AMED - Rêveberê MED-DER’ê Mazhar Aktaş bertek nîşanî hedefgirtina mamosteya kurdî Mizgîn Yalçin da ku li navçeya Farqînê ya Amedê waneyên kurdî dide, û got ku ew li pişt Mamoste Mizgînê ne, ew neheqiya li wê tê kirin qebûl nakin.
Li Tirkiyeyê dijmintiya li dijî zimanê kurdî her diçe zêdetir dibe. Herî dawî mamosteya waneya kurdî Mizgîn Yalçin ku li dibistaneke navçeya Farqînê ya Amedê bi fermî mamostetiyê dike, li ser medyaya dîjîtal rastî êrişên nijadperestan hat û hedef hat nîşandan. Gelek sazî, dezgeh û platformên civaka sivîl bertek nîşanî vê hedefnîşandayînê dan û Baroya Amedê jî ragihand ku dê giliyê wan hesabên ku Yalçinê hedef nîşan dane bikin. Rêveberê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mazhar Aktaş ku ew bi xwe jî mamosteyê zimanê kurdî ye, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku ew vê neheqiya li Yalçin tê kirin qebûl nakin.
Mazhar Aktaş
‘CÎHAN ZIMANÊ KURDÎ NAS DIKE’
Aktaş anî ziman ku di dîrokê de tu hêz û kesan gelek bi înkar û mandelkirinê tune nekiriye. Aktaş da zanîn ku heke wisa neba, niha gelê kurd jî tune bû. Aktaş destnîşan kir ku navê erdnigariya kurdan hat guhertin, zimanê kurdî hat qedexekirin, ji nedîtî ve hat dîtin hwd. gelek polîtîkayên îmha, înkar û bişavtinê li ser vî gelî hat kirin û wiha got: “Di vê demê de êdî tu nikarî tiştekî veşêrî. Cîhan pir biçûk bûye û piştî pêşketina teknolojiyê haya gundiyekê/î ji hemû cîhanê heye. Kurd jî bi salan e li vê erdnîgariyê jiyan e. Zimanê kurdî jî ewqas pêşketiye ku di cîhanê de di rêza 8’emîn de ye. Lê hêj jî gava li meclîsê tê axaftin dibêjin ‘zimanê nayê nasîn’. Çawa nayê nasîn? Cîhan nas dike, hûn çawa nas nakin?”
‘EM LI PIŞT MIZGÎN YALÇIN IN’
Aktaş diyar kir ku mamosteyeke kurdî ku navê bajarên kurdan bi ji xwendekarên xwe re vegotiye, hedef tê girtin û got ku bila biçin arşîvê Osmaniyan binêrin. Aktaş da zanîn ku Xarpêt Xarpêt, Qers Qers û Colemêrg Colemêrg e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 1927’an navên bajarên kurdan hatin guhertin û hinek kirin ‘Şanli’, hinek kirin ‘Gazî’. Bi van yekan dîsa jî nayên guhertin. Here gundekî Dîlokê û bipirse, kes nabêje Gazîantep, dibêjin Dîlok. Mamoste Mizgîn karekî asayî kiriye û navên bajarên kurdan bi xwendekarên xwe daye nasîn. Ev zext û zorî çiye li ser mamoste? Makezagona wan ji binî ve naguherîne. Ev 98-99 sal in biryara guhertina navên bajarê kurdî hatiye dayîn, lê hêj jî navên wan yên resen mane û bi van kiryaran nayê guhertin. Em li pişt Mizgîn Yalçin in ku li Farqînê bi zimanê dayikê waneyan dide. Em neheqiya li hember wê qebûl nakin.”
‘DIVÊ KURD LI ÇAND, ZIMAN Û DÎROKA XWE XWEDÎ DERBIKEVE’
Aktaş bi lêv kir ku li gelek zanîngehan jî niha Kurdolojî heye û waneyên ziman û dîroka kurdan tê dayîn. Aktaş da zanîn ku li vir hişmendiyek heye ku qet tehemula wan bi zimanê kurdî re nîne û got ku niha di meclisê de jî, di makezagonê de jî zimanê kurdî bê pejirandin, dîsa jî hinek kesên xwedî vê hişmendiyê qebûl nakin. Aktaş wiha bi dawî kir: “Mesele meseleya hişmendiyê ye. Dewletê hinek gav avêtin û hêj jî diavêje. Lê divê civak jî, ji van gavan re amade be. Weke mînak bernameyên kurdi tên çêkirin, li zanîngehan beşên Kurdolojiyê hene lê divê di hişmendiya civakê de guhertinek çêbibe. Her wiha divê kurd jî li çand, ziman û dîroka xwe xwedî derbikeve ku yên li hember jî bizanin ku tu heyî. Divê em zimanê hevdû jî bizanin. Heke ji hev nefamkirinek hebe, di wê derê de alozî, gengeşî çêdibin û şer dest pê dike. Bila dayik û bav jî bi zimanê dayikê bipeyivin. Çiqas zimanan dizanin bila bizanin, lê ya herî girîng zimanê dayikê ye.”
MA / Bazîd Evren