DÊRSIM - Seyîd Riza û hevalên xwe di 86’emîn salvegera qetilkirina xwe de li Dêrsimê hatin bibîranîn. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di bîranînê de axivî û wiha got: “We li hemberî vê dewletê serî netewand û me jî netewand.”
Seyîd Riza û hevalên xwe di 15’ê Mijdara sala 1937’an de li Qada Bugdayê ya Xarpêtê hatin bidarvekirin. Bi boneya 86’emîn qetilkirina Seyîd Riza û hevalên wî, li Dêrsimê merasîma bîranînê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar tev li bîranînê bûn. Di bîranînê de “38 Zare Made Kerga'na” hate vekirin. Li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya bajar Serokê Şaxa PSKAD’ê ya Dêrsimê Alî Ekber Kaya axivî û got ku valakirina Dêrsimê îro jî berdewam dike.
Kaya, gotina Seyîd Riza a “Me bi derew û hîleyên we nekarî û ev yek ji me re bû derd lê ez jî li hemberî we serî natewînim û bila ev jî ji we re bibe derd” bi bîr xist. Kaya, xwest ku cihê gorên kesên hatine qetilkirin bên nîşandan.
'HÊJ JÎ BI ME RE ŞER DIKIN’
Piştre jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bi zaravayê kurdî yê kirmanckî axivî. Uçar, beşdar silav kir û kesên hatine qetilkirin bi bîr anî. Uçar, ev roj weke roja reş binav kir û wiha got: “86 berê Seyîd Riza, kurê wî û 5 hevalên wî hatin bidarvekirin. Ji bo axaftinê ji Erzînganê bang li Seyîd Riza dikin. Li wir tê girtin û derdixin pêşberî dadgehê. Hûn dizanin ew dadgeh çawa hate lidarxistin? Dadgehkirin xistin wê rojê roja ku dadgeh naxebite. Wê rojê jî biryara darvekirinê dan. Jixwe tekane karê dadgehê jî biryara darvekirinê bû. Piştî wê jî hûn dizanin ka çi bû. Bi xwe derdikeve ser dikê û ew bi xwe kursiyê ji bin piyê xwe diavêje. Dibêje; ‘Ez ji mirinê natirsim. Ev yek tirsa we ye. Şer jî şerê me ye.” Dema komar hat avakirin, kesekî ji hê din nepirsî bê ka tu kurdî yan elewiyî. Dema bi hev re diketin şer negotin; ‘Hûn elewî ne û di şer de cihê we li cem me nîne.’ Lê çawa ku şerê derve bi dawî bû, çawa ku ji dijminê derve rizgar bûn, îcar kurd û elewî weke dijmin ragihandin. Dest bi şerê li dijî me kirin û hêj jî li dijî me şer dikin.”
'NEVIYÊN WE JÎ SERÎ NETEWANDIN’
Bi domdarî Uçar ev tişt anî ziman: “Li Kurdistanê tekane heqîqet heye, ew heqîqet jî em in. Ew heqîqet ne tenê di me de, di çiyayên me de, di dar û ava me de jî ye. Divê em îro xwedî li wê heqîqetê derkevin. Piştî darvekirinê gotin; ‘Dêrsim xwe bi xwe birêve dibe, wiha nabe.’ Dewletê planek çêkir û di çarçoveya vê planê de jinên me, zarokên me, kalên me, pîrên me tevek kuştin. Ziyaretên me bombebaran kirin. Di vê sedsala komarê de mirovahiyê çiqas xerabî dîtibe, xelkê Dêrsimê tevek jî jiya. Lê me jî dev jê berneda. Em ê ji vir û şûnde jî dev ji ziman, ziyaret û pîrên xwe bernedin. Bila Seyîd Riza û hevalên wî dengê me bibihîzin; zarokên we, neviyên we li virin û li her cihê em lê dinêrin berxwedana we dibînin. We li hemberî vê dewletê serî netewand û me jî netewand. Rêya we rêya me ye. Me ji bîr nekir. Em ê ji bîr nekin.”
KESÊN JIYANA XWE JI DEST DAYÎN HATIN BIBÎRANÎN
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Dêrsimê Ayten Kordu jî diyar kir ku ew neviyên kesên bi berxwedanê li ser vê xakê jiyana xwe ji dest dayîn, hatin bidarvekirin û bêyî tirs çûn ber sêpêyê ne û wiha pê de çû: “Em neviyên Elîşer û Zarîfeyan e. Heke em hêj niha jî li ser vê xakê tiştekî li ser navê xwe bibêjin, ev yek bi saya têkoşîna peyrêyên wan e. Ez tevahiya kesên li ser vê xakê ji bo ziman, bawerî, çand, nasnameya xwe û ji bo wekhevî û jiyaneke mirovane têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînim. Me her tim li dijî pergala qirker li ber xwe da û dê ev têkoşîn bidome. Divê dewlet bi komkujiyan re hevrû bibe û rastiyan derxîne holê. Divê berpirsyar bên darizandin. Em dixwazin keçên winda yên Dêrsimê radestî malbatên wan bên kirin. Em dixwazin cihê gorên xwe hîn bibin.”
'BILA CIHÊN GORAN BÊN NÎŞANDAN’
Di axaftinên piştre de kesên jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn û hat xwestin ku cihên gorên wan bên nîşandan. Daxuyanî, bi vêxistina çirayan bi dawî bû.
Piştre jî Uçar û beşdarên bîranînê çûn gundê Findik Axa Agdat ê Pulurê û kesên jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn.