AMED - Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bal kişand ser kêmasiyên di cînayeta Tahîr Elçî yên weke dîmenên winda, nekirina keşfê, dereng amadekirina îdianameyê, guhdar nekirina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglû û îfadeyên derew û got ku “Dilsariya ku ji roja ewil ve ji bo ronîkirina vê kuştinê heye, hîna jî didome.”
Bi ser qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî re 8 sal derbas bûn. Hêj jî di dosyaya Elçî de tu gav nehatine avêtin û dilsariya lijneya dadgehê didome. Tahîr Elçî, di 28’ê kanûna 2015’yan de li ber Mînareya Çar Ling ya navçeya Sûra Amedê gava daxuyanî dida di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da. Elçî, li ber çavê ewqas polîs û kamerayên rojnamegeran ku ji bo daxuyaniyê li wir bûn, hat qetilkirin, lê heta niha têkildarî qetil kirina wî tu kes nehatiye darizandin. Îsal danişîna wî ya 9’emîn dê rojek piştî salvegera qetilkirina wî di 29’ê kanûnê de bê lidarxistin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, bi boneya salvegera qetil kirina Elçî û rewşa dawî ya doza wî ji ajansa me re axivî.
Eren, diyar kir ku di pêvajoya lêpirsînê ya 4 sal û 6 mehan de tu gumanbar nebûn û got ku ev pêvajoya “dilsarî” hêj jî didome. Eren bi bîr xist ku îdianame piştî ku dîmenên li derveyî welat bi însiyatîfa baroyê hatin lêkolînkirin, hat amadekirin û wiha got: "Em baş dizanin ku kuştina Tahîr Elçî ne cînayetek e ku tenê li Mînareya Çar Ling bê girtin. Nerazîbûna di lêpirsînê de ji ber gotinên Elçî yên di bernameyeke televîzyonê de ye û di vê pêvajoyê de Elçî bûye hedef, gef lê hatiye xwarin û piştre li Sûrê qedexeyên derketina derve û pevçûnên demdirêj dest pê kirine. Lêpirsîna cihê bûyerê bi awayekî rêk û pêk nehat kirin û bi hinceta bûyerên wê demê ku li nava Sûrê qewimîn, keşf hat taloqkirin. Ger hûn nikaribin guleya çeka ku bûye sedema mirina wî bi dest bixin, hûn ê neçar bimînin ku bi delîlên din rê bimeşin.”
‘DI KAMERAYA EWLEHIYÊ DE 12 SANIYE WINDA NE’
Eren bal kişand ku Elçî ne tenê li ber çavê bi dehan rojnamegeran, li ber kamerayên hêzên ewlekariyê jî hat qetilkirin û destnîşan kir ku 12 saniyeyên dîmena kameraya ewlehiyê ku kêliya Elçî tê qetilkirin e, winda bûye. Eren bi lêv kir ku dîmenên kameraya postexaneyê ya li kolanê û dîmenên Mardîn Kebap Evî ya kameraya 4’an a cihê Elçî lê hatiye qetilkirin, nehatine dîtin û wiha berdewam kir: “Ev dîmen hem di pêvajoya lêpirsînê de hem jî piştî wê delîlên herî girîng ên dosyayê ne. Lê me di qonaxa lêpirsînê de nekarî xwe bigihînin van qeydan. Derbarê mijarê de bi Midûriyeta Polîsan a Amedê re bi rêya pêvnivîsan me nekarî xwe bigihînin dîmenên orîjînal ên cîhazê. Bi gotinek din, tomarên orîjînal hewce ne ku were nirxandin ka ew qût kirin çêbûye an na. Tenê îfadeya polîsê eleqedar hatiye girtin û dibêje ku di wê kêliyê de tirsiyaye û ji qeydê derketiye. Lê çi tesaduf e ku tenê ew kêlî nîne.”
