AMED - TJA’ya ku ji bo “Meşa Azadiyê” ya dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin daxuyanî da wiha got: “Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan rojeva me ya bingehîn e. Ji ber vê yekê em ji azadiyê re dibin gav û rê.”
Di pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de ji bo “Meşa Azadiyê” ya dê di 18’ê mijdarê de ber bi Gemlîkê ve bê lidarxistin li avahiya Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî yên bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) daxuyanî hate dayîn. Endam û rêveberên Med TUHAD-FED, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.
DEST DANÎN SER PANKARTAN
Polîsên ku beriya daxuyaniyê avahiya komeleyê dorpêç kirin dest danîn ser pankartên ku hate xwestin bibin hundir. Daxuyaniya bi kurdî endama TJA’yê Safiye Akdag û ya bi tirkî jî Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya xwend.
‘DI SEDSALA DUYEMÎN DE SIYASETA TUNEHESIBANDINÊ DIDOME’
Akdag, da zanîn ku bi avakirina netew-dewletê, zêdetirî sed salan e, li ser vê axê jin, gel, bawerî, kedkar hatine înkar kirin, li ser feraseta yekperestiyê her tim siyaseta bişaftin û tundiyê hatine meşandin û wiha got: “Bi taybetî di siyaseta înkarê ya ku li dijî kurdan hatiye meşandin de armanc mafên kurdan yên bingehîn, çand, ziman û qadên wan ên jiyanê tune hesibandin û ji holê rakirine. Komar kete sedsala xwe ya duyemîn. Di sed sala borî de ji pirsgirêka kurd re çareseriyeke demokratîk nehat dîtin. Di sedsala duyemîn de jî siyaseta înkar û tunehesibandinê didome.”
BINPÊKIRINÊN MAFAN NÎŞANEYA HIQÛQA NEYARTIYÊ YE
Akdag, anî ziman ku neyartiya AKP’ê û MHP’ê ku xwe dispêre neyartiya kurdan û jinan her ku diçe mezintir dibe û wiha berdewam kir: “Ev neyartiya ku her diçe mezin dibe edî dixwazin bikin hiqûqek. Bicihneanîna biryarên makeqanûn û DMME’yê, pergala qeyûman ku vîna gelê kurd bin pê dike, siyaseta qirkirina siyasî û siyaseta dîl girtinê, nîşaneya hiqûqa neyartiyê ya li dijî kurdan û jinan e.
Ligel zextên li ser zimanê kurdî, hewldana ku dixwazin kesên zimanên xwe diparêzin lînç bikin ji siyaseta cuda kirinê ya vê desthilatê ne cuda ye. Pergal bi hişmendiya dewletparêziya mêrane dixwaze tundiya li ser jinê asayî bike. Bi vê hişmendiyê xwezaya me talan dike, av û çemên me qirêj dike. Şewitandina daristanan, koçberî, sirgun û xizanî bi vê siyaseta talankerî bêtir kûr dibe. Ev feraset bêtir dibe sedema nebûna azadiyê, bê edaletî bê hiqûqî û xizaniyê.”
TECRÎD ISRARA NEÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E
Akdag, anî ziman ku deshilata AKP’ê û MHP’ê bi taybetî ji nîsana 2015’an ve pirsgirêka kurd bê muxatab hiştin û wiha lê zêde kir: “Ev siyaseta şergeriyê bi tecrîdkirina birêz Ocalan hate destpêkirin. Tecrîda teqez di heman demê de tê wateya dijminatiya gelê kurd û deskeftiyên wan. Di pêşengtiya zindanan de dixwazin tecridê li her qada jiyan û civakê bi pergalî bidin rûniştandin. Em, weke jinên kurd bi awayekî vekirî vê dibêjin. Tecrîda ku ev 25 sal in li İmraliyê tê kirin tenê ne tecrîda li dijî mirovekî ye. Ku em wisa bibînin em ê nikaribin rastiya bingehîn bibînin. Ji ber ku tecrîda tê kirin rastiya tekoşîna azadiya gelekî ye. Tecrîda ku li ser birêz Ocalan tê meşandin, israra neçareseriya pirsgirêka gelê kurd e. Dixwazin bi hemû amûrên şerên qirêj û taybet têkoşîna jinê ya azadiyê tecrîd bikin.”
