STENBOL - Parêzerê Parlamenterê TÎP’ê Can Atalay, Akçay Taşçi ji bo giliyê 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ê derheqê endamên AYM’ê de wiha got: “Êdî mesele ji meseleya Can Atalay derketiye. Em niha li ser pergaleke Destûra Bingehîn nîqaşê dikin. Lewma êdî mijar berhemeke pevçûna di navbera komên îktîdarê de ye.”
Parlamenterê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) yê Hatayê Can Atalay ku ji ber Doza Geziyê 18 sal ceza lê hatiye birîn, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî ku biryara "binpêkirina mafan" dabû, nayê berdan. Piştî biryara AYM'ê serî li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê hatibû dayîn û dadgehê jî dosyeyê ji Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind re şandibû.
Di mutalaaya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind de jî hatibû derpêşkirin ku Atalay nikare sûdê ji xala destnedayînê bigire. 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind bi îdiaya “hukmên destûra bingehîn” binpê kiriye, derheqê endamên AYM’ê yên ji bo Atalay biryara “binpêkirinê” dayîn serlêdana sûc kir.
Muxalefetê biryara Dadgeha Bilind weke “darbe” pênase kir. Parêzerê Can Atalay, Akçay Taşçi têkildarî pêvajoya darazê û serlêdana Dadgeha Bilind axivî.
Parêzer Akçay Taşçi diyar kir ku mimkin nîne ku biryar ji hêla hiqûqê ve were nirxandin û wiha got: “Mesele ji zû de ji meseleya Can Atalay derketiye. Em êdî li ser pergaleke destûra bingehîn a nû nîqaşê dikin. Lewma mijar berhêma pevçûna di navbera du komên îktîdarê de ye. Biryara AYM’ê ya têkildarî Can Atalay biryareke teqez e û di dawiya dawî dê bi cih bê. Lê em nikarin derheqê dema wê de tiştekî bibêjin.”
Taşçi, li ser Dadgeha bilind bal kişand ser bandora siyasetê ya li ser darazê û ev tişt anî ziman: “Her tim haya me ji bandora siyasetê ya li ser darazê hebû. Lê em ne li bendê bûn ku xwe ewqas bide hîskirin.”
‘DESTHILATEKE KU BAWERÎ BI DEMOKRASIYÊ NAYNE HEYE'
Parêzer Akçay Taşçi diyar kir ku li Tirkiyeyê kevneşopiyeke desthilatê ya ku baweriyê bi mafên mirovan û demokrasiyê nayne heye û got ku polîtîkayên çewisandinê veguherîne tiştekî rûtîn.
Taşçi wiha womand: "Lê em ê her tim li ber van bêhiqûqîtiyan rabin. Em wekî wan ji kevneşopiyeke ku demokrasî û azadiyan binpê dikin nayên. Heya ev desthilat neçe, dê ev atmosfera çewisîner bi dawî nebe."
DOZA GEZIYÊ Û DOZA KOBANÊ
Taşçi anî ziman ku Can Atalay ji ber ku parlementer e dibe rojev, lê li Tirkiyeyê gelek kes bi van bêhiqûqîtiyan re rû bi rû ne û got: "Dozên wekî Gezî û Kobanê ji aliyê detshilatê ve hatine afirandin, komploya herî mezin in û dozên herî mezin ên xeyalî ne. Di doza Geziyê de ji xeynî Can Atalay hê jî çar hikumxwar hene. Dozên xeyalî yên wekî Gezî û Kobanê, divê wekî dozên ku desthilatê ew veguherandina inyada siyasî bên pênasekirin. Di van dozan de ya girîng, hevpariya bêhiqûqîtiyê ye. Ji lew re Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û girtiyên din bi heman dozên xeyalî tên darizandin. Di dosyeya Kobanê de gelek tiştên xeyalî hene. Dozger bi eşkere ji bersûcan re dibêje 'we di çalakiyê de rasterast mirov kuştine.' Yanî di vir de êdî pêdivî bi nîqaşeke hiqûqî jî nayê kirin. Mirov rasterast bi sûcê kuştinê tên darizandin. Bêhiqûqîtiyên di doza Kobanê de û yên di doza Geziyê de, bi îdianameyên derewîn dixwazin hemû muxalifên Tirkiyeyê bitepisînin."
‘DIVÊ EM HEMÛ DENG DERXIN'
Taşçi destnîşan kir ku divê li dijî bêhiqûqîtiyan her kes bitêkoşe û got: "Em hemû ji bo avakirina welatekî aştiyane divê hev qaneh bikin. Divê em gelê ku vê desthilatê bijartine qaneh bikin ku polîtîkayên wê bi kêrî tu kesî nayên. Divê em hemû li dijî bêhiqûqîtiyên li Tirkiyeyê deng derxin. Bi hezaran parêzer û parêzvanên mafên mirovan hene, pêdiviya bi milyonan mirovî bi demokrasiyê heye. Ger em bi hev re bitêkoşin em ê bi ser bikevin."
'DIVÊ EM LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ RABIN'
Taşçi destnîşan kir ku rabûna li ber bêhiqûqîtiyan berprisiyariyek e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêdivî pê heye ku em li dijî van bêhbiqûqîtiyan li cem hev du bin. Divê em li hember bêhiqûqîtiya li dijî kurdan, jinan û derdorên din li cem hev bin. Ji lew re gava bêhiqûqîtiya li hemberî hin welatiyan bibe tiştekî asayî, dê bandorê li yên din jî bike. Bêhiqûqîtiya tê serê hin kesan, bêhiqûqîtiya potansiyel a derdorên din e. Lewma divê em bi awayekî demokratîk li hemberî bêedaletiyê rabin."
MA / Esra Solîn Dal