AMED - Hevserokê Navenda PENa Kurd Omer Fîdan, da zanîn ku dê bi boneya “15 mijdarê Roja Nivîskarên Di Zindanan De” hin çalakiyan li dar bixin û banga xwedî lê derketina nivîskarên di zindanan de kir.
Navenda PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd dê sibê têkildarî “Roja Nivîskarên Di Zindanan De” komxebatekê li dar bixin. Li gor bernameyê dê ji bo nivîskarên di girtîgehan de daxuyanî bê dayîn û name û qertên piştevaniyê bên şandin. Dû re dê li ser Zoomê bi sernavê “Di Zindanan De Berxwedana Nivîskariyê” aktivîteyek bê lidarxistin. Di aktîvîteya ku dê moderatoriya wê nivîskar Heval Dilbihar bike de Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Destarê Jîn Aryen, rojnamevan Cebar Destbaz, nivîskar û helbestkar Huseyîn Dûman, endama Desteya Rêvebir a Komeleya Nûjin Sirwe Pûrmuhemmedî, parêzerê girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen dê weke axivîner beşdar bin. Aktîvîte dê li gorî saeta Kurdistanê 21.00’an û li gorî saeta Ewropayê jî saet 19.00’an bê lidarxistin.
Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan têkildarî mijarê û çalakiyên sibê bi ajansa me re axivî.
LI SER ÎNTERNETÊ AKTÎVÎTEYEK DÊ BÊ KIRIN
Fîdan, anî ziman ku di 15’ê mijdara 1981’an de ji aliyê PENa Navneteweyî ve weke roja ‘Nivîskarên Di Zindanan de’ hatiye destnîşankirin. Fîdan, got ku ev 42 sal in ji bo nivîskarên di zindanan de vê rojê hewl tê dayîn û xebat tên kirin ku neyên ji bîr kirin. Fîdan, destnîşan kir ku ew jî weke Navenda PENa Kurd ku di salên 1988’yê de bi awayekî fermî hatiye pejirandin û dest bi xebatên xwe kiriye, di vê rojê de hewl didin ji bo nivîskarên tên şopandin, di girtîgehan de ne û rastiyê tadeyê û îşkenceyê tên hinek xebatan bikin. Fîdan, da zanîn ku ji ber berbelav bûyîna nivîskarên kurd û rewşa kurdan ya heyî, ew ê li ser înternetê aktîvîteyekê li dar bixin û wiha got: “Dê di çalakiya me de 5 axaftvanên me hebin û ew ê behsa serboriyên xwe yên di zîndanan de, rewşa nivîskarên kurd yên çar aliyên Kurdistanê, tade û xetereya li ser nivîskaran di zîndanan de bikin û agahiyan bi me re parve bikin. Dîsa di heman bernameyê de danasîna pirtûkeke me çap kiriye ku ji çîrok û helbestên nivîskarên di zîndanan de pêk tê, bê kirin. Bername dê li ser înternetê bê lidarxistin û ji çar aliyên cîhanê û Kurdistanê gel dikarin tev li bibin.”
Fîdan, da zanîn ku bernameyeke wan jî li Amedê heye û anî ziman ku ev bernameya wan êdî weke kevneşopiyekê lê hatiye. Fîdan, destnîşan kir ku ew her sal di 15’ê mijdarê de ji bo nivîskarên di girtîgehan de ji postexaneyê qert û nameyên piştgiriyê dişînin û daxuyaniyê didin. Fîdan, got ku îsal jî ew ê heman bernameyê li dar bixin.
ZEXT Û XETEREYÊN LI SER NIVÎSKARAN
Fîdan, bal kişand ser armanca bernameyê û got ku divê li tu derê cîhanê tu kes ji ber fikir û ramanên xwe rastî tundî û tadeyê neyê û nekevin zîndanan. Fîdan, destnîşan kir ku niha li bakurê Kurdistanê tevahiya nivîskarên kurd ku nivîsandina wan bi kurdî û helwesta wan jî derkolonyal e, di bin çavderiyekê de ne. Fîdan, da zanîn ku ev bixwe tundiyeke û ew li dijî vê yekê ne. Fîdan bi domdarî wiha got: “Weke mînak îro li rojhilatê Kurdistanê li gor destûra hikûmetê ya kêm û qels jî mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî heye. Lê dîsa jî çend roj berê du mamosteyên kurdî bi deh salan yê cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Dîsa li rojhilatê Kurdistanê bikaranîna alfabeya latînî weke tawanekê tê dîtin û kesên ku vê alfabeyê bi kar tînin tên tawanbarkirin. Hertim tundiyeke gelekî giran li ser wan heye.”
BANGA XWEDÎ LÊ DERKETINÊ
Fîdan, bal kişand ser girîngiya azadiya fikir û raman ya nivîskar, rojnameger û rewşenbîran û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dibêjin ku li ku dera cîhanê bibe bila bibe divê herkes mafên xwe yên azadiya raman û derbirînê bi kar bîne. Ji bo vê yekê em hewl didin û tevahiya xebatên me jî li ser vê yekê ne. Bi taybetî di vê rojê de armanca me ew e ku kiryar û astengiyên li pêşiya nivîskarên ku di bin xetereyê de ne, di bin çavderiyê de ne, hatine îşkencekirin û di girtîgehan de ne, em hewl didin têbikoşîn û van astengiyan biqedînin ku hemû nivîskar, rojnameger û rewşenbîr bikaribin bi serbestî karê xwe bikin. Ne tenê di rojên bi vî rengî de van xebatan bikin, lê ev roj hinek ji bo piştgiriyê, ji hev hêz girtinê û zêdetir xebatê gelekî girîngin. Lewma divê em rojên bi vî rengî xwedî derbikevin û divê em xwedî li rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerên xwe derkevin. Ji ber ku em dibêjin wijdana civakê ne, divê em li her qadê fikir û ramanên wan biparêzin.”