‘TECRÎD NE TENÊ PIRSGIRÊKA GELÊ KURD E’
Akdag, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê ji bo em tecrîdê bişikînin pêşengtiya vê yeke divê di rojeva me jinan de be. Tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd û pirsgirêka jinên kurd e, tecrîd pirsgirêka hevpar ya hemû jinan û gelên bindest e. Ji ber ku tişta tê tecridkirin di heman demê de jiyana jinan e. Îro hevkarî ya faşîşt a AKP’ê û MHP’ê ku di vê tecrîdê de israr dike û dixwaze vê yekê bike rêbazek, herî zêde bandorê li jinan dike. Bi siyaseta şerê taybet vê yekê li ser jinên kurd pêk tîne, bi qanûnên ku derdixe destkeftiyên jinan dike hedef. Li ser destkeftiyên jinan hevkariya mêr ya qirêj dike. Jin, bi hevkariyeke wisa re rû bi rû ye ku ji perwerdehiyê heta siyasetê, ji hûnerê heta hilberînê, di tu qada rêveberiyê de naxwaze jinan bibîne û dixwaze wan ji jiyanê dûr bixe.”
‘DIVÊ EM TECRÎDÊ JI ROJEVA XWE DERNEXÎNIN’
Akdag, diyar kir ku di hemû qanûnên ku di dema nêzîk de hatin derxistin de bingeh pergala tecrîdê ye û wiha lê zêde kir: “Bi rakirina Peymana Stenbolê ku parastina jinan ya jiyanê bû, bi qanûnên ku di demeke nêz de derbarê mafê nefeqê de dixwazin pêk bînin, mebest ew e ku jinan ji jiyanê dûr bixin. Îro bi hiqûqa mêr bi medyaya mêrparêz, bi gotinên siyasî yên mêrane yên di qadan de tên gotin, gav bi gav jinan ji jiyanê dûr dixin. Kesên li dijî jinan sûc dikin hêzên asayîşê bi zirxa bêcezatiyê diparêzin, qirkirina jinan, tundiya li dijî jinan, rewa dikin û ev desthilat dixwaze tecrîdê bike rêbazeke rêveberiyê. Em dizanin ku hemû sîyaseta ku jin û destkeftiyên wan binpê dike encama tecridê ye. Divê em vê yekê ji bîr nekin û ji rojeva xwe dernexin. Divê, tişta ku pêk tê ji xizaniya jinê ji bê kariyê ji kedxwariya kedê û ji siyaseta şer û tundiyê ji pergala tecrîdê cûda neyê dîtin.”
‘RAKIRINA TECRÎDÊ BERPIRSYARIYA ME HEMÛYAN A BINGEHÎN E’
Akdag, a bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wiha got: “Li dijî tecrîda ku ev 25 sal in li ser birêz Ocalan tê meşandin, em tekoşîna azadiya jinê bilind bikin û vê tecrîdê rakin, ev berpirsariya me hemûyan a bingehîn e. Navê têkoşîna li dijî tecrîdê û rakirina tecrîdê, rawestandina qirkirina jinan e. Têkoşîna li dijî siyaseta şer û tundiyê avakirina aştiyek birûmet e. Pêdiviya me jinan bi vê yekê heye. Ji ber ku li her qadên cîhanê kesên ku di bin bandora siyaseta tundiyê de dimîne jin in. Kesên ku neçar dimînin qadan terk bikin, di riyên koçberiyê de rastî her cûre tundî, tacîz û tecawizê tên, em jin in. Li dijî kesên ku dixwazin jinan bê nefes bihêlin, ji bo ku em karibin jiyaneke asayî bijîn, tecrida ku sucê mirovahiyê ye karibe rake hêza jinê ye.”
‘JI BO AŞTIYEKE MAYÎNDE EM BER BI GEMLÎKÊ VE DIMEŞIN’
Akdag, got ku “Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan rojeva me ya bingehîn e” û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo çaresariya demokratîk a pirsgirêka kurd em azadiya birêz Ocalan dixwazin. Ji ber vê yekê, ji bo aşitiyeke mayînde em di 18’ê mijdara 2023’yan de ber bi Gemlikê ve dimeşin, em ji azadiyê re dibin gav, em ji azadiyê re dibin rê.”