STENBOL - Şerafettîn Demîr li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin û di nameya şandî de wiha got: “Ji ber ku di nameyeke xwe de min navên ‘Hz. Hasan, Hz. Huseyîn, Hz. Zeynep, Yezîd û Fîrewn’ bi kar anîne, derheqê min de bi îdiaya ‘propagandaya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye destpêkirin.”
Girtî Şerafettîn Demîr li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê tê ragirtin. Demîr, nameyek şand û binpêkirinên li girtîgehê vegot. Demîr, di sala 2011’an de hate girtin û cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Demîr, di nameya xwe de got ku ji ber bikaranîna navên weke “Hz. Hasan”, “Hz. Huseyîn”, “Hz. Zeynep”, “Fîrewn” û “Hz. Mûsa” derheqê wî de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Demîr, destnîşan kir ku derheqê bûyera Kerbelayê de lêkolînan dike û pirtûkan dixwîne û ev tişt anî ziman: “Têkildarî bûyera Kerbelayê ez ketim pey heqîqetê. Lêkolîn jî kete pey min. Ji ber ku di navberoka nameyê de navên Hz. Hasan, Hz. Huseyîn, xwişka wan Hz. Zeynep û Yezîdê hov û her wiha Hz. Mûsa û Fîrewn hene, ez weke ‘Endamê PKK’e’ hatim destnîşankirin û derheqê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Heke min ji ber bikaranîna van navan propagandaya rêxistinê kiribe, wê demê ev tê wê wateyê ku ev kes jî ‘endamên rêxistinê’ ne. Ez şexsiyetên din ên dîrokî nizanim lê tiştekî teqez heye ku Yezîd û Fîrewn ji vê endamtiyê qet keyfxweş nînin.”
CEZAYÊ HUCREYÊ YÊ JI BO 13 ROJAN
Bi domdarî Demîr got ku ji bo têgehên weke “rêxistina malbatê”, “rêxistina dewletê” û “rêxistina me” jî lêpirsîn hatiye destpêkirin û wiha pê de çû: “Ji bo van têgehan jî tespîta ‘navên rêxistinên sûc’ hatiye kirin. Bi vê yekê re peyvên ‘malbat’ û ‘dewletê’ jî weke rêxistina sûc hatine destnîşankirin. Ez vê jê re dibêjim lê bersivek tune ye. Di çarçoveya vê lêpirsînê de 13 roj cezayê hucreyê dan min. Dadgeriya înfazê ev ceza erê kir û dosyaya min niha li dadgeha cezayên giran e.”
FOTOKOPIYA PIRTÛKA NIVÎSANDIYE NEDANÊ
Di berdewamê de Demîr daxuyand ku xebateke xwe ya pirtûkê ku li girtîgeha amade kiriye ji malbata xwe re şandiye û ev agahî parve kir: “Di vê mijarê de pirsgirêkek derneket. Lê belê ji bo sererastkirinên dawî min fotokopiya wê xwest û bi hinceta ‘qedexe’ ye, nehiştin bigihije ber destê min. Di mewzûatê de ji bo fotokopiyan tu astengî nînin. Armanca wan a ji vê ew e ku heqîqetê bêdeng bikin.”
JI BER ÎXTÎMALA QEDEXEYÊ DEST DANÎN SER NAMEYÊ!
Girtî Demîr, bi lêv kir ku piştî fotokopî jê re nehate dayîn, wî jî ji birayê xwe beşên pirtûkê xwestiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birayê min jî beşên min dixwestin weke name şand. Îcar jî bi îdiaya ‘heqaret li mezinên dewletê û dewletê hatiye kirin’ û bi hinceta ‘dibe ku dokumaneke qedexe be’ name desteser kirin.”
‘WEKE KU BIRAYÊ MIN LI GIRTÎGEHÊ BE NÎŞAN DAN’
Demîr, got ku rêveberiya girtîgehê agahiya ku birayê wî weke ku di girtîgehê de be bi dadgehê re parve kiriye û wiha axivî: “Birayê min ê name şandî, weke ku di girtîgehê de be hatiye nîşandan. Di cara duyemîn de jî weke ku derheqê wî de biryara girtinê hebe hatiye nîşandan. Armanc ew e ku dadgehê bixapînin, bandorê li biryara wan bikin û biryara xwe ya derhiqûqî bi dadgehê bidin qebûlkirin. Gelo rêveberiya girtîgehê çawa agahiyên derew dide?”
AMBARGOYA LI SER KURDÎ
Her wiha Demîr anî ziman ku pirtûkên bi kurdî jî bi hinceta wergêr tune ne jê re nayên dayîn û wiha got: “Nahêlin em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin. Bi eşkereyî amborgo danîne ser zimanê me. Heqdestê wergêr ji me dixwazin. Anku dibêjin; ‘an hûn dê pereyekê ji bihayê pirtûkê pir zêdetir bidin wergêr, an jî xwendina bi kurdî ji bîr bikin.’ Ev yek, dorpêçkirina çandî û cihêkarî ye.”
AQÛBETA NAMEYAN NAYÊ ZANÎN
Demîr, da zanîn ku mafê wan ê pêwendîdanînê yê bi rêya nameyan jî tê astengkirin û wiha dom kir: “Têkildarî nameyên me yên bi taahûd, APS, Fax û hwd. maqbûza ‘posta hate wergirtin’ nadin me. Lewma em nizanin bê ka name gihiştiye binecihiyê yan na. Ji ber ku ev maqbûz nayê dayîn, heke name negihije binecihiyê em ê nekarin serlêdanê bikin û pereyê xwe bistînin. Ev mafê me ji dest me tê girtin. Ya ku bo para me dimîne, pereyê zêde yê nameyan e.
ŞERÊ DERÛNIYÊ
Pacên temamiya girtiyên siyasî û girtiyên ji sûcên cuda berê wan li cihê hewadariyê ye. Lewma ji ber televîzyon, radyo û dengê mirovan qerebalixeke zêde çêdibe. Ev yek jî dike ku mirov nekare razê, bifikire û bala xwe bide ser tiştekî. Tevî mewzûatê jî bi israr weke amûrekê şerê derûniyê li dijî me tê bikaranîn. Nahêlin em li gel hevalên xwe li heman modulê bimînin.
Di heman demê de ji bo nexweşên qelewiyê, xwarinên ne li gorî diyeta wan tên dayîn. He wiha sewqên me yên nexweşxaneyê di dema xwe de nayên kirin. Dema tên kirin jî em li cihên ne paqij tên ragirtin. Ev yek mafê me yê tenduristiyê asteng dike.”
MA / Dîren Yurtsever