STENBOL - Yek ji îmzekeran rojnamevan Alî Dûran Topûz diyar kir ku deklarasyona “Banga Aştiyê” banga xurtkirina demokrasiyê ye û bal kişand ser statuya aktorên sereke yên daxwaza çareseriya aştiyane tînin ziman.
Deklarasyona “Banga Aştiyê” ya di 28’ê cotmehê de li Stenbolê ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hat aşkerakirin, rojeveke sereke ya bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ye. Di deklarasyonê de 78 kesayetên ku siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan jî di nav de hene, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bang hatin kirin û bal hat kişandin ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di vî warî de. Rojnamevan-nivîskar Alî Dûran Topûz ku di nava îmzekaran de ye, sernavên di deklarasyonê de nirxandin.
Rojnamevan-nivîskar Alî Dûran Topûz
‘DIVÊ RÊBAZÊN AŞTIYANE ESAS BÊN GIRTIN’
Topûz, diyar kir ku ji avakirina komarê û vir ve pirsgirêka kurd pirsgirêkeke sereke ye û destnîşan kir ku divê pirsgirêk bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Topûz, anî ziman ku piştî hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an û hewldana darbeya leşkerî ya 2016’an polîtîkayên ewlehiyê xistin meriyetê û anî ziman ku desthilateke despotîk a “tirkperest û îslamîst” hatiye avakirin. Topûz, bi lêv kir ku di van pêvajoyan de hewl hat dayîn hêzên demokrasiyê bên tesfiyekirin û diyar kir ku fikra çareseriya pirsgirêkan a bi rêbazên aştiyane, demokratîk û li ser bingeha hiqûqê ji holê rabû.
Topuz, bu süreçlerde demokratik güçlerin tasfiye edilmeye çalışıldığını, sorunların barışçıl, demokratik ve hukukun esas alındığı yöntemlerle çözülmesi fikrinin ortadan kalktığını dile getirdi. Topuz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Beriya hilbijartinê, beşên muxalîf ên bi şêweyê Maseya ji 6 kesan pêk tê ava bûn jî qala aştî, demokrasî û dewleta hiqûqê kirin. Di pratîkê de ji bo pêşî li pêkanîna desthilatdariyê bigirin û daxwaza dewleta hiqûqê bikin, helwest nîşan nedan. Tevî hewldanên hêzên demokrasiyê yên ji bo tepisandin, zordarî, astengkirin û bêdengkirinê jî, dengê xwe dernexistin. Taybetmendiya herî bingehîn a wê bangê, di rastiyê de li gorî hiqûqê bû.”
Topûz, destnîşan kir ku armanceke din a deklarasyonê jî ew e ku li ser bingeha çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan be û wiha lê zêde kir: “Heke tê îdiakirin ku em li welatekî demokratîk dijîn, divê afirandina çareseriyên di nava aştiyê de, destnîşankirina rêbazên aştiyane derkeve pêş û welat li ser bingeha dewleta hiqûqê be. Ev di heman demê de banga xurtkirina demokrasîyê ye.”
TIŞTÊN PIŞTÎ PÊVAJOYA 2015’AN HATIN JIYÎN
Topûz, anî ziman ku ji destpêka avakirina komarê ve pirsgirêka kurd heye û AKP di ferqa vê yekê de ye û bi lêv kir ku AKP’ê di dema avakirinê de jî di bernameya xwe ya partiyê de cih da vê pirsgirêkê. Topûz, pêvajoya di navbera salên 2013 û 2015’an de ji bo çareseriyê hate birêvebirin bi bîr xist û wiha got: “Wê demê derfet û pêkanînên demokratîk zêde bûbû. Daxwaza aştiya civakî bilind bibû. Daxwaza aştiya civakî bilind bibû. Dema pêvajoya çareseriyê hate îlankirin piştgirî di binê ji sedî 40’an de bû lê çend meh beriya hilbijartina 7’ê hezîranê ev piştgirî ji sedî 70’ê zêdetir bû. Ev jî îspata wê yekê ye ku pêkanîna rêbazên aştiyane, demokratîk û hiqûqî ji aliyê civakê ve hatin qebûlkirin. Ji ber ku ev rewşeke ku sûdê dide civakê ye.”
