetirî 40 salan e şer heye. Heta kengî dê ev şer berdewam bike? Em dixwazin birêz Abdullah Ocalan di nava xwe de bibînin.”
Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kayayê jî ji bo meşa ber bi Gemlîkê ve banga tevlibûnê kir û polîtîkayên zextê yên desthilatê vegotin.
Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Veysî Guneş jî li ser asta hiqûqî ya tecrîdê sekinî û wiha got: “Polîtîkayên tecrîdê yên li dijî gelê kurd belavî hemû qadên jiyanê bûye. Em jî dê li dijî polîtîkayên tecrîdê yên didomin têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. ‘Mafê hêviyê’ ya ji bo hemû girtiyan tê pêkanîn ji bo birêz Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Tecrîd di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de li gelê kurd tê ferzkirin.”
Kadîr Kaplan ê piştî 30 salan li girtîgehê hate ragirtin hate berdan jî di civînê de axivî. Kaplan, wiha got: “Li ser hevalên me tecrîdeke giran heye. Çavên hevalên girtîgehê li ser têkoşîna we ye. Divê gelê kurd xwedî li girtîgehan derkeve. Yekane daxwaza hevalên li girtîgehê heye, ew jî jiyaneke azad e. Tişta herî girîng jî ew e ku hevalên me li dijî van şertên tecrîdê li ber xwe didin. Li vir kelecaneke mezin heye. Ji ber vê yekê hêviya me mezin e. Divê em bi vê kelecanê têkoşînê bilind bikin.”
BEDLÎS
Li navçeya Tetwan a Bedlisê jî civîna gel hate lidarxistin. Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr a di civînê de axivî, wiha got: “Ji ber desthilat ji me ditirse tecrîdê didomîne. Ji ber bi gelekî hewl dide felsefeya Ocalan li her qadê bide jiyîn re rûbirû ne. Li girtîgehan zext û îşkenceyê li hevalên me yên girtî dikin. Li hevalên me yên 30 sal in di girtîgehê de ne ‘poşmantî’ tê fezkirin, înfazên wan tên şewitandin û berdana wan tê taloqkirin. Dibe ku birêz Ocalan bi awayekî fizîkî girtî be lê fikrên wî li her derê dijîn. Lê em êdî azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan dixwazin. Em ê ji bo vê xebatan bimeşînin.”
Hevserokê Şaxa MEBYA-DER’a Wanê Enver Taş, bi lêv kir ku ji bo aştî pêk were divê herkes xwedî li Abdullah Ocalan, axa xwe, zarokên xwe û nirxên xwe derkeve.
Yek ji rêveberên TUHAY-DER’ê Orhan Işik jî ji bo meşa ber bi Gemlikê ve bang kir.
Civîn bi nîşandana sînevîzyonê û xwarina hate dayîn bi dawî bû.