‘LÊPIRSÎN NEJIDIL E’
Eren, îdianameya ku hatiye amadekirin weke "nîvane" bi nav kir û diyar kir ku îdianameyeke 3 polîsên ku di bûyerê de gumanbar û kesekî ku ji ber sûcekî din tê tewanbarkirin tê de ne hatiye amadekirin. Eren, destnîşan kir ku ev yek nîşaneya nejidiliya lêpirsînê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê îdianameyê nîşanî me da ku cînayet çawa dikare were manîpulekirin. Bi rastî, me di danişîna yekem de rexneyên xwe li hember wê îdianameyê anîbû ziman, lê di danişîna ewil de helwesta şandeya dadgehê, ku bi giraniya wê dozê re ne li hev bû û nêzîkbûna wan ya bi taybetî jî li hember me, em gelek nerazî kirin. Doz bi pirsgirêk dest pê kir, lê piştî demekê hinek din baş bû. Di rûniştina pêş de hemû daxwazên me yên ku dikarin cinayetê ronî bikin ji aliyê dadgehê ve hatin redkirin. Dadgeh bi awayekî dixwaze cînayetê tenê di wê kêliyê de kêm bike û weke dozeke asayî binirxîne. Lê em dixwazin çûna wê pêvajoyê, tiştên ku piştî wê pêvajoyê qewimîn, tarîkirina delîlan û manîpulekirina pêvajoya lêkolînê an ku lêkolîn ji hemû aliyên ve bê kirin.”
‘ZEXTA DERVE’
Eren, bi bîr xist ku dê dadgeh serokwezîrê wê demê jî guhdar bikira, lê di navbera danişînê de ji vê biryara xwe vegeriya û da zanîn ku ev biryar bi ‘zexta derve’ pêk hatiye. Eren, bal kişand ser girîngiya Davutoglû ya di ronîkirina cînayetê de û wiha domand: "Helbet ji bo me ya herî girîng tesbîtkirina van qeydên kamerayan e, lê tiştekî din ê girîng jî ew e ku me xwest ku Davutoglu weke şahid bê guhdarîkirin. Heyeta dadgehê beriya niha qebûl kiribû, lê piştre ji ber zextên derve dev ji guhdarkirina serokwezîrê wê demê berda. Di dosyaya dozê de ev xaleke pir girîng e. Eger serokwezîrê wê demê îdia bike ku ‘Ew ê sûcdar bên girtin' û piştî salan di ziyareta xwe ya Amedê de vê cînayetê weke qirkirineke siyasî bi nav bike, erê, ji aliyê cînayetê ve hatiye asta yek ji şahidên herî girîng ê cînayetê. Lê dadgehê berê ew red kir, paşê qebûl kir, lê ji ber hin sedeman dîsa red kir.”
XWESTINE SUC BIAVÊJIN SER RÊXISTINÊ
Eren, anî ziman ku Denîz Ateş ê ku tê îdiakirin di pevçûnên li Sûrê de hatiye girtin û îfadeya wî ji aliyê dozgerê lêpirsînê ve weke şahid hatiye girtin, di danişînê de diyar kir ku dozger û polîsan gef li Ateş xwarine ku bibêje Elçî ji aliyê rêxistinê ve hatiye kuştin. Eren, da zanîn ku Ateş di danişînê de diyar kir ku ji ber vê sedemê rastî îşkence û muameleya xerab hatiye û îfadeya Ateş jî gelekî girîng e. Eren, bi lêv kir ku lê belê tevî îfadeya Ateş jî dadgehê der barê dozgerê lêpirsînê de giliyê sûc nekiriye û wiha lê zêde kir: “Me wê demê giliyê dozger kir, lê mixabin ev lêpirsîn û gilî bi awayê ku me dixwest encam negirt. Mixabin di vê dosyayê de bêxwediya ku ji roja ewil ve ji bo ronîkirina vê cînayetê, hê jî dikare xwe bidomîne û ez bi zelalî dikarim bêjim ku hêj negihîştiye wê astê ku me razî bike.”