Topûz, anî ziman ku paralelî guhertina pêvajoyê re qalkirina ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû sûc û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatê di pêvajoya çareseriyê de bi fikra ‘Divê ev şer bi dawî bibe. Ji bo vê jî divê mekanîzmaya diyalogê çêbibe. Di mekanîzmaya diyalogê de, ji bo ku ev pêvajo bi tendurist bimeşe kesê herî girîng Abdullah Ocalan ê ku li Imraliyê girtî ye. Em bi wî re dest bi diyalogeke birêkûpêk dikin’ tevgeriya bû. Şandeyeke taybet hate avakirin. Bi rêkûpêk çûyîn û hatina giravê çêdibû. Bingeha geşedanên erênî yên wê demê Ocalan bû. Ev rewş niha jî nehatiye guhertin. Desthilatê tiştên wê demê gotin niha qebûl nake. Heke deriyên diyalogê bên vekirin, biaxivin û agirbest bê îlankirin civak rehet dibe. Berovajiyê vê yekê şer, gengeşî tundî derdikeve holê. Ji ber vê yekê deklarasyon daxwaza çareseriya aştiyane tîne ziman û balê dikişine ser statuya aktorên sereke.”
‘DIXWAZIN BANDORA ABDULLAH OCALAN QUT BIKIN’
Topûz ê got ku “Heke desthilat dizane ku Abdullah Ocalan di navbera salên 2013-2015’an de ji bo serkeftina çareseriyê çiqasî girîng e, dizane ku ji bo derengxistina çareseriyê jî ew qas girîng e” ev tişt gotin: “Li ser bingeha van agahiyan, rêya tecrîda mutleq hilbijart. Em beriya niha bûbûn şahidê tecrîdên heta 5, 6 mehan. Lê ev cara pêşî ye ku em dibînin ku tecrîda mutleq a bi vî rengî tê dirêjkirin. Em dizanin ku Ocalan ji bo hêzên ku ji bo demokrasiyê têdikoşin jî girîng e. Lewma li ser bingeha pêşîgirtina li nêrîn û pêşniyarên ji wê derê ye. Di rastiyê de ewqasî xema wî ye ku me bi mînaka Merdan Yanardag dît ku yên rexne dikin demildest tên girtin.”
Topûz, qala helwesta muxalefetê ya li dijî tecrîdê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li aliyekê muxalefet ji tişta ku hikûmet dike razî ye û li aliyê din jî xwedî helwesteke tevlîhev e. Ev jî tê vê wateyê; Em bêjin ne Merdan Yanardag, Serokê Giştî yê CHP’ê gotibûya ‘Hiqûqa înfazê heye û vekirî ye. Mafên di vê qanûnê de divê ji bo Ocalan jî bên bikaranîn’, difikire ku ew ê bi ‘hevkariya bi terorê re’ bê sûcdarkirin. Dema wisa dibe jî bêdeng dimîne. Bi vî rengî dema desthilat bixwaze tezkereyê derxîne yekser erê dike. Desthilat bi vî rengî derfetê kirina polîtîkayê di destê xwe de digire. Heke tiştê ku dixwazin bikarin bi dest bixin dê deriyên Îmraliyê vekin. Mînak di hilbijartina 2019’an de xwestin vê rêbazê biceribînin. Peyama lezgîna a Abdullah Ocalan nivîsand anîn û xwestin bi wê peyamê Stenbolê winda nekin. Biserneketin lê wê hevdîtinê jî bi awayekî aşkere nîşanî me da ku çima ev tişt kirine. Ji ber ku gotin, fikir û pêşniyarên Ocalan bi bandor in û dixwazin vê bandorê qût bikin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû