AMED - OHD û TUAY-DER’ê derbarê taloqkirina berdana şertê bi kontrola edlî ya girtiyan rapor amade kir û wiha got: “Li 13 girtîgehan berdana şertê kontrola edlî yê 28 girtiyan hate taloqkirin.”
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re ya Amedê (TUAY-DER) têkildarî rapora xwe ya ji bo taloqkirina berdana şertê bi kontrola edlî ya girtiyan li avahiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED-TUHAD FED) daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de Hevserokê TUAY-DER’ê Vahap Gunay, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, parêzerên OHD’ê û nûnerên saziyên sivîl cih girtin.
Ewilî Hevserokê TUAY-DER’ê Vahap Gunay axivî û bal kişand ser kiryarên bêhiqûqî.
‘BERDANA 28 GIRTIYAN HATIYE TALOQKIRIN’
Dû re Sekreterê Komîsyona Girtîgehan yê OHD’ê Zekî Bînbîr daxuyanî xwend û da zanîn têkildarî 13 girtîgehên ku li Amed, Dîlok, Xarpêt, Erzîngan û Erziromê ne rapora xwe amade kirine. Bînbîr, anî ziman ku hatiye destnîşan kirin ku berdana şertê bi kontrola edlî ya 28 girtiyan hatiye taloqkirin. Bînbîr, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ku di Girtîgeha Îmraliyê de bi hev re dimînin, tê meşandin, di heman demê de li ser girtîgehên din jî tê meşandin û wiha got: “Tevî hemû serlêdanên parêzerên girtiyan û malbatên wan jî 4 sal û 8 meh û 21 roj in hevdîtina malbatê; 4 sal û 3 meh û 17 roj in jî hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Ev 2 sal û 8 meh in rewşa agahî negirtinê ya mutleq jî didome.”
‘LIJNEYA ÎDARÎ Û ÇAVDERIYÊ WEKE DARAZÊ TEVDIGERE’
Bînbîr, anî ziman ku bi guherîna 'Rêziknameya Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirin û Nirxandina Mehkûman' ku di çileya 2021'an de ket meriyetê, li girtîgehan 'lijneyên îdarî û çavdêriyê' weke mekanîzmayên darazê dest bi xebatên xwe kirin û wiha got: “Pirsên ji ber dosyayên wan ên ku darizandina wan bi dawî bûye dikin, poşmaniyê li girtiyan ferz dikin, cezayên disîplînê yên bi dawî bûne weke gef li girtiyan dipirsin, girtiyan neçar dikin ku fikrên xwe bînin ziman û bi awayekî subjektîf biryaran bidin. Têgeha ‘rewşa baş’ ku rasterast bandorê li mafê azadiya şexsî û ewlehiyê dike, ji nêzîkatiyên keyfî yên van lijneyan re hatiye hiştin. Weke ku me di rapora xwe de bi berfirehî diyar kir, rêveberî û lijneyên çavdêriyê ji girtiyan pirsên weke 'Hûn poşman in?', 'Piştî derketinê hûn ê beşdarî xebatên rêxistinî bibin?', 'Çima hûn neçûn qada bêalî?', 'Hûn rêxistina ku hûn di nav de ne weke rêxistina terorê dibînin?', 'Hûn PKK'ê çawa dibînin?', 'Dema ku hûn derkevin derve hûn ê çi bikin?', 'Gelo derbarê endamtiya rêxistinê de dosyaya kesekî/e ji malbata we heye?', 'Hûn derbarê Abdullah Ocalan de çi difikirin?', 'Têkiliya we bi malbata we re çawa ye?’, 'Gelo hûn ê dîsa heman sûcî bikin?' hwd. tên pirsîn. Ev pirsên têne kirin, mirov neçar dike ku ramana xwe diyar bike.”
‘DIVÊ CPT BIKEVE NAVA TEVGERÊ’
Bînbîr, diyar kir ku di heman demê de hevokên wekî 'Birêz Ocalan', 'Di nava gelên erdnîgariya Osmaniyê de şer herî zêde bandoreke neyînî li kurd û Kurdistanê kiriye' û hwd. dibe sedema cezayên hucreyê ku wê jî dikin hinceta şewitandina înfaza girtiyan. Bînbîr, da zanîn ku ev yek li dijî hiqûqê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên di rapora me de cih digirin ku ji ber nêzîkatî û biryarên lijneyên çavdêriyê yên bêhiqûqî mafên wan ên bingehîn tên astengkirin, divê demildest bên berdan. Bi vê xebatê em bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT), Wezareta Dadê û Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê dikin ku li dijî binpêkirinên mafan ên di vê mijarê de bikevin nava tevgerê.”
Piştî xwendina metnê, daxuyanî bi dawî bû.