‘AXAFTINA SEROKWEZÎR KÊ NERIHET DIKE?’
Eren, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev kes ne kesekî asayî ye, serokwezîrê serdemê ye. Di daxuyaniya ku di dema serdana xwe ya li bajêr kirî de vê cînayetê weke ‘sûîqesteke siyasî’ pênase dike. Ya ku hûn jê re dibêjin sûîqest, kuştineke plankirî ye. Ji aliyê qanûnî ve ne mimkûn e ku mirov rave bike çima kesê ku vê yekê dibêje nikare beşdarî dosyaya dozê bibe. Di vê mijara Davutoglû de bi zelalî xuya dike ku kesên ku naxwazin Davutoglû bê guhdarkirin hene. Kuştina Tahîr Elçî ne cînayetek di demên asayî de ye. Bi kiryarên ku piştî wê demê hatin kirin, em ketin pêvajoyek pir giran a binpêkirina mafên mirovan. Qedexeya derketina derve ya herî dirêj a cîhanê hat ragihandin. Li bajaran dijwariya pevçûnan zêde bû, bajar hatin wêrankirin, berhemên dîrokî hatin wêrankirin, sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ev kuştin, bi rastî kuştinek e ku dê wî wêneyê wê demê nîşanî me bideye. Di vê wateyê de, axaftina serokwezîrê wê serdemê kê nerihet dike? Ez di wê baweriyê de me ku bi van rastiyan nirxandina wê kuştinê ji bo desthilatda wê demê jî ne rewşeke qebûlkirinê ye. Kesê ku weke serokwezîrê serdemê hemû burokrasiya ewlekarî û îstixbaratê nas dikir û li ser serê hemûyan bû, dikare behsa pêşketinên wê demê bike. Kî ji van geşedanan aciz bibe û bêzar bibe, ev tê wê wateyê ku ev astengî jî, ji wir derketine. Gelek girîng e ku li ser daxwaza dozgerê komarê bêyî ku li benda rûniştina pêş a dadgehê bisekinin, tavilê hat sekinandin.”
‘DADGEHÊ ERKA XWE PÊK NEANÎ’
Eren, destnîşan kir ku tasfiyekirina şahid tê wateya tarîkirina delîlan, lê dadgeheke ku naxwaze şahidekî ku xwedî agahiye, guhdar bike tê wateya ku naxwazin ev cinayet e ronî bibe û wiha got: "Me digihîne wê encamê ku komîte naxwaze rastiya madî derkeve holê. Di vê rewşê de, dikarin bêjin ku dadgehê erka xwe bi rêk û pêk pêk neaniye. Em dizanin ku konjonktura siyasî ya niha ya welêt ji bo ronîkirina cînayetê bigihêje asta ku tê xwestin ne guncaw e û em di wê baweriyê de ne ku bi demê re rêgez dê biguhere û ev cînayet dê bê ronîkirin. Pêvajoyeke bi vî rengî ku di salên 90'î de cinayetên ku hatin kirin, bi salan şûnde bi guhertina konjonkturê re derket holê.”
JI BO BÎRANÎN Û XWEDÎ LÊDERKETINÊ BANGAWAZÎ
Eren, diyar kir ku ew ê wekî her sal di 8'emîn salvegera qetil kirina Elçî de bernameya bîranînê li dar bixin û bi bîr xist ku danişîna Elçî wê roja din piştî salvegera wefata Elçî bê lidarxistin û serok, siyasetmedar û nûnerên baroyan, rêxistinên sivîl ên li bajêr û derveyî welat dê beşdar bibin. Eren, axaftina xwe bi van gotinan bi bi dawî kir: “Em herkesê vedixwînin xwedî lê derketina dozê û nîşandana hestên piştgiriyê.”
MA / Bazîd